1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Biryara Netewên Yekgirtî li dijî "DI"yê
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Biryara Netewên Yekgirtî li dijî "DI"yê

A+A-

Gabar ÇIYAN

 "Tenê di çend mehên dawiyê de, hemara kesên ji Ewropayê tevlî hêza DI-Dewleta Îslamî bûne 2 hezar kes in. Bi taybetî di hezîranê de, piştî îlankirina xelîfetiyê, anku dewleta îslamî li herêmê, tevlîbûna ji Ewropayê zêdetir bûye", dibêje şef û kordînatorê "Xebata li dijî Terorê yê YE-Yekîtiya Ewropayê", Gilles de Kerchove.

Piştgir, bêhtir ji 11 welatên Ewropayê çûne û tevlî grubên terorîst, bi taybetî hêza "DI"yê bûne. Lê ji awira beşdarbûna aktîf, qala 24 welatan tê kirin. Şop û dokumentên li ber desta, hejmara welatan zêdetir dike. Ji 74 welatên cewaz nêzî 12 hezar kesan beşdarî komên cewaz yên terorîst bûne. 

Ji bo çaraseriya pirsê, berî niha 15 welatên endam yê Konseya Ewlekariya Netewên Yekbûyî, di rêvebiriya Serekomarê Emerîka Barack Obama de civiyan. Obama di axaftina xwe de bala welatên endam kişand ser tevlîbûna 12 hezar kesan ji 80 welatan, bi taybetî li herêmên şer lê didome. Bêhtir çûne deverên "DI" û "Eniya Nusra" lê xurt in. Ji gelek welatan diçine şer. Divê ew welat rê li ber hemwelatiyên xwe bigrin. Tedbîrên pêwîst bihênin rojeva xwe.

Di civînê de biryarek cidî hate dayîn. Qerar, 193 welatên endamên Netewên Yekbûyî mecbûr dike ku, hiqûqa navxweyî bidin guhertin. Di dema tengasiyê de dê benda 7 an bikeve dewrê.  Li gorî wê, Konseya Ewlekariyê, "dema aştî û ewlekariya navnetewî bikeve xeterê dê tedbîrên mîlîterî bihêne rojevê".

Biryar dê gelek welatên endam bi komên terorîst yên mîna "DI"yê bîne hemberî hev. Hefteya derbasbûyî Fransayê gavek hiqûqî avêt: Hemwelatî anjî rûniştavên Fransayê bi armanca şerkirinê nikarin herin derveyî welêt. Dema bêne tespîtkirin, dikarin pasaport û nasnameya wan ji destê wan bên girtin.
Biryarên hişktir li Norvêc, Ingîlîztan û li Swêdê tên niqaşkirin. Wisa xuyanî dike ku, piştgirî û alîkariya ji Ewropayê diçe ji komên mîna "DI"yê re dê bi sînor bibe.

Biryar dê guhertinên cidî bi xwe re bihêne. Bi taybetî, li Yekîtiya Ewropayê dê pisporiya li ser pirsê kûrtir û hevkariya hêzên polîsî, li hundir û derve dê zêdetir bibe. Ji welat endam dê bên xwestin ku:

- Dêûbavên terorîstan bêne îknakirin ku bang li zarokên xwe bikin. Rê ji qanûna poşmaniyê re vekin. Beşdarên şer yên poşman bûne û vedigerin welatên xwe, bi erênî bêne pêşwazîkirin. 
- Kaniyên aboriyê û çekan bêne tespîtkirin û rê li ber bê girtin.
- Medya civakî bêhtir bêne raçavkirin. Xebata grubên terorîst bi gelek zimanan bên şopandin. Tedbîrên pêwîst bêne girtin.
- Li hemberî çalakiyên terorî li hundir û derve, plana lêdan û tedbîrên pêwîst hebe.

Qonaxa nû dikare hêzên desthilatdar yên cîhanê û Kurda nêzî hev bike. Beşek ji wan bibin mutefîkên xwezayî. Divê organîzayonên netewî, bi taybetî PKK, PDK, PUK amade bin û sûdê ji qonaxê bigrin.

 

 

Bu yazı toplam 710 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.