Çanakkaleyê deng da Nisêbînê
Yayınlanma:
Güncelleme:
DEM-GENÇ'ê rêveberiya awarte ya li navçeya Nisêbînê ku keta roja 12'emîn şermezar kir û xwest her kes deng bide Nisêbînê.
ÇANAKKALE - Konfederasyona Ciwanên Demokratîk (DEM-GENÇ)li Çanekkaleyê bi meşeke terora dewletê ya li Nisêbînê şermezar kir. Ciwanên ku li taxa Esenlerê hatin cem hev heta Kiraatxaneya Guler meşiyan û pankarta "Deng bide Nisêbînê" vekirin.
Ciwanan bi çepik, tîlîlî û fitandinê "qedexe" şermezar kirin û piştre daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de ciwanan bal kişandin li ser terora dewletê û wiha hate gotin: "Kurdistan di bin agir de ye. Li dijî vî zilmê bêdeng nemînin. Em li ir tên qetilkirin, li hemberî bûyerên diqewimin bêdeng nemînin, deng bidin Nisêbînê."
Welatiyên taxê jî bi çepikan piştgirî dan ciwanan û çalakî bi sloganan bi dawî bû.(diha)
Resmi İlanlar
Güncel
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.