• Diyarbakır14 °C
  • Batman12 °C
  • Mardin18 °C
  • Bingöl8 °C
  • Bitlis4 °C
  • Elazığ3 °C
  • Erzincan9 °C
  • Şanlıurfa17 °C
  • Erzurum-2 °C
  • Ağrı7 °C
  • Gaziantep16 °C
  • Hakkari7 °C
  • Muş-4 °C
  • Siirt14 °C
  • Van6 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Çalakiyên dayikên aştiyê ji bo parlementerên girtî didome
26 Aralık 2013 Perşembe 12:55

Çalakiyên dayikên aştiyê ji bo parlementerên girtî didome

Meclisa Dayîkên Aştiyê ya Amedê 2 rojan gireva birçîbûnê pêk anîn. Dayîkan gotîn: "Em qirkirinan, cudabûn û bêmafiyan ji bîrnakîn. Heta qatîlên zarokên me diyarnebin emê dev ji wan bernedin."

AMED - Li Amedê bi boneya bertek nîşanî serbestbernedana 4 parlementerên BDP'ê, yên girtî û parlementerê Wanê yê serbixwe Kemal Aktaş Meclisa Dayîkên Aştiyê ji bo 2 rojan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kiribûn û îro bi dawî dikin. Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê a Amedê Nezahat Teker diyar kir çalakiya ku parlementerên HDP'ê li Meclisê dabûn despêkirin wan dewirgirtiye û got: "Divê demek ji ya dinê zûtir parlementerên girtî û girtiyên dinê serbest bêne berdan. Parlementerên me ji aliyê gelê kurd ve hatine hilbijartin. Berî niha hefteyekê bireva birçîbûnê ya ku parlementerên HDP û BDP'ê li Meclisê dabûn despêkirin me berxwedana wan dewir girt. Çima parlementerê CHP'ê Mustafa Balbay berdidin, Çima parlementerên BDP'ê bernadin?"

'Piştî girevê emê biçin Roboskiyê'

Teker, da zanîn qirkirinên ku hatine kirin ji bîr nekirine, ji bo faîlên wan bên darezandin dê li her qadê berxwedana xwe bi domînin. Teker wiha derbirî: Di 28'ê kanuna 2011'an de li Roboskî ya girêdayî navçeya Qilaban a Şirnexê di encama bumbadumana ku ji aliyê firokeyên dewletê ve hatî kirin de 34 welatiyan jiyana xwe ji dest dabûn." Teker ji bo duyemîn salvegera qirkirinê wiha got: "Çawe ku me çalakiya gireva birçîbûnê li darxist em qirkirinên ku hatine kirin jî ji bîr nakîn. Qirkirinên Roboskî, Parîs û Gever tu carî ji hiş û bîrê me dernakevin. Ev du sal li ser qirkirina Roboskî re derbasbû. Duyemîn salvegera qirkirinê nêzdibe. Dema ku me gireva xwe ya birçîbûnê bi dawî kir emê biçin Roboskî. Emê li wê êşa wan dayîkan parvebikin."

'Em naxwazin weke Dayîka Berfo çav vekirî biçin'

Teker, daxuyand ku ew di xwazin yên ji aliyê dewletê ve hatîn wendakirin faîlên meçul demek ji ya dinê zûtir bên ronîkirin. Teker da zanîn pêvajoya nû ya ku ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan ve hatî li derxistin yek alî di dome û wiha domand: "Em ji bo hukimeta AKP'ê di bêjin lîstokên we di tu deshilatdariyan de nebû. Em nayên lîstokên we. Pêvajoya ku Serokê me daye despêkirin yek alî di dome. Em hêvîdarin ku êdî dilê dayîkan ne şewite. Em naxwazin weke dayîka Berfo çav vekirî biçin. Di demeke nêz de aqubeta zarokên me yên wenda bidin nîşa me. Dayîk hezar car dibêjin êdî bese. Bila êdî dayîk negrîn. Em di vê çalakiya gireva birçîbûnê de zarokên xwe yên di zindanan de silav dikin."

'Dê berxwedana me qirkirinê derxe ronîbûnê'

Endama Meclisa Dayîkên Aştiyê Leyla Aslan jî diyar kir ku divê parlementerên BDP'ê yên girtî serbest bên berdan û wiha got: "Divê heyeta dadgehê edaleta rastî derxe holê. Em serbest berdana parlementerên BDP'ê di xwazin. Em ji bo wan vê çalakiya gireva birçîbûnê dikin. Li girtîgehan nêzî 500 girtiyên nexweş hene. Rewşa wan pir girane. Em serbest berdana wan di xwazin. Emê di dawiya çalakiya xwe ya gireva birçîbûnê de biçin Roboskî. Heta ku qatîlê zarokên me yên di qirkirina Roboskî de jiyana xwe ji dest dane der nekevin holê emê wan bernedin. Divê qatîlên qirkirinên Parîs û Geverê jî derkevin holê. Dê berxwedana me ji bo ronîkirina van qirkirinan bi domin."

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim