• Diyarbakır10 °C
  • Batman7 °C
  • Mardin15 °C
  • Bingöl3 °C
  • Bitlis4 °C
  • Elazığ3 °C
  • Erzincan3 °C
  • Şanlıurfa15 °C
  • Erzurum-8 °C
  • Ağrı-11 °C
  • Gaziantep14 °C
  • Hakkari3 °C
  • Muş-4 °C
  • Siirt10 °C
  • Van4 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Bîlîcî: 'Dîwarê şermê' projeya perçekirina Kurda ne
05 Ocak 2014 Pazar 14:54

Bîlîcî: 'Dîwarê şermê' projeya perçekirina Kurda ne

Serokê Şaxa ÎHD'êya Amedê Racî Bîlîcî, têkildarî "Dîwarê şermê" yê li ser sînorê nabera Rojava û Tirkiyeyê tê avakirin diyar kir ku dewlet bi vî dîwarî armanc dike ku gelan ji hev qut bike û perçe bike.

AMED -  Li gel hemû bertekên welatiyên herêmê lêkirina "Dîwarê şermê" yê di navbera Rojava û Tirkiyeyê de berdewam dike. Dîwarê li ser sînorê navbera Nisêbin Qamişlo, Serekaniyê û Serekaniyê, Dirbêsiya serxet û Dirbêsiya binxet Kilis-Afrinê de tê avakirin berdewam dike. Heyeta ÎHD'ê li ser avakirina dîwar di cotmeha 2013'an de lêkolîn kiribû û rapor amade kiribû. Di raporê de hatibû diyarkirin ku di nava şert û mercên şerê Rojava û Suriyê de tu rewaya dîwarê ku li ser sînor tê lêkiin tune ye. Di raporê de hatibû diyarkirin ku dîwarê niha tê avakirin zerarek mezin dide pêvajoya çareseriya demokratik ku niha li Tirkiyeyê didome. Di raporê de hat diyarkirin ku divê pêdiviyên ewlehiyê di ser pêdiviyên mirovan re neyên girtin û wiha hat gotin: "Di vê pêvajoya ku Gele Rojava di bin erîşên çeteyan û koman dene, derîgirtina Tirkiyeyê û ambargoya li ser gelê Rojava dibe sedema bertekên mezin. Ev hewldanên ku alikariyê didin çeteyan û ambargo danîne ser gelê Rojava ji aliyê gel ve hatiye mahkumkirin. Ev hewldana lêkirina dîwarê liser sînor bêtir bûye sedema bertek û nerazîbûnan."  Serokê Şaxa ÎHD'ê ya  Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku "Dîwarê Şermê" yê liser xeta Rojava tê avakirin dawetiyê ji mirinên nû re derdixe.

'Kurt tu car qebûl nakin'

Bîlîcî, anî ziman ku kurd dê tu carî vî dîwarê ku li ser sînor tê avakirin qebûl nekin û wiha got: "Em tu wateyê nadin vî dîwarî. Ev projeya perçekirina Kurdistanê ye. Niha Erdnîgariya Kurdistanê bi 4 perçeyan hatiye qetkirin. Perçeyek niha li Rojava maye. Me bi mirovên herêmê re hevdîtin pêk anî. Mirov diyar dikin ku bêyî sedem û hincet dîwar tê lêkirin û ew lêkirina dîwar perçekirina fîzîkî û neteweyî dinirxînin.

'Dixwazin gel perçe bikin'

Bînîcî, da zanîn ku Tirkiyeyê ewil Kurdistan bi sînoran perçe kir û niha jî dixwaze bi dîwaran gelan ji hev qut bike û perçe bike. Bîlicî, anî ziman ku gelê herêmê bi heman ziman, çand, nasname û kevneşopiyê dijî û ev sînorê tê avakirin wan perçe dike. Dîwarê ku tê avakirin me dixe nava fikaran. Îsraîlê jî di navbera xwe û Filistinê de dîwar lêkirin. Ev dîwarê ku tê avakirin bi tu awayî û bi tu sedemê nayê qebûlkirin. Bi xeta dirênê serxet û binxet hat avakirin. Bi vê qede di nava 100 metreyan de welatî, xizm û gundî ji hev qut kirin û perçe kirin." 

ihd-(4).jpg

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim