• Diyarbakır31 °C
  • Batman30 °C
  • Mardin34 °C
  • Bingöl27 °C
  • Bitlis26 °C
  • Elazığ29 °C
  • Erzincan27 °C
  • Şanlıurfa36 °C
  • Erzurum22 °C
  • Ağrı24 °C
  • Gaziantep32 °C
  • Hakkari27 °C
  • Muş26 °C
  • Siirt32 °C
  • Van22 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Can: Divê hukûmet niyeta baş nişan bide
11 Aralık 2013 Çarşamba 08:23

Can: Divê hukûmet niyeta baş nişan bide

Ji Heyeta Mirovên Aqilmend Celalettîn Can destnîşan kir ku eger tê xwestin pêvajo bi selametî bimeşe, pêwîste tavilê ev pêşniyar bikevin meriyetê.

Serokê Weqfa 78'an û ji Heyeta Mirovên Aqilmend Celalettîn Can komkujiya dawî ya li Geverê ji nirxand û got, "Pêlîstina gora mirovekî, pêlîstina pîrozmendiya gelekî ye, pêlîstika pîrozmendiya gelekî, berxwedana wî gelî rewa dike." Can da xuyakirin ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo rêveçûna pêvajoyê pêşniyar kiriye ku bingeheke qanûnî were danîn, alî û statuyên wan bên naskirin û desteyeke hakem a bê alî were ava kirin û ew vê yekê di cih de dibîne. Can destnîşan kir ku eger tê xwestin pêvajo bi selametî bimeşe, pêwîste tavilê ev pêşniyar bikevin meriyetê.

 Bûyerên li Geverê, ku polîsan du sivîl qetil kirin, divê çawa werin xwendin?

Hikûmeta AKP ji aliyekî ve dibêje em en alîgirên pevçûna çekdarî ne, em alîgirên pêvajoya aştî û çareseriyê ne, bûyerên li Geverê jî weke provokasyonê radigihîne. Li aliyê din lîderê PKK'ê Birêz Abdullah Ocalan jî vê weke provokasyonê bi nav dike. Hem hikûmet hem jî PKK xwedî meyla pevçûnê nînin. Pêvajoya aştî û çareseriyê diparêzin. Bi wî rengî xuya dike. Lê belê diyare ku hikûmeta aliyekî temsîl dike, nikare li ser polîs, leşker û burokrasiya xwe serdest be.

Gelo rasthatineke ku ev qetilkirin li demeke di navbera cemaet û hikûmetê de pevçûn dijwar bû, rû da?

Di vê mijarê de ezê şîroveyê nekim. Lê bi dîtina min, yên ev provokasyon kirine ji vê nakokiyê sûd wergirtiye. Ji ber ku di rewşeke nakokiyeke bi vî rengî li holê heye de, hin hêz dibe ku xwestine ji vê nakokiyê sûdê werbigirin.

 Li gel vê rewşê, gelo ew xwepêşandana Serokwezîr Erdogan a li Amedê bi Mesût Barzanî yê sînor li Rojava girtiye û helwesteke dijber nîşan dide, tê çi wateyê?

Bi dîtina min Tirkiyê şert û mercên jiholê rakirina wê xetê amade kir û bi Barzanî re ket nava têkiliyê, şert û mercên ku petrola Kurd ji Duhê di nava Tirkiyê de ji ser Cehyanê li cîhanê belav bibe, vekir. Bêguman rejîma Malîkî mûxalîfê derbasbûna vê xeta petrolê di ser Tirkiyê re bû. Wan piştgirî didan Sûriyê û dixwestin di ser Sûriyê re ev xet derbas bibe. Lê di heman demê de li dij derdiket ku Mesût Barzanî bêyî hikûmeta navendî peymanan mor bike. Tirkiye tevî dijberiya Malîkî jî ev kir, Barzanî anî Tirkiyê şert û mercên peymanê mor kir û peyama xwedîderketina li Barzanî da Malîkî. Aliyê wê yê duyemîn jî; beriya hilbijartinên herêmî xwest peyama "Bi tenê tu nîne, di mijara Kurd de Barzanî jî heye" bide Birêz Ocalan. Bi vî rengî hewl da di pêvajoya muzakereyan de Ocalan hinekî dûr bixîne û şert û mercên xwe bide qebûlkirin. Di ser Barzanî re hesap kir ku dengên gelê Kurd bistîne.

 Gelo Mesût Barzanî, ji ber bi kêrî hikûmeta AKP'ê nehat konferansa neteweyî ya Kurd taloq kir?

Barzanî vê gavê bi PKK'ê re ne di nava tifaqekê de ye. Tevgera azadiya ya li Rojava û xweseriya li Rojava naparêze. Polîtîkayên Barzanî yên der heqê Rojhilata Navîn de, alîgirê AK Partî ye. Hewl dide bi AK Partî re siyasetekê bimeşîne. Di vê çarçoveyê de hat Amedê. Weke parçeyek ji AK Partî piştgiriyê dide hin komên li Rojava û hewl dide PYD'ê tengav bike. Her wiha ji ber bi AK Partî re di nava tifaqê de ye xeta lûleya petrolê di ser Tirkiyê re derbas dike û konferansa neteweyî betal kir. Barzanî dixwaze bêyî PKK'ê yekitiya Kurdan ava bike, dixwaze ev yekitî li dora wî pêk were û ji bo Kurdên li derdora xwe bicive jî hevkariya bi AK Partî re nîşan dide.

-Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina herî dawî de xwest pêvajo li ser bingeheke qanûnî bê rûniştandin, alî û statu bên naskirin û desteya hakem a bê alî bê avakirin. Hûn van pêşniyaran çawa dinirxînin?

Birêz Ocalan nûnerê Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Birêz Tayyîp Erdogan jî nûnerê hikûmeta Tirkiyê ye. Ev du aliyên muzakereyê ne. Birêz Ocalan dixwaze pêvajo li ser bingeheke qanûnî bê rûniştandin, di warê qanûnî de jê re statuyek bê dayîn. Yanî naxwaze ku hikûmet kengî xwest hevdîtinê bike, kengî nexwest hevdîtinê neke, yan jî hevdîtinê bi tenê di ser rayedarên MÎT'ê re bimeşîne, bi tenê weke bûyereke ewlekariyê binirxîne, kengî nexwest maseyê hilweşîne. Dixwaza weke nûnerê herî girîng ê Tevgera Azadiyê ya Kurd weke mûxatabê qanûnî bê dîtin û hiqûqa vê bê afirandin. Ev yek daxuyaniyeke gelekî rast e û ji xwe divê bi vî rengî be. Nuqteyeke din ew e ku; di hevdîtinên her du aliyan de eger aliyek maseyê hilweşîne, eger aliyek şaşitiyê bike, hin kêmasiyan bike, dixwaze desteyek hakem a bê alî bikeve navberê. Ev pêşniyarên Birêz Ocalan di cih dene û ji bo rêveçûna pêvajoyê pêwîste tavilê bicih werin anîn. Em ji destpêkê ve vê diparêzin. Dema gerîla dest bi vekişînê kir, dema bi Birêz Ocalan re muzakereyan destpê kir, dema heyeta mirovên aqilmend ava bû, diviyabû bingeha qanûnî bihata danîn.

ZEYNEP KÛRAY

(ANF)

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim