1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Çadira koçberên Rojava şewitî
Çadira koçberên Rojava şewitî

Çadira koçberên Rojava şewitî

Li Kampa Erbet a koçberên Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê şevê din agir bi çadirekê ket û di encam de kesekî 90 salî canê xwe ji dest da û jin û keçek jî birhindar bûn.

A+A-

Navenda Nûçeyan

SILÊMANΠ- Şevê din li Kampa Erbet a koçberên Rojavayê Kurdistanê agir bi çadirekê ket û di encam de koçberekî 90 salî canê xwe ji dest da, jin û keçeke din jî birîndar bûn û bo nexweşxaneya Silêmaniyê hatin veguhestin.

Di vê derbarê de Efserê Binkeyê Polîsên Erbet Komîser Eta Baram agahî dan çapemeniyê û got: ‘’Li gor lêkolînên destpêkê, dibe ku agir ji ber şorta elektrîkê derketibe, di vê bûyerê de jî hevwelatiyekê 90 salî canê xwe ji dest daye, jineke 43 salî bi rêjeya ji sedî 6 şewitiye, herwiha keçeke temen 11 salî jî bi rêjeya ji sedî 25 şewitî ye û her du nexweş bo nexweşxaneya Silêmaniyê hatin veguhestin.’‘

Bu haber toplam 614 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.