Bulent Arinç: Pêvajoyek nû ya çareseriyê lazim e!

Bulent Arinç: Pêvajoyek nû ya çareseriyê lazim e!
Alîkarê berê yê Serokezîrê Tirkiyê û yek ji damezirênerên AKPê, Bulent Arinç diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd li Tirkiyê, divê pêvajoyek nû were destpêkirin û got, çimkî ev pirsgirêk bi çek û şer nayê çareserkirin.

 

Hewlêr – Bulent Arinç, duh bi şev bû mêvanê bernameya “Egrisi Dogrusu” ya CNN Turkê û bersiva pirsên Taha Akyol da.

Arinç derheqê şer û aloziyên Bakurê Kurdistanê û têkçûna pêvajoya çareseriyê de axivî û got, lazim e pêvajoyek mîna “pêvajoya çareseriyê” were destpêkirin çimkî Tirkiye him di nav de him jî li derve, bi tehdîdan hatiye dorpêçkirin. Helbet tehdîdên derve ji yên hundir mezintir in.

Ji bo nehîştina wan tehdîdan jî alîkarê berê yê Serokwezîrê Tirkiyê wiha axivî, yekane çareya vê yekê jî ew e ku tehdîd û metirsiyên hundir nemînin. Divê aştiya civakî pêk were û dewlet û milet li hev werin û hevdû himêz bikin û şer û teror jî nemîne.

Li gorî wî siyasetmedarê tirk, teror bi şer û çekan nayê tinekirin ji ber wê jî divê dîsa pêvajoyek mîna “pêvajoya çareseriyê” were avakirin. Eger dewlet naxwaze partiyek din bixe dewsa HDPê wê çaxê bila dîsa HDPê ji bo vê yekê amade bike.

Bulent Arinç wiha domand, ev kar ne îro xilas dibe ne jî dê mehek din xilas bibe. Dibe ku yek jî li wir nemîne (qesta wî ew e ku yek şervan jî li nav bajaran de nemîne) lê gelo haya we jê heye çend hezar kes çûne çiyê? Ez nabêjim çend sed kes dibêjim çend hezar kes! Divê pêvajoya ku bi gellek zehmetî û metirsiyan hatibû destpêkirin, dîsa zindî bibe. Li gorî min navê “pêvajoya çareseriyê” jî kartû bûye, divê were guhertin.

Wî hevalê berê yê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di bersiva vê pirsê de ku gelo haya Erdogan ji rêkeftina 28ê Sibata 2014ê ya navbera HDP/Ocalan û dewletê de hebû yan na, got, belê haya wî ji her tiştî hebû, heta rûniştina şandên her du aliyan jî bi fermana wî hatibû kifşkirin!

Arinç, ku di hemen demê yek ji damzirênerên AKPê ye jî, di bersiva vê pirsê de ku gelo di nav AKPê de “du-serî” heye yan na, got, ez dizanim lê nabêjim!

Bulent Arinç, him di dema serokwezîrtiya Erdogan de alîkarê Serokwezîr bû him jî di serdema serokwezîrtiya Davûtoglu de.

   

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.