• Diyarbakır10 °C
  • Batman8 °C
  • Mardin10 °C
  • Bingöl8 °C
  • Bitlis7 °C
  • Elazığ6 °C
  • Erzincan3 °C
  • Şanlıurfa14 °C
  • Erzurum0 °C
  • Ağrı1 °C
  • Gaziantep9 °C
  • Hakkari6 °C
  • Muş5 °C
  • Siirt11 °C
  • Van2 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
‘Bila gorekî ku em herin serê hebe’
24 Aralık 2013 Salı 12:37

‘Bila gorekî ku em herin serê hebe’

Dayikên dilsot ên ku hevserên wan, zarokên wan ji alî hêzên dewletê ve hatine revandin û cardin venegeriyanê mala xwe, ji bo rojanameya me Tigris Haberê axivîn.

 

Dayikên dilsot ên ku hevserên wan, zarokên wan ji alî hêzên dewletê ve hatine revandin û cardin venegeriyanê mala xwe, ji bo rojanameya me Tigris Haberê  axivîn û bang li rayedarên dewletê kirin xwestin ku kujer bên dîtin û hestiyên zarokên wan bidin wan. Serokê Komeleya Mafê Mirovan ya Şaxê Amedê Racî Bîlîcî jî di derheqên windayiya de agahî da rojnameya me.

Nuçeya Taybet

Hacî GUNEŞ

Dayikên ku zarokê wan, hevserên wan ji alî ( JİTEMê) ve hatine revandin û cardin venegeriyane mala xwe, 21 salin li pey edaletê ne. Dayika bi navê Gulistan Aslan a ku 5 kes ji malmata wan hatine kuştin, bang li rayedarên dewletê kir û got em hestiyên zarokên xwe dixwazin. Dayika bi navê İfet daxtekîn jî da zanîk ku hevserê wê û birayê wê di salên 1993’an û 1994’an de hatine revandin û cardin agahîkî ji wan nehatiye girtin. Aslan, bang li rayedaran kir û got “Em hestiyê zarokên xwe dixwazin”. Dayikên ku 254 hefte ne her rojên şemiyan li parka Koşu Yolê ya Amedê dicivin û ji bo ku hestiyê zarokên wan bên dîtin û kujer bên dadgehkirin çalakiyan li dardixin. Dayikên dilsot, 21 salin derd û êşê ku kişandine ji rojnameya me Tigris Haberê re axivin. Serokê Komeleya Mafê Mirovan ya Şaxê Amedê Racî Bîlîcî jî di derheqên windayiya de agahî da rojnameya me.

‘Sebiyê min hê du mehî bû bavê wî hat revandin’

Dayika bi navê Gulistan Aslan, da zanîn ku 254 hefte ye her rojên şemiyan ji bo edaletê ew çalakiyan li dardixin û bang li rayedarên dewletê dikin, lê heta îro tu guherînekî çênebiye. Aslan, derd û êşên xwe yê 20 salan ji me re vegot: “Em ji dewletê hestîyên zarokên xwe dixwazin. Ji malbata me 5 kes hatin binçavkirin û hundakirin. Li van 5 kesan; çikirin e?  Kuştin e? Kude birine em nizanin. Em niha tenê hestiyê zarokên xwe dixwaz in. Qet nebe bila tirbekî ku em herin serê hebe. Em wan bi saxî dixwazin lê mixabin em dizanin ku niha ne saxin. Wan li kîderê kuştin e qet nbe bila hestiyê me bidin me. Em 5 salin her şemî  dicibin daxwaza edaletê dikin. Lê heya îro me tu agahî nestendiye. Em jî mirovin lê heta îro tu kes  guh nedaye dengê me. Erdoğan derdikeve divê em alîkarî didin maxdurê suriyê, bila alîkarî bide lê divê di serî da li mala xwe binêre. Miov di serî de li zarokên xwe, du re li ê cîranan dinêre.  Sebiyê min hê du mehî bû bavê wî hat revandin. Îro sebiyê min diçe lîse, lê hê em ne gihaştine hestiyê bavê wî.”

dayik-3.jpg

‘Derdên me bi gotinan naqedin’

Dayika bi navê İfet Tekdağ jî da zanîn ku birayê wê û kurê wê, di salên 1993 û 1994’an de, li pêş çavên dehan kesan ji alî polîsên sivil ve ji Sûka Deriyê Çiyê a Amedê hatinê revandin û wiha pê de çû: “Birê min Mehmet Tekdağ di sala 1993’yan de, dema ku diçû dikkana xwe hat revandin û me car din jê agahî nestend. Ji alî kê ve hat şehîtkirin ez dixwazim vê bizanibim.  Kurê min jî di sala 1994’an de li Deriyê Çiyê (Dağkapı) dema ku diçe bankayê (Şekerbankê) ji alî du kesên ku maşîna “Toros” bi wan re ye hat revandin. Piştî ku hat revandin 120 rojan di destê wan de sax ma. Me agahî jê setend. Piştî 2 mahan, ji ber işkenceyan aqilê xwe davêje. Di ser de nawlon şewitandibûn. Me van agahiya ji nexweşxanyê stend. Li Deriyê Çiyê li Tek Derî (tek kapı) wî dişewitînin. Ji alî JİTEM’ê ve tê şewitindin. Lê hestiyê wî li ku vedişêrin em nizanin. Em dixwazin ku ên van biryara kirine, van kujeran bên aşkerakirin û em hestiyê zarokên xwe dixwazin. 4 şehîdên me hene. Em gihaştin hestiyê 2 kesan lê 2 kes em negihaştin hestiyê wan. Heta roja kiyametê em dewecî ne. Em deweciyê kuştiyê xwe ne, em deweciyê gundê xwe yê şewitî ne, em deweciyê mal û milkê xwe ne. Me pir êş kişandin. Me tî hiştine, birçî hiştine, tezî hiştine. Li gund rihetî nedan me, em hatin vira li vir jî rihetî nedan me. Heta roja kıyametê emê li pey doza xwe bin. Derdê me bi gotinan naqedin.

dayik-2.jpg

Kujer aşkere ne lê dewlet li ku ye?

Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî, anî ziman ku di salên 1990' de bi hezaran mirov hatin qetilkirin û kûjerên wan jî bewlû ne û wiha got: "Waliyê berê ya Şirnexê di demek nêzîk de ji bo windayên ku di salên 1990'de hatibûn qetilkirin îtîrafek çêkir. Walî bi devê xwe got ku van ferman û qetlîyaman dewlet dabû me. Wê demê jin, zarok, extîyar pir kes hat qetilkirin" Bîlîci, da zanîn kir ku kûjer belî ne; lê hê jî dewletê kûjer danerizandine û wiha axivî "Li Gewerê di demekî nêzik de 3 welatî hatin qetilkirin. Kûjerên van ji dernexistin holê. Berpirsiyarê tevî van kûştinan niha hikûmeta AKP'ê ye. Heke AKP bixwaze di navbera 24 seatan de dikare van kûjeran derxe holê. Lê dernaxê holê” 

raci-bilici.jpg

 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim