• Diyarbakır28 °C
  • Batman29 °C
  • Mardin33 °C
  • Bingöl23 °C
  • Bitlis28 °C
  • Elazığ27 °C
  • Erzincan25 °C
  • Şanlıurfa30 °C
  • Erzurum23 °C
  • Ağrı26 °C
  • Gaziantep30 °C
  • Hakkari25 °C
  • Muş22 °C
  • Siirt30 °C
  • Van23 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Çalakiya rojiya mirinê ya Gokkan kete roja 6'emîn
04 Kasım 2013 Pazartesi 16:42

Çalakiya rojiya mirinê ya Gokkan kete roja 6'emîn

Serdana Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a ev 6 roje ji bo şermezarkirina çêkirina "Dîwarê şermê" ya di navbera Nisêbîn-Qamişloyê de ketiye rojiya mirinê, berdewam dike. Hevseroka HDP'ê Sebahat Tuncel, ji Gokkan re bi betaniyan sîwan çêkir, Rojavayiyên hatin

Serdana Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan a ev 6 roje ji bo şermezarkirina çêkirina "Dîwarê şermê" ya di navbera Nisêbîn-Qamişloyê de ketiye rojiya mirinê, berdewam dike. Hat dîtin ku Gokkan di seatên sibehê de betaniye avêtiye ser xwe razaye. Hevseroka HDP'ê Sebahat Tuncel, seat 10.30'an de hat cihê çalakiyê, piştî hilbijêrên BDP'yî ku ev 3 rojin ketine çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bê dorveger ziyaret kir, çû cihê çalakiyê ya Gokkan. Tuncel, bi heyhetekî ku ji 10 kesan pêk dihat çû cem Gokkan, li ser têlên sînor ên li cihê çalakiyê bi bataniyê sî ji Gokkan re çêkir. Piştî Tuncel kete qada bi mayînkirî ji wesayîta polîsan anonsa "Herêma bi mayînkirî û cihê qedexe ya leşkeriyê ye" hat kirin jî Tuncel li qadê li ba Gokkan rûnişt û pê re sohbetê kir. Tuncel a ku hêj jî bi Gokkan re sohbetê didomîn e, li bendê ne ku di seatên pêş de daxuyaniyê bide. 

Ligel guleyê jî Rojavayiyan kon çirandin
 

Komek Rojavayî yên ji 10 kesan pêk dihat hatin sînor jî, konê kesk ê ji alê Rojavayê avêtine ser têla sînor veçirandin. Li ser vê yekî leşkerên hatin cihê bûyerê, konan careke din avêtin ser têlan, Rojavayiyan ligel hişyariya leşkeran dîsa konan veçirandin. Li ser vê yekî ligel leşkeran guleya hişyariyê berda hewayê da jî, Rojavayiyan veçirandina konan berdewam kirin. Rojavayiyên ku konên li ser têlan veçirandin û birin aliyê din a sînor, konan li erdê raxistin û li serî rûniştin. Li ser vê yekî leşkeran piştî nîv seat dîsa konan avêtin ser têlan. Rawestandina Rojavayiyan a li sînor didom e. 

'Endamên meclîsa şaredariyê biryara dê dîwar li sînor neyê çêkirin girtin'

Ji bo piştgirî bidin Gokkan Rojavayî û hemwelatiyan li jora cihê çalakiyê disekinin, beranberê hev bê navber diruşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Rojava" avêtin. Li aliyê din endamên Meclîsa Şaredariya Nisêbînê li avahiya şaredariyê de civîn li darxistin, çavkaniya Hevpeymana Kyoto û Ottowa ya Wezaretiya Çandê ya Dibistana Nîsîbîs wek e qada sît hatiye pejirandin, şerta Xweseriya Herêmî ya Ewropayê nîşandan, biryara dê li sînor neyê çêkirin dan. 

Li bendê ye ku di seatên pêş de endamên Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB), ya Gokkan ziyaret bikin e. 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim