• Diyarbakır32 °C
  • Batman32 °C
  • Mardin35 °C
  • Bingöl31 °C
  • Bitlis26 °C
  • Elazığ32 °C
  • Erzincan27 °C
  • Şanlıurfa32 °C
  • Erzurum23 °C
  • Ağrı25 °C
  • Gaziantep32 °C
  • Hakkari26 °C
  • Muş29 °C
  • Siirt33 °C
  • Van23 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Bila dosyaya Germiyanî bê lêkolînkirin
09 Aralık 2013 Pazartesi 08:03

Bila dosyaya Germiyanî bê lêkolînkirin

Rojnamevên Hewlêrê: Bila lijneya navneteweyî dosyeya Germiyanî lêkolîn bike

Komek rojnamevanan li pêşiya ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Hewlerê qetilkirina rojnamevan Kawa Germiyanî şermezar kir. Rojnamevanan daxwaz kirin ku hêzekî navneteweyî ji bo parastina rojnamevanan were Kurdistanê û dosyeya terorkirina Germiyanî lêkolîn bikin. 

HEWLER– Li pêşiya ofîsa NY’î ya Hewlêrê çalakiyeke nerazîbûnê ji aliyê rêxistina Zar a ji bo parastina azadiyan ve hat lidarxistin. Di çalakiyê de bi dehan rojnamevan, nûnerên rêxistina civaka sivîl, çalakvan, nivîskar, parlamenterê Tevgera Goran Elî Heme Salih, parlamenterê PDK’ê Umît Xoşnaw û parlamenterê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Hacî Karwan jî beşdar bûn. Di daxuyaniya ku li ser navê rêxistina Zar a ji bo parastina azadiyan ve hatî dayîn de daxwaza wê yekê hat kirin hêzekî navneteweyî were Herêma Kurdistanê û ji bo wan ji kuştin û terorkirinê biparêzin. Herwiha daxwaz kirin ku lijneyeke navneteweyî bê û dosyeya rojnamevan Kawa Germiyanî lêkolîn bike. 

Di daxuyaniyê de hat gotin ku qetilkirina Kawa Germiyanî di demekê de ye ku hê jî kujerên herdu şehîdên pênûsê Sora Mame Heme û Serdest Osman nehatine girtin û lijneya ji aliyê Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehên peywendîdar ve hatî dirûstkirin jî, negihiştine ti encamekê. 

‘Em di bin deshilata YNK û PDK’ê de nayên parastin’

Rojnamevan Şêrwan Şêrwanî derbarê armanca çalakiyê de ji DÎHA’yê re axivî û wiha got: “Em ji bo terokirin û şehîdkirina hevkarê me yê rojnamevan Kawa Germiyanî şermezar bikin, hatin ber avahiya NY’î. Em dixwazin lijneyeke cîhanî ji bo parastina rojnamevanên Herêma Kurdistanê were dirûstkirin, ji ber heta niha jî em li Herêma Kurdistanê di bin deshilata YNK û PDK’ê de nayên parastin. Giyan û rihê me ne di bin garantiyê de ye û lewra em neçar bûn hewara xwe bigihînin dezgehekî navneteweyî ya wekî NY’î ji bo rih û giyanê me biparêze.”
Şêrwanî diyar kir ku wan gelek caran li pêşiya parlamentoya Herêma Kurdistanê û saziyên din çalakî lidarxistine, lê ti encamek nehatiye girtin û ji bo vê li pêşiya NY’î çalakiyek wiha lidarxistin. Şêrwanî wiha got: “Cihê dilgiraniyê ye rojnamevan li Herêma Kurdistanê tên terorkirin, bêyî tedbîrên yasayî werin wergirtin û sînorek ji van binpêkirinan re were danîn.”
Teror nebûye sedemê tirsandina rojnamevanan

Parlamenterê Tevgera Goran yê parlamentoya Kurdistanê Elî Heme Salih jî ji DÎHA re axivî û wiha besa sedemê terorkirina rojnamevanan kir: “Li Kurdistanê hinek îradeyên siyasî hene ku xwe li wê yekê nagirin ku hinek kes hene û bi azadiyane fikrên xwe bênin ziman. Tênagihin nifşek hatiye pêş, li beramberî gendelî û bêdadiya li Kurdistanê heye, gotinên wan ên ciddî hene. Di salên borî de vane bandorekî mezin li ser civakê dirûstkirin. Hêzek heye ku dixwaze nehêle li Kurdistanê azadî pêşve biçe û bi xwe bimînin. Lewra dixwazin bi terorkirina rojnamevanan pêşî bigrin. Mixabin heta niha kujer neçûne ber dadgehê.”

Elî Heme Salih ragihand ku teror nebûye sedemê tirsandina rojnamevanan û wiha got: “Ez piştgrastim ku di çend salên bê de wê ev tirsandina rojnamevanan bi wêrekiya gelê Kurdistanê bi dawî bibe.”
Parlamenterê Tevgera Goran da zanîn ku di demên borî de parlamentoyê ti rolek neleyîstiye û got: “YNK û PDK’ê nehiştin ev rol bê dayîna parlamentoyê. Hikûmeta niha jî bawerî wernegirtiye. Lewra nikare lêpirsînê bike û heta avakirina hikûmetê jî, divê em li bendê bin. Ligel dirûstkirinê jî bi mîsogerî emê li pey hemû dosyeyên terorkirina rojnamevanan bikevin. Emê wekî Fraksyona Goran li parlamentoyê ji bo vê dosyeyê û hinek dosyeyên din ên wekî terorkirina Serdeşt Osman, Soranî Mame Heme, hewla terorkirina Şasiwar Ebdulwahîd û şewitandina televizyona NRT şopandinên pratîkî bikin.”

‘Em neçarin hewara xwe bigihînin rêxistinên navneteweyî’

Li ser pirsa çima hun neçûn ber parlamentoya Kurdistanê û hatin pêşiya avahiya NY’î, endama Desteya Rêveber a Partiya Çareseriya Demokrat a Kurdistanê (PÇDK) Tara Husên wiha got: “Dema mirov ji vê deshilata heyî bê hêvî dibe ku propatandaya demokrasiyê dike, em neçarin hewara xwe bigihînin rêxistinên navneteweyî. Lewra ezmûneke me heye, me dît di dosyeyên rojnamevan Serdeşt Osman, Soranî Mame Heme û mamosta Ebdulstar bê encam man. Herwiha yasayê nekarî serweriya xwe biparêze û ji bin banê hizbî derbikeve.”
Tara Husên wiha got: “Divê em bizanin kuştina Kawa, ne tenê kuştina kesekê ye, ev peyameke ji bo rojnamevanan û dixwazin bi terorkirina rojnamevanekî bi cesaret, rojnamevanên din jî bitirsînin. Çend salan carekê rojnamevanekî bi cesaret teror dikin, lê agehdariya wan jê nîne terorkirina rojnamevanekê dibe sedemê şoreşekî rewşenbîrî. Îro bi sedan kesên din soz dane ku rêya Kawa bişopînin.”

Divê sînorek ji bo azadiya xwe îfadekirinê were danîn

Nûçegihan televizyona NRT Ferman Mihemed jî wiha got: “Em terorkirina rojnamevan Kawa Germiyanî şermezar dikin. Divê sînorek ji bo azadiya xwe îfadekirinê yan jî kesên karê rojnamevaniyê dikin, were danîn. Divê deshilatdarên Herêma Kurdistanê têbigihin ku em bêdeng nabin û divê di demekî kurt de kujerên Soranî Mame Heme, Serdeşt Osman û Kawa Germiyanî werin eşkerekirin û cezayê xwe wergirin.”
Pêncşema borî rojnamevan Kawa Mihemed Ehmed ku wekî Kawa Germiyanî (32) dihat naskirin, li pêşiya mala xwe ya li bajarokê Kelar ê girêdayî Silêmaniyê hat qetilkirin. Ji bo eşkerekirina kujerên Germiyanî, lijneyek hatiye dirûstkirin û bûyerê lêkolîn dikin. 

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim