1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Butçeya Kurdistanê 2 trîlyon û 400 milyar dînar kêm bû
Butçeya Kurdistanê 2 trîlyon û 400 milyar dînar kêm bû

Butçeya Kurdistanê 2 trîlyon û 400 milyar dînar kêm bû

Hikûmeta İraqê ji beşa butçeya Herêma Kurdistanê ya sala 2014’ê 2 trîlyon û 400 milyar dînaran kêm dike.

A+A-

Navenda Nûçeyan

BEXDA -  Di vê derbarê de Wekîlê Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê Reşîd Tahîr ji BasNewsê re got: ‘’Wezareta Darayî ya İraqê bi hinceta kêmbûnê beşa butçeya 2014’ê ya Herêma Kurdistanê kêm kiriye.’‘

Reşîd Tahîr wiha axifî: ‘’Butçeya Herêma Kurdistanê ya sala 2014’ê destpêkê 18 trîlyon û 700 milyar dînar bû, lê niha bûye 16 trîlyon û 400 milyar dînar, wate 2 trîlyon û 400 milyar dînar ji beşa butçeya Kurdistanê hatiye kêmkirin.’‘

Tahîr da zanîn ku heta niha ew 16 trîlyon û 400 milyar dînarên beşa butçeya Herêma Kurdistanê bi tevahî nehatiye çesipandin hu dibe kêmtir jî bikin û wiha axifî: ‘’Destpêkê gotin butçeya İraqê 175 trîlyon e, lê bêyî hîç planekê niha dibên bûye 160 trîlyon û evna ji nişkave 15 trîlyon kêm bûye, em nizanin li ser çi bingehekî ye.’‘

Reşîd Tahîr pesendkirin û paşketina butçeya 2014’ê bi rewşa siyasî ya İraqê ve girêda û bi baweriya wî kes nizane dê kengî were pesendkirin.

 

Bu haber toplam 689 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.