1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Cara yekem Tirkiye da mehkûmkirin lê nikare vegere mala xwe
Cara yekem Tirkiye da mehkûmkirin lê nikare vegere mala xwe

Cara yekem Tirkiye da mehkûmkirin lê nikare vegere mala xwe

Ramazan Kinay di encama doza ku li DMME li hemberî Tirkiyeyê doz vekir, Tirkiye bi awayekî fermî cara yekemîn qebûl kir ku di salên 90'an de polîtîkayên şewitandina gundan pêk aniye.

A+A-

AMED - Li Tirkiyeyê di salên 1990'an de ji ber polîtîkayên zext û şîddetê li gor hejmara fermî zêdetirî 30 hezar mirov hatin qetilkirin, bi hezaran gund hatin şewitandin, bi milyonan mirovan ji neçarî koç kirin. Di huqûqa nevxweyî de hin sûcên ku hatine kirin û mexdûriyetên rû dane di nav salên derbasbûyî de bi zexta mekanîzmayên navneteweyî ku hat qebûlkirin, aliyê maddî yê mexdûriyetan her çi qasî bi qismî be jî hat xwestin bê berdaskirin, hin mînakên rû didin dide nîşandan ku ev xusûs bi şêwazên cuda dewam dike. Yek ji wan jî rewşa Ramazan Kinay e. 

Mala Kinay a li gundê Xanîk ê girêdayî navçeya Melezgîrt a Muşê di sala 1996'an de bi malên din re ji aliyê leşkeran ve hat şewitandin. Kinay û malbata xwe ku koçî Melezgîrtê kirin, li wir jî rastî zexta dewletê hatin û ji wir jî çûn Stenbolû û paşê Sakarya. Ramazan Kinay di wê demê de bi hevsera xwe Makbule Kinay re der barê tiştên pêre rû bi rû mane de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) dan. Doza ku Kinay li DMME vekir di heman demê de bû yekemîn doza Tirkiye îtîraf kir ku polîtîkaya şewitandina gundan bi rê ve biriye. Tirkiye di bersiva ji DMME re şand de bi awayekî fermî qebûl kir ku leşkeran gund şewitandiye û çareseriya dostane xwest. Li ser vê yekê dadgehê biryar da ku Tirkiye çûna çareseriya dostane û wek tezmînata maddî û manewî 59 hezar Euro qebûl kiriye. Her wiha Tirkiye qebûl kir ku lêpîrsîneke edlî ya bi qasî têr dike nehatiye kirin û ji bo careke din bûyerên wiha rû nedin wê bi her cureyî tedbîran bigire soz da DMME. 

Dest danîn ser 600 donim erdê Kinay

Kinay û malbata wî tevî ku Tirkiye mehkûm kirin jî hîn nikarin vegerin gundê xwe. Sedema wê jî zexta cerdevanan e. Cerdevanan dest danîne ser 600 donim erdê tapokirî yê malbata Kinay. Kinay der barê vê mijarê de got ku ji bo vegerê gundê û biçe ser erdê xwe serî li Walîtîya Mûşê dane, lê belê daxwaznameya wî qet nexistine meriyetê jî. 

Ji bo vegerê cerdevantî tê ferzkirin!

Kinay diyar kir ku ji bo vegerê dewlet zexta cerdevantiyê li wan dike û wiha got, "Jixwe ji bo em nebin cerdevan me dest ji can, mal û mulkê xwe jî berda. Em ê niha çawa bibin cerdevan. Em ê tawîzê ji doz û têkoşîna xwe bernedin. Berdêla wê çi dibe bila bibe. Namûsa herî mezin xak û welat e." Kinay xwest erdê wî yê hatiye desteserkirin bidinê û cerdevantî rabe. 


 

Bu haber toplam 637 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.