1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Çarşiya Keda Destan a Xaniman
Çarşiya Keda Destan a Xaniman

Çarşiya Keda Destan a Xaniman

Li Çarşiya Keda Destan a Xaniman ku tenê dikanên ji aliyê jinan ve tên xebitandin hene, bêyî guh bidin gotinên derdorê û yên zilaman ên "Hûn nikarin", 7 sal in bi ruhekî kolektîf dixebitin.

A+A-

WAN - Berî niha bi 7 salan li Taxa Walî Mîthat Bey ji aliyê Şaredariya Wanê ve  Çarşiya Keda Destan a Xaniman hat avakirin û jin li wir bi keda xwe debara xwe dikin. Li çarşiyê xwaringeh, qehwexane, dirûnxane, zuccaciye û dikanên kincan ji aliyê jinan ve tên xebitandin.  Jinan diyar kirin ku di navbera wan de hevrikî nîne,  lê ji ber navendên kirînûfirotinê zêde bûne, keda destê wan nayê dîtin û jin dikarin li her cihî bixebitin. Naîde Karakoyun a 4 sal in li Çarşiya Keda Destan a Xaniman, karê dirûnê dike bal kişand ser hêza jinan û got, "Jin li vir xebatên xwe bi rê ve dibin. Bêyî bi kesekî re bibin muxateb û pêdiviyê bi hêza zilam bibînin. Di vê çarşiyê de her tişt bi keda jinê pêk tê. Em kincên li gor herêma xwe, li ser daxwazan jî etek û pantolonan didirûn."  Karakoyun got ku kirê nadin şaredariyê û wiha dewam kir, "Qezenca me, ne me dewlemend dike û ne jî me birçî dihêle.  Lê ji ber navendên kirînûfirotinê her diçe karê me ne baş dibe." 

Navendên kirînûfirotinê keda jinê vedişêre

Vesîle Erîk a li çarşiyê 4 sal in bi karê destan û karê dirûnê re mijûl dibe, bal kişand ser yekîtiya jinan û pirsgirêkên ku bi wan re rûbirû dimînin.  Erîk da xuyakirin ku derfetên Çarşiya Keda Destan a Xaniman bi şaredariya BDP'ê re pêş ket û wiha dirêjî da axaftina xwe:  "Em jinên li vê çarşiyê bûn wek malbatakê. Em dixwazin cihên me bibin devereke ku hîn zêdetir bixebite û fireh. Ji ber em bi keda xwe kar dikin em kêfxweş in.  Qezenca me kêm be jî em bi hizûr in."

Ne xanim bila jin be!

Sîme Ekîncî ya 5 sal in li çarşiyê xwaringeha wê heye diyar kir ku nêrîna civakê ya li hember jinê hat guhertin û divê di her karî de jin hebe. Ekîncî anî ziman ku li çarşiyê nêzî 30 jinan bi keda dest dixebitin û axaftina xwe wiha domand,  "Pergala ku ji bo her cihî bibe mînak ji aliyê jinan ve tê rêvebirin. Lê ne di asta ku tê xwestin de ye. Divê hîn zêdetir bê pêşxistin." Ekîncî xwest navê çarşiyê bê guhertin û bibe "Çarşiya Keda Destan a Jinan"  û wiha domand,  "Em dixwazin navê wê yê di dema Şaredariya AKP'ê de bê guhertin. Em li vê çarşiya ku jin ked û renga xwe dide, gotina xaniman, rast  nabînin." Ekîncî got ku çarşiya wan zêde ji aliyê gelê Wanê ve nayê naskirin û di vê der barê de bila şaredarî piştevaniyê  bide wan.  

Zilaman got tu nikarî bikî we kir

Welatiya bi navê Elîf Bulava ya li çarşiyê nêzî salekê ye qehwexaneyê dixebitîne  got ku zilaman jêre gotiye, "Tu nikarî bikî" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji min re gotin, 'Xebitandina qehwexaneyê ne li gor te ye' û xwestin ez dest ji kar berdim. Lê, ev saleke ku ez qehwexaneyê dixebitînim min nîşanî wan da"

carsiya-xaniman-(1).jpg

carsiya-xaniman-(2).jpg

carsiya-xaniman-(3).jpg

carsiya-xaniman-(4).jpg

carsiya-xaniman-(5).jpg

Bu haber toplam 1294 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.