1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Bîranîna Necmettin Büyükkaya
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Bîranîna Necmettin Büyükkaya

A+A-

Vê heftê salvegera şehadeta tekoşer û lehengê mezin Necmettin Büyükkaya ye. Jiyana Büyükkaya ji gelek aliyan ve balkêş e: Ger û tekoşîna wî li gelek aliyên welêt. Xebata polîtîk di avakirina rêkxistinan de. Helwêsta wî a Kurdistanî, egîtiya wî û fedekariya wî...

Büyükkaya, ji bo parastina berjewendiyên netewî, tirs û tehdît nas nekir. Dema pêwîst bû, meqamê polîtîk û kariyêra meslekî kir qûrban. Wextê bakurê Kurdistanê di bin agirê cunta leşkerî de dişewitî, jiyana li Ewropayê bi cî hişt û hat welêt. Piştî hate girtin, li zindana Amedê berxwe da, teslîm nebû. Neco, heta roja di bin îşkencên giran de di çileya 1984 an de şehîd bû jî, ji a xwe nehate xwarê û serî netewand.

1943 an de li gundê Karahana Sîweregê hatiye dinyê. Dibistana seretayî û ya navîn li Sîweregê, lîse li Amed û Edenê xwend. 1965 de li zanîngeha Istanbulê dest bi xwendina hiqûqê dike. Di sala dawiyê de, ji ber karê polîtîk û zextên dewletê xwendina xwe bi cî dihêle.

Büyükkaya, di rêvebiriya DDKO û TDKP de cî girtiye. Di TİP ê de karê siyasî kiriye.

Neco gelek nivîs li pey xwe hiştin. Birayê wî Şervan nivîsên wî, 1992 an de berhev kir. Pirtûk bi navê "Kalemimden Sayfalar" di nav weşanên APEC ê de belav bû. Bi munasebeta salvegera şehadeta wî de, ji kitêbê, nivîsa "silav li şehîdan!" parvedikim. Neco di bîra me de ye. Di dilê me de dijî. Şehîdên welêt taca serê me ne. Serbilindiya netewa me ne. Yezdan wî û tevayê şehîdan bi rehma xwe şa bike.

"Şehîd ew kes e ku di rêyek pîroz de, di şerrek bi heq de tê kûştin. Ango, kesê ku ji bo rizgariya welatek, netewayek anjî sinifek bindest şer bike û bê kûştin, şehîd dibe.
Giraniya buha ya azadiya netewayan bi şehîdên wan ve tê wezinandin. Şehîdên me bêhejmar in. Her şehîd hem kulek e di dilê me de, hem jî hêviyek e.
Em kîjanî bêjin ku?
Tu Şêx Seîd dixwazî? Tu Yado, Seyid Xan, Elî Şêr, Qadi Mihemed an Mistefa Xoşnav dipirsî? An na bi hezaran qehremanên bênavûdeng dibêjî? Binihêre Mele Eware, Faik, Faxir Mihemed ji wir dest diweşînin! Ji xwe xwîna Mihemed Cantekîn, Emer Eyne. Ewnî, Cewahîr û ê Denîz hîn sar nebûye. Cabbar, Izzet û bi dehan xortên dil pola, di şaxên Qeşûrî, Goiyan de kulîlk in. Binihêre nalîn tê ji şikeftek tarî! Huvdeh xort li wir gulebaran bûn. De îcar tu kuma xwe deyne ber xwe û bibêje: Ka tu ji bo Çeko, Brûsk û Şivan çi dibêjî?
Her nav pêtiyek sor e di dilê welatperwer û şorişgeran de. Her yekî, bi heta dilopên xwîna xwe ên dawîn, ala rizgariyê bi hemû hêzê xwe ve bilind kiriye. Ew numûne ên nemir in ji xortan re.
Xortên nûgihiştî rahijtine wê alê. Ala bi xwîna şehîdan xemilandî. Pêl dide li ser bilindahiya çiyayan de.
Silav li we hemû şehîdno! Hûn her dijîn di dilê xelkê de. Bîraniya we ji birîna bindestiyê re derman e. Xweş derman e. 08.12.1976, Neco."

 

Bu yazı toplam 1398 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.