• Diyarbakır21 °C
  • Batman18 °C
  • Mardin27 °C
  • Bingöl14 °C
  • Bitlis11 °C
  • Elazığ17 °C
  • Erzincan11 °C
  • Şanlıurfa26 °C
  • Erzurum9 °C
  • Ağrı10 °C
  • Gaziantep21 °C
  • Hakkari14 °C
  • Muş12 °C
  • Siirt18 °C
  • Van14 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Budçeya 2014an pişta xwe zivirand karker, kedkar û xîzanan
11 Aralık 2013 Çarşamba 08:20

Budçeya 2014an pişta xwe zivirand karker, kedkar û xîzanan

Cîgirserokê Koma BDPê Îdrîs Balûken got ku Budçeya 2014an pişta xwe zivirand karker, kedkar û xîzanan.

 

TBMM - Li meclisê BDPê îtirazên xwe yên ji bo derxistina peyva "Kurdistana Tirkiyeyê" ya ji şerha muxalefetê ya di Pêşnûmaya Qanûnê ya Birêvebirina Navendî ya Budçeya 2014an" berdewam kir. 

Hasîp Kaplanê BDPyî got ku heke hûn fikr, maf û azadiyên partiyekî tune bikin em ê serî li AÎHMê bidin."

Balûken li ser navê BDPê di axaftina xwe ya li ser hemû budçeya 2014an de çavronahî da malbata Parlementerê CHPê Mûstafa Balbay. Balûken got ku divê parlementer, şaredar û hemû siyasetmedarên girtî demildest serbest berdin. 

Balûken diyar kir ku para ku îqtidar ji bo ewlehiyê vediqetîne her sal çiqas diçe zêdetir dibe. Balûken got ku "Dema mirov lê dinêre mirov dibîne ku ji bo Wezareta Hawirdorê pareke bi qasî ji hezarî 3 hatiye veqetandin, lê ji bo sepanên ewlehiyê û yên ku tehdeyê li ser gel dike, pareke bi qasî ji sedî 13,2 hatiye veqetandin. Kedkarên kamûyê xistine rewşeke bipeyman, li ser şirketên taşeron dixebitin, bi sedhezaran mamoste nehatine tayînkirin lê jimara polêsan derdixînin li ser 300 hezarî. 

Balûken got ku Budçeya 2014an pişta xwe zivirand karker, kedkar û xîzanan û wiha axivî: "Ez ji vir dixwazim bangî parlementerên îqtidarê bikim, we di budçeya 2014an de veberhênanên nû yên ku dê îstihdamên nû derxînin kêm kirin, pêşkeşiya xizmetên kamûyê bêtir xist; zêdebûna heq di bin enflasyonê de hişt. We ji bo kamûyê girtina xebatkaran nîvenîv kêm kir. We pişta xwe zivirand xîzanên vî welatî û berê xwe da dûv û boçikên rantiye û kapîtalîzma fînansê. We teşwîqên ku pişta xwe didin sermayeyê derxis ji sedî 15ê budçeyê. We hemû barê budçeyê bi zêdebûna OTV û KDVyê xiste stûyê gel. 

We ewlehiya civakî wekî ewlehiya sermayeyê dît. We ji aliyekî ve got ku di 'sistema ewlehiya civakî de kêmasî hene' we ji aliyê din ve bi guherînên qanûnî û sepanên teşwîqê, di prîmên kardêran de ji sedî 25 daxistin kir. Di maweya îqtidara we ya 11 salan de gel hêjar bû, AKP jî bêtir dewlemend bû û dewlemendên xwe bi xwe derxistin. Niha hûn li bendê ne ku em vê budçeyê bipejirînin? Hûn wisa difikirin ku em jî siyaseta gel nakin, ya rantê dikin? Ne gengaz e ku em vê budçeyê tesdîq bikin." 

Balûken di axaftina xwe de polîtîkayên perwerde û tenduristiyê jî rexne kir û ev pirs kir: "Berdêla perwerdeya bi zimanê dayîkê ya gelekî nabe, gelo li vî welatî zarokên tirk dikarin bi qasî pereyên xwe perwerdeyê bibînin ku ji bo zarokên kurd perwerdeya bi pere tê payîn?"

Balûken diyar kir ku li ser bûyera Roboskiyê re 2 sal borîn, digel vê yekê heta îroj tu kes dernexistin li hemberî dadgehê, tu birêvebirên leşkerî û sivîl ji karê xwe nehat dûrxistin û der barê destpêka pêvajoya çareseriyê de bal kişand li ser hin tiştan. 

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim