1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Çandek jibîrbûyî û Sabri Atman
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Çandek jibîrbûyî û Sabri Atman

A+A-

Li Almanyayê ma. Demek dirêj li Swêdê xebitî. Paşê darbasî Holanda û Ingilîztanê bû. Vê kêliyê seferî ye. Li Emerîka, komarên berê yên Sovietê û welatên Europayê digere. Di eslê xwe de, mala wî tune ye. Cihê wî ne diyar e. Mêvan e.

Zêde bi kar û malê dinyê daneket. Li ser sedemên jibîrbûna çanda kevnare kur bû. Ji bo êşa miletê xwe bihêne zimên, welat bi welat geriya, digere. Hîs, xeyal, evîn û jiyana xwe daye vê oxirê. Serdana komele, federasyon, parlementoyên cewaz, dêr, saziyên însanî û siyasî ji xwe re kiriye karê rojane. Ne parêzer e, lê mafê çanda hatiye jibîrkirin, ya Asurî Suryaniyan diparêze.

Asurî Suryanî li herêma me, yek ji wan çandên herî qedîm e. Ji awira ilm, edebiyat, ziman, bawerî, huner û çandî ve bandora xwe li xelkên herêmê kirin e û bi xwe jî ketine bin tesîra wan. Di sedsala dawiyê (sala şûr) di dema qirkirina ermaniyan de, pir qûrban dan. Gelek kes di wextê SEYFO de hatin kûştin. Dest danîn ser mal û milkên wan. Tehdîta qirkirinê domiya, ji ser wan kêm nebû. Bi hezaran kes, ji herêmê derketin û berê xwe dan welatê xerîbiyê. Ketin ber pêla asîmîlasyon û xetera windabûnê.

Mamoste Sabri Atman êşa miletê xwe dihêne zimên. Neyartiya tu netewan nake. Ne yê pevçûnê, lê mirovê diyalogê ye. Li fêmkirina êşa miletê xwe digere. Pejirandina neheqiyên li wan hatiye kirin û dermankirina brînê giring dibîne. Çanda kevnare ku hatiye jibîrkirin dihêne bîra me, bîra mirovahiyê. Dixwaze, mîna hemû miletan, Suryanî jî, jiyana xwe li ser xaka bav û kalên xwe bidomînin. Zarokên wan bi azadî zimanê xwe bixwînin, bi çanda xwe mezin bibin û baweriya xwe bihênin pê.

Serokê giştî yê Seyfo Center e, Atman. Saziya mafê mirovan ku di rûnê xwe de sor dibe. Bi xebatkarên mutewazî, nefsbiçûk û fedakar bilind dibe. Ne bi neteweperestî, lê bi têkiliyên dostanî û mirovhezî bihêz dibe.

Gelek milet lehengên xwe yên nenas hene. Sabri Atman jî yek ji wan e. 30 sal in ku wî nas dikim. Bê deng, bê fêda şexsî, bê xwe derxîne pêş; bi merdî û fedekariya xwe barê xelkê hildigre. Bi riya civîn, nivîsîn, hevdîtin, têkilî, hevpeyvîn û diyalogan dibe dengê çanda jibîrbûyî.

Dem tê, dengê heqiyê guhdaran peyde dike. Rojên tarî cihê xwe didin xweşiyê. Di wan de deman de, lehengên bênav, baştir tên nasîn, fêmkirin û cihê wan bilintir dibe.

 

 

 

 

Bu yazı toplam 458 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.