Çanda mirtiban (DOM) diçe ber UNESCOyê

Çanda mirtiban (DOM) diçe ber UNESCOyê
Derhênerê Mêrdînî Halîl Aygun, bi belge fîlma "Dom"ê serî li UNESCOyê da. Derhêner, ji jiyana mirtiban ên ku li başûrê rojhilat wek "Dom", "Qereçî" û "Mirtib" tên binavkirin îlham girt û belge fîlm amade kir.

 MÊRDÎN - Derhênerê Mêrdînî Halîl Aygun, bi belge fîlma "Dom"ê serî li UNESCOyê da. Derhêner, ji jiyana mirtiban ên ku li Başûrê Rojhilat wek "Dom", "Qereçî" û "Mirtib" tên binavkirin îlham girt û belge fîlm amade kir.

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê mirtib diçin dawetan û li wir rebabê lê didin, debara xwe wiha dikin. Armanca derhêner jî ew e ku mirtib û çanda wan berze nebe. Heke mirtib bikevin lîsteya mîrata çandê ya UNESCOyê, dê UNESO wan bigre bin parastina xwe û çanda wan winda nabe. 

Aygun nûçegihanê AAyê re daxuyand ku belgefîlma Domê heta niha gelek xelat wergirtine û niha jî bi vê belgefîlmê serî li UNESCOyê daye.

Aygun got: "Dom tune tên hesibandin. Armanca me ew e ku li Mêrdînê çanda Doman dewam bike."

Aygun wiha dewam kir: "Berê koçer bûn. Niha herî zêde li Herêma Başûrê Rojhilatê dijîn. Di belge fîlmê de jî me jiyana wan a rengîn kişand. Li Mêrdînê hemû komên etnîkî li ber çavan in, lê Domhatin jibîrkirin. Hêviya me ew e ku ji bo Dom neyên jibîrkirin, der barê çand û jiyana wan de xebat bên kirin. Amûra ku bi kar tînin li gelek welatên dinyayê tê bikaranîn, lê Doman ew bi çermê mar û masiyê çêkirine û veguhestine amûreke xas û xwemal. Dom niha di dawetan de li vê amûrê didin û klamên kurdî dibêjin û bi vî awayî debara xwe dikin. Ji bo ev çand bijî me serî li UNESCOyê da."

Aygun da zanîn ku li Mêrdînê gelek şaristanî û çand hene û bi hev re dijîn, lê Domzêde nayên nas kirin.

Kaynak:Anadolu Ajansı

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.