1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. ‘Bila bavê min ê nexweş û hemû girtiyên nexweş bên berdan’
‘Bila bavê min ê nexweş û hemû girtiyên nexweş bên berdan’

‘Bila bavê min ê nexweş û hemû girtiyên nexweş bên berdan’

Girtiyê nexweşê pençeşêra kolonê Adnan Yalçin ku hefteyek e ji ber nexweşiya xwe li Nexweşxaneyê Perwerde û Lêkolîn ya Dewletê ya Amedê tê dermankirin rewşa wî xeter e.

A+A-

 Kurê Adnan Yalçin Welat diyar kir ku mehek berê teşhîsa pençeşêrê hatiye kirin û wiha got: "Teşhîs mehek berê hatiye kirin, lê hefteyek e tedawî dibe Di van şert û mercan de bavê min nikare derman bibe. Ez bang li dewletê dikim bila demek kurt bavê min û tevî nexweşên girtî tahliye bikin." 

AMED- Girtiyê nexweşê pençeşêra kolonê Adnan Yalçin ku ji xala 125'an hatiye girtin û 18 salin di girtîgehê de ye roj bi roj tenduristiya wî xera dibe. Yalçin ku serê sibê qirîza dil derbas kir reşa wî xeter e. Yalçin ku berê jî nexweşiyên fitiqa pişt û hepatît-B pêre hebû serê sibê ji pençeşêra kolonê emeliyat bû. Yalçin û malbata Yançin bi ria ÎHD'ê serî li Wezareta Dadê dan û xwestin serbest bê berdan. Yalçin heta niha li Erdexan, Edene, Semsûr, Mereş, Konya, Çewlikê girtî ma û herî dawî şandin Amedê. 8 salin di Girtîgeha Tîpa-D ya Amedê de ye. Kurê Adnan Yalçin, Welat Yalçin der heqê nexweşiya bavê xwe de anî ziman ku îro di dema emelîyatê de qelbê wî sekiniyê, piştre bi mûdaxelekî rewşa wî normal bûye û wiha got: "Hefteye ku bavê min di nexweşxaneyê de ye. Îro demekî dilê wî sekinî piştre bi mûdaxeleyekî dîsa rewşa wî normal bû. Niha kes nikare pê re hevdîtin çêke. Di binê lênêrîna hûrbûnê de ye. Niha refaqetvan jî qebûl nakin. Piştî ji derketina lênêrîna hûrbûnê de wî bigrin odeya girtiyan. Rewşa odeya girtiyan jî ne baş e. Wek girtîgehê ye. Ev ode di binê nexweşxaneyê de qata herî binî de ye. 

'Di van şert û mercan de nikare di girtîgehê de bimîne'

Welat diyar kir ku nexweşiya bavê wî giran e û di vê rewşê de nikarê di girtîgehê de bimîne û wiha axivî: "Bijîşk ji me re got ku nexweş nikare di vê halê de li girtîgehê bimîne û divê demê de jî pêwiste li nexweşxaneyê derman bibe. Em jî wek malbata wî dibêjin ku êdî bila tevî nexweşiyan tehliye bikin. Heke nexweşiya bavê min di rewşekî tendûristî de derman nebe, divê nexweşîyên wek dil jî pê rê çê be." 

Yalçin herî dawî bang li hikûmet û dewletê kir û got: "Di vê pêvajoyê de, PKK û gelê Kurd çi ji destê wan hat kirin. Êdî bila hikûmet jî gav biavêje. Heke dixwaze çareseriyek çêbe, divê ewil girtiyên nexweş azad bike. Em naxwazin êdî tabûtên girtiyan ji girtîgehan derkeve."

Bu haber toplam 777 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.