1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Bilindbûna helbestê û "Sûka Mirinê"
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Bilindbûna helbestê û "Sûka Mirinê"

A+A-

Ev sê roj in dixwînim, dûbare dikim hinek ji helbestên di kitêba ”Sûka Mirinê” de. Li ser wateya helbestê kur dibim. Hevokên kurt, kur û bi hîsan barkirî. Dibin neynik û ez xwe tê de dibînim, anku beşek ji jiyana xwe: Rojên bi hêstiran barkirî, geh bi ken, carna westiyayê evînê, an tîyê azadiyê. Û demên dixwazim winda bibim, li welatê xerîbiyê, di nava daristanên welatên bakur, tixûbên dawiya dinyê û bênesînor, ne şopên pezkoviyan bi dawî tên ne jî giloveriya ezmên. Naxwazim şop jî li pey min bimîne, hetanî kabokan di nav berfê de diçim xwarê, tehemûla cilên li ser xwe nema dikim, bêhn li min diçike, pêşî qapût, paşê çakêt li du min dimînin. Bayê kur û gulokên berfê ya xwe li min dikin yek, serma laşê min radipêçe, rondik dibin gulokên ji qeşayê, dest û pê nîvpûçbûyî, ji hundir ve kela dilê min e difure. Min çûna bijîjkan li xwe heram kirî ye. Hekîmê Lokmanê min e helbetstvan û dermanê dilê min in helbest. Ew têne bi hawara min.

Ez dixwazim hûn helbetsa ”Yadê” bixwînin. Ber êvarkî, bi tenê, hêdî hêdî, di bin şewqa çira kêm de, li ber pacê, li gulokên berfê binêrin, îskanek ji şaraba Suryaniyan dagirin, bi serê ziman û lêvan tam bikin û ji dengê nemirê mezin Mihemed Şêxo, stirana ”derdan çi ez diljar kirim ey felek” guhdarî bikin, kur bibin, winda bibin û min bi kurahiya vê helbestê fêm bikin:

"Bi derd û kulên xwe ve tu çûyî gorê
Axînek li şûna te ma, yadê!
Û hesreta nepen
Di dilê te de ma û tu çûyî”
Te digot; mirin çêtir e ji vî halî
Hemû kul bêderman bûn
Hêsrên te tav tav, baran bûn
Dilê te kul-kovan, Behra Wanê
Li vê dinyaya hanê yadê, liv ê dinyaya hanê
Tu bêwar bûyî!”

Bi xwe re diaxifim gelek caran. Ji dîna dîntir. Helbest û zimanê kurdî tên bi min ve. Min ji tenêbûnê rizgar bikin. Her peyvek bi çend wateyan barkirî, her hevokek bi hejmarek wêne. Her wêneyek çend xatiratan hemêz dike.

Bi çend zimanan dixwînim. "Yezdanê Dilovan", dibêjim ji xwe re. "Hezkirina te li cem min pir bilind e, erşên te dadigre evîndariya min. Ne ji bo buhişta te, ne horî, ne peyam, ne jî ji bo nûnerên te. Ji bo Kurdî hezkirina te ye Yezdanê min. Ku Cenabê te wê rojê îcaze da xwe. Dem û wext wateya xwe winda kir. Te zimanek afirand ji gelekî bindest re. Te yadîgarî me kir zimanê kurdî.”

Helbesta “Kanê” baştir dihêne zimên, ew min diparêze û dizane bê ez dixwazim çi bêjim:

Ez kul û derd
Ez zerya.
Tu çiya yî, tu çiya!
Di çavên te de
Her çar demên bihara rengîn
Difûre û tê bêhna axê ji her demsalê.
Û tu bi çavekî betilî, bi dilekî xembar,
Serê xwe dihejînî, silavê didî.
Silavê… ji eniya çiyan.
Gelek dem derbas bûn
Qîrîn ji kevirê min
Hawar ji kefênê neqeriya.
Wexta hubir dirijiya
Û her peyv dilop bi dilop diniqûtî dilê min
Ez bi ser te de,
Şev bi ser rojê de dinaliya
.”

Hilma kilamên klasîk ji wan difûre carna. Bi min xweş tê xwendina helbestên wisa. Bi peyvên wan re li heman stiranê guhdarî dikim, carna di ber distirînim.
”Belengaz” yek ji wan helbestan e ku, çend caran lê vegeriyam. Pêrgî şopên kur hatim tê de. Yên kevnare ku daye pey klasîkên me, ji Meryem Xanê dirêjî Mihemed Arifê Cizîrî dibe:

Kuro welle tu dîn î,
tu belengaz î
û tu stûxwar
li ber dîwaran radizêyî!
Heya kengî tu yê bikî gazî?
belengazo!
Taziyo!..
Birçîyo!..
Bêkeso!..
Belengazo!
Ne dê ye
Ne bav e
Ne ware l`ber raze,
Ne dahn e
Ne bulxur e
Di ber de bazde
Belengazo!

Evîn, derdê evînê û evîndarî: Bê we jiyan dojeh e. Carna jî dibin kaniya kul û kederan. Ne bê wê dibe û hevaltiya bi wê re jî barek giran e. Çiqas li ser wê bê nivîsîn, têr nake. Tîbûna eşqê bi helbestê dişkê. Bi helbestên kur û wateyan barkirî.
”Evîna min” jî yek ji wan helbestan e ku dermanê dila ye:

Winda dibim bi rojan
Ne li nava ewran
Ne jî li nava zeryayan
Di dilê xwe de
Di damara dilê xwe de
Li min bigere evîna min!
Tu…
Di damara min a mirinê de yî
Evîna min
Min her ji dûrî ji te hez kir
Wekî kela şêran
Tofana hêsran
Qîrîna zarokan
Nalenala dayikan
Min ji te hez kir
Evîna min.

Pirtûka ”Sûka Mirinê” berhemek giranbiha ye. Derd, xewn, xeyal, armanc û daxwaziyên me dihêne zimên. Helbestvan û nivîskar Mehmet Devîren di vê xebata xwe de cî daye 21 helbestên xwe. Pirtûk di nava weşanên "AVA", di tîrmeha 2010 de belav bû. Navenda weşanxaneya "AVA" yê li Amedê ye û avayayinlari@hotmail.com navnîşana elektronîk e.

Mehmet Deviren bi eslê xwe ji Şemrexa Mêrdînê ye. Berhemên wî ku çap bûne: Anlat (turkî, 2003), Qiniskê û Pinîskê (zargotin, Kurdî, 2009), Sûka Mirinê (Kurdî, 2010). Devîren, yek ji wan kesan e ku di avakirina "Komeleya Nivîskarên Kurd li Amed ê" kar kiriye, di rêvebiriya wê de xebat kiriye. Endametiya lijneya rêvebir di "Enstîtuya Kurdî ya Amed ê" de aktif xebitî ye.

 

 

Bu yazı toplam 1525 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.