• Diyarbakır12 °C
  • Batman12 °C
  • Mardin17 °C
  • Bingöl7 °C
  • Bitlis1 °C
  • Elazığ3 °C
  • Erzincan7 °C
  • Şanlıurfa16 °C
  • Erzurum-5 °C
  • Ağrı4 °C
  • Gaziantep15 °C
  • Hakkari5 °C
  • Muş-4 °C
  • Siirt12 °C
  • Van4 °C

Gabar ÇİYAN / Köşe Yazarı

12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Gabar ÇİYAN / Köşe Yazarı

Bîranîna Musa Anter

23 Eylül 2016 Cuma 11:24

 

Bavê min, di dikana xwe î mezin de tacîrî dikir, bi kirîn û firotina xwarin û vexwarinê mijûl bû. Dikan nêzî sêrêya taxa qijleya Nisêbînê bû û li seknoka timobîlên gundan dinêrî. Rojê bi dehan kes ji bo kirîn û firotinê dihatin dikanê. Beşek jê, dost û nasên bavê min, rûdiniştin û sohbet dikirin. 

Bavê min, bi hejmarek rûniştvanên taxê re, ku bi eslê xwe ji hêla Omeriya, Sêrtê, Dêrika Çiyayê Mazî, gundên dora Cizîr û Mêrdînê bûn, ji bo çareserkirina pisrgirêkên civakî li taxê û bajêr aktîf kar dikirin. Tifaqa xelkê esas digirtin. Hez ji şer nedikirin, aştîxwaz bûn. Li dijî neheqiyan radiwestiyan. Girtin û ixbarkirina mirovan û tadeya li wan, nedipejirandin. Loma xelkê hez ji wan dikir, rêz û hurmet nîşan didan.

Ez bawer im, 12 salî bûm û pola dawî li dibistana bingehîn dixwend. Dema ji dibistanê dihatim, diçûm dikanê, li ser masê rûdiniştim, bi ders û xwendina kitêban mijûl dibûm. Kêfa min ji xwendin û nivîsînê re dihat. 

Min, cara pêşî, dema zaroktiyê, dawiya xwendina dibistana bingehîn Apê Musa dîtibû. Wê rojê ji dibistanê zû derketibûm û hatibûm dikanê. Piştî serastkirina dersên xwe, kitêbek dixwend. Zilamek mêvanê bavê min bû û sohbeta wan bi germî didomiya. Ji bavê min re digot, ”xalo”. Zimanê sohbetê bilind bû. Dema mêvanên qedirbilind dihatin dikanê, bavê min kar dispart dayika min û wext dida mêvanên xwe. Ji bo rehmetiyê Musa Anter jî wiha kiribû. Apê Musa dema sohbetê de, li min dinêrî carna, xwendin û kûrbûna min î li ser dersan bala wî dikşand. ”Xalê me î biçûk zîrek xuyanî dike”, digot bavê min. Min fêm nedikir, ku çawa zarokekî 11-12 salî dikare bibe xalê zilamekî 40-50 salî. Lê peyvên xweş û serbilindiya wî dida min, bi dilê min bû û îro jî dixwazim layiqî wan peyvan, mezinbûn û mutewazîbûna rehmetiyê Musa Anter bibim. 

Du roj derbas bûn, mamosteyekî nasdar, kitêba Musa Anter a bi navê ”Kimil”ê diyarî da min. Min pirsî û fêm kir ku Musa ne tenê nas û dostê malbatê ye, lê belê ew nivîskar, rojnamevan û siyasetvanekî nasdar e. 

Erê zimanê me ê malê û kuçan bi kurdî bû, lê cara yekem min kitêbek ku beşek jê bi kurdî bû didît û dixwend. Kêfa min jê re hatibû. Gelek wext derbas nebû, di destpêka dibistana navîn de, ez di nav heval û xwendevanên çend sal li pêşiya xwe de, fêrî çend peyvên nû ”kurdayetî”, ”pêşmerge”, ”qedexekirina zimanê kurdî”, ”aştî û azadî”yê dibûm. Min, nakokiya li dibistanê û malê  didît. Lê fêmkirina pirsa ”gelo çima bi zimanê malê û taxê, perwerdeya bi Kurdî qedexe ye, di şûna wê de, em bi zimanek biyanî, bi turkî dixwînin û dinîvisînin?”, ji bo min, di emrê zaroktiyê de, ne hêsan bû.

Apê Musa, gelek carên din bûbû mêvanê bavê min. Pirs ji min dikirin û min bersiv dida. Pir kêfa wî dihat û ji bavê min re digot ”xalê me î biçûk ji me ye”. Peyvên wî li hesabê min dihat, pê kêfxweş dibûm û min li xwendina ziman û edebiyatê sortir dikir. Beşdarbûna siyasetê jî wiha. Emrê min biçûk bû. Bavê min dilbitirs bû. Qala xetera girtinê dikir…

Min hez ji xwendin, nivîsînê dikir. Di dawiya salên lîseyê dest bi karê rojnamevaniyê kir. Bê guman di hilbijartina meslekê rojnamevaniyê de bandora Musa li min bûye. Wê wextê çûn û hatina min î mala wî a li bajaroka Stilîlê (Akarsu) dest pê kiribû. Di her fersendê de diçûm wir. Min kitêbên wî dixwend, hevpeyvîn û makalên wî dişopand. Paşê bûm edîtor û nivîskarê rojnameya Nisêbînê. Bi rojnameyên din ên li herêmê re têkiliyên min xurt bûn. Hetanî sala 1988 an, derketina min î derveyî welêt jî, dema Apê Musa dihate bajêr, rêya xwe bi edîtortiya rojnamê dixist. Paşê daxwaziya min neşikand û carê ji rojnameya bajêr re nivîsî. Bi nivîsên wî re, xwendevanên me zêdetir dibûn. Lê bala polîsxaneya Nisêbînê dikşand. Çend caran gazî min kirin…

Berî derkevim derveyî welêt, qala projeyên xwe ên nû dikir. Li ser derxistina kovarek bi navê Rojhilata Navîn (Ortadogu) di axivî. Min dîtina xwe ji hêla teknîkî û mijarên jê re bibe naverok, anîbû zimên. Dixwest ku piştgiriya projê bikim û pê re bim. Ji ber hinek sedeman plan neçû serî û ma pêşerojê.

Qala amadekirin û plana kitêbên xwe ên nû dikir. Hinek nivîsên li ber destên xwe nîşanî min dida. Min dixwend û dîtina xwe dihanî zimên. 

Pirsa ”gelo Apê Musa çima li bajarokek biçûk, Stilîlê dijî?”, bala min kişandibû û îro jî wiha. Musa dikarîbû li Nisêbînê, an jî bajarek mezintir bijî. Ew, çavdêr û analîzekarekî xurt û zîrek bû. Dîroka herêmê baş nas dikir û xwedî tecrube bû. Ez bawer im, Stilîlê, jê re dibû pacek ku pê nefesê bistîne, rastiyan bişopîne û binîvisîne. Jiyana çandî û nav xwezayê, têkiliya yekser bi jiyana gund û xelkê re, bexçe û kûlîlkên wî ên rengîn, wî bisihetir û hêztir dikir ku berxwe bide û xwe bi nû bike. Pisgirêka Kurd, bi siyaset, pêşketin û zexta li ser, bibîne û tesîra wê li civatê bipîve, qala wê bike. 

Musa bi zaroka re zarok, mezinan re mezin bû. Kêfa wî ji henekan û henekbêjan re dihat. Henekên Stiliyan ku vekirî û yekser bûn, dikir cihê kêf û niqaşê. Bi kesên xwedî tecrûbe re, bûyer û serpêhatiyên herêmê niqaş dikir, tebîniyên wan dinîvisî û tespîtên nû lê zêde dikir. 

Ji hêla madî û manewî ve alîkariya gelek xwendevanan kir, bibû bav ji wan re. Hinek jê li mala wî, beşek mezin bi têkiliyên emirdirêj, rêz, hurmet û girêdanên xwe nîşanî wî didan. Ji derve û hundir, mêvanên wî diçûn û dihatin, deriyê wî herdem vekirî bû. Vexwarin û xwarina wan bi destê xwe û alîkariya wan ciwanên manewî amade dikir, bi şêweyekî modern dihanî ser masê, di serwîskirinê de merdbûn û kûrbûna xwe a çandî nîşan dida. Di metbexa wî de alavên Europî pir bûn û ew tev bi zanabûn bikar dihanîn. 

Wî bi hevalên dema xwe re, rewşa kurdayetiyê ku di bin dereca sifirê de (-0) bû, bi girtin, zîndanîkirin, lêdan, tadeyî û kedek mezin anîne dereceya normal. Musa hat girtin, îşkencekirin û kete hepsê, lê rêya xwe şaş nekir. Aqil da kesên dora xwe, aqilmendiya wî sînor nas nekir. Dîtinên rehmetiyê Apê Musa Anter îro jî ji bo aştiyê û çaraseriya pirsgirêka Kurd bi nirx in. 

Di salvegera wefata wî de, em wî bi hurmet û rêzdariyê bibîr dihênin. Ew ê dilê me de herdem bijî…  

 

Bu yazıya henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim