'Bila birayê min serbest berdan'

'Bila birayê min serbest berdan'
AMED - Xwişka girtiyê nexweş Yilmaz Kahraman Remziye Kahraman diyar kir ku ligel rewşa birayê wê giran e nayê dermankirin û wiha got: "Birayê min bi hinceta doktorê wî emeliyet bike çûye betlaneyê nayê emeliyetkirin û dermankirina wî her tim taloq dikin.

'Bila birayê min serbest berdan'

AMED - Xwişka girtiyê nexweş Yilmaz Kahraman Remziye Kahraman diyar kir ku ligel rewşa birayê wê giran e nayê dermankirin û wiha got: "Birayê min bi hinceta doktorê wî emeliyet bike çûye betlaneyê nayê emeliyetkirin û dermankirina wî her tim taloq dikin. An bila birayê min derman bikin an jî bila serbest berdan em dê derman bikin."

Ligel bertekên civakê û rêxistinên demokratîk rayedarên dewletê li hemberî pirsgirêka girtiyên nexweş xemsariya xwe didomîn e. Ji ber xemsariya rayedaran girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest didin. Herî dawî girtiyê bi navê Riza Kazici ji ber xemsariya rayedarên dewletê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Ji girtiyên nexweş ên rewşa wî giran û her diçe jiyana wî ber bi xetereyê ve diçe yêk jî Yilmaz Kahraman e. Kahraman di sala 2009'an de bi hinceta "Endamê Rêxistinê ye" hatibû girtin 5 mehin nexweşiya wî hatiye teşhîskirin lê nayê dermankirin. Xwişka Yilmaz Kahraman Remziye Kahraman da zanîn ku birayê wê 6 sale di girtîgehê de ye û gelek caran hatiye sirgûnkirin û niha li Girtîgeha Tîpa F a Hacilar a Kirikkaleyê dimîne. 

'Me nexweşiya wî nedizanî'

Kahraman da zanîn ku tu agadariya wan bi nexweşiya birayê wan çênebûye û wiha got: "Sala çûyî me jê re pêlavek şand lê ew pêlav bi hinceta biçûk bû careke din paşve şand. Piştre em pê hisiyan ku Yilmaz bi nexweşiya pêpaniyê ketiye." Kahraman bilêv kir ku piştî ji bo hevdîtinê çû girtîgehê hînbû ku birayê wê bi nexweşiya pêpaniyê ketiye û wiha axivî: "Ji bo ku em xemgîn nebin ji me re nexweşiya xwe negotibû. Ez ji bo hevdîtinê çûme girtîgehê li wir hevalêkî wî nexweşiya wî ji min re got. Ligel wê got ji ber di serê wî de ur heye ev nexweşî di lingê wî de derketiye. Di hevdîtinan de di axaftinê de zehmetî dikişand. Dema me sedema vê yêkê jê dipirsiya ji me re digot 'girtîgeh mirov dixe nava rewşek wisa.' û rastiya xwe ji me re vedişart." (diha)


 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.