1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. ”Çavên Zeytûnî” û Weşanxaneya J&J
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

”Çavên Zeytûnî” û Weşanxaneya J&J

A+A-

 

Gabar Çiyan

Pêşî, li Ferhat Tunç, stirana ”Kobanî”, ”Şengal”, paşê jî Azad Farqîn, ”Lênûsa dilê min” guhdarî dikim. Û li hunermend Dilo Doxan û ”Nisêbîna min”. Paşê jî helbestvaniya Ednan Dogan, hunera stranbêjên kurd ku jiyan û reng didin helbestên wî difikirîm. Pêla stiranan û hizirkirinê min li ber xwe dibe, diçim:

”Tuyî lênûsa dilê min, kêlî bi kêlî qedera min dinivîsîne, ez im canê, dihesidim, dema çav li te dimeyzêne, dihesidim, dema bilbil bo te awazan dixwîne, ez yê te me, tu ya min î, ditirsim feleka bêbext her xayîn e.” ”Lyr”a grêkiyan tê bîra min. Wiha jî di edebiyata devkî a kurda. Li hêlekê şahir, pênûs di dest de, bi hibra reş derd û fikrên xwe vedirêje ser kaxezên spî. Li hêla din denbêj û stranbêj, wan helbestan dikin stiran. Serpêhatiyan, nav xelkê de belav dikin û bûyerên dema xwe, bi form, enstrument û rengên cewaz, ji neslekî dispêrin ê din.

Ez weke evîndarekî edebiyatê, bi taybetî helbestê û rexnegiriya edebî jî mijûl im, berhemên gelek nivîskaran ji nêz ve dişopînim. Têkiliya min bi ronakbîr, edebnas û hunermendên kurda re baş e. Ednan Dogan yek ji wan kesan e ku, bi dengê wî, li helbestên wî guhdarî dikim. Ez helbestên li ber çapê, ji pirtûka ”Çavên Zeytûnî” dixwînim. Bi taybetî di ”Banga Rojava” û Binîvisîne pênûs” de şopên dramayên kevnare xwe didine der. Mirovan diêxe bin bandora ”epope”yên bi tîrên çavên karxezalan û xwîna ciwanên simêl nûşînbûyî hatine nivîsîn, li ber xwe dibe. Çend rûpelan li dîroka me, ne tenê bi devkî, lê bi nivîskî jî zêde dike. Toreya Xanî ku dirêjî Feqî û Cegerxwîn dibe, didomîne. Hejmarek ji helbestên wî dişibînim şanonameyan. Mijarên xwe, jiyana me bi xwe ye. Lîstikvan em in. Bi êş, keser, kêf, eşq, ken, girî, lehengî, dar û devî, çiya û newal, gund û bajar, ajel û dar, evînî, bextreşî, serhişkî, îxanet û bêbextî, welatheziyê, em tê de hene. Jiyana me li ser dikê ye. Her beşek ji şanogehê, anku sahnê, ji dîmenên zindî û rengîn pêk tên. Bendên şanonamê, bê qisûr hatine nivîsîn. Kesên, li pêş û paş perdê, bi hunerek mezin bi rola xwe radibin, kedê didin. Ednan Dogan, mîna dramaturgekî, heta dawiyê, reng didiyê, bi cil û berg dike, rola dide jiberkirin, şanoyê rêve dibe.

Bê guman, bajar û gundên helbestvan jidayik bûne û li wir mezin bûne dê bandorê li rûh û hunera wan bike. Di helbestên Ednan de jî, bandora devok û devera Tora Evdînê yekser xwe dide der. Ednan li bajarê Nisêbînê hatiye dinyê. Bajar, bi pirçandî, pirzimanî û zanîngeha xwe î kevnare di Cîhanê de nasdar e. Gelek nivîskarên navdar li vî bajarî û li vê herêmê hatine dinyê, mezin bûne û berhemên giranbûha hiştine. Ednan jî wiha.

Huner û helbestvaniya Ednan dirêjî dema ciwaniya wî dibe. Ez çûm Nisêbînê, bi nas û dostên wî re axivîm û helbestvaniya wî, ji duhî heta îro kir cihê lêkolînê. Min xwest fêm bikim; gelo hunandina helbestan, hilbijartina peyvan û mijarên giring kengî dest pê kiriye? Girêdana bend û hebûna aheng, danîna wezin û pîvana wan, ji duhî heta îro, çawa hatiye pê û pêşketiye? Kin û kurt: Min xwest hinekî jiyan û hunera wî nas bikim û li ser şopên destpêka helbestvaniya wî kur bibim.

Ez berê xwe didim Nisêbînê, bajarê kevnare. Di ser taxa Kişlê re, pira diçe ”Kolana Koçera” ku navê navê wê kirine ”Pir û Parka Ahmed Kaya”, di kuçeyên taxa Evdilqadir Paşa re berê xwe didim gundê Weysîkê. Çend heval û nasên Ednan dibînim. Dibistana xwendiye, karê kirine tev bala min dikşînin. Helbestvaniya wî dikim cihê niqaşê. Belê ez şaş û matmayî nemam! Ednan ji dema lîseyê ve, salên berî 80 î dest bi nivîsîna helbestan kiriye. Helbesta wî a pêşî ku min peyde kir, bi desta hatibû nivîsîn, çend peyv jê kem bûn (min lê zêde kir), wêrgêra wê wiha ye:

”Rojekê; ger tu rojekê poşman bû, çavên xwe gerand û li min pirsî, mijankên te, ji rondikên şewata dilê min şil bûn, dilê xembar, di wê lêva tenik û sêvesorî de hilma dawî da, çavên qerimî û xwîn digrîn, bi tîrên awirên te sermest û bi axê şa bû, li min megere yarê!

Ji çemê Bûnisra; pêlên ji rondika sor û bi nalîna vê eşqê har û sikran bûne, bipirse…”

Em zanin ku ev helbest û helbestên pêşî ên Ednan bi turkî bûn. Gelo nivîsîna helbestên kurdî çawa dest pê kir?

Malbata Ednan li bajêr, malbatek nasdar û welatperwer e. Ednan jî, 15-16 saliya xwe de, bi sempatî nêzî doza netewî dibe. Cara yekem, 1983 an de tê girtin. Di girtîgeha tabura bajêr, îşkencê pê dikin. Her ku heqaretê li ziman û çanda kurdî dikin, mijar bala Ednan zêdetir dikşîne. Dema cara dawî 1991 de tê girtin û wî davêjin zindana Amedê (Diyarbekir). Dema girtinê dest datînin ser kitêb, nivîs û helbestên wî. Ednan li hefsê dengbêjan nas dike. Edebiyata devkî, dewlemendiya edebiyata klasîk û berhemên wan, bala wî dikşîne. Li ser mijarê kur dibe. Wiha bûye , zindana Amedê ji hêlekî ve bûye cihê zilm û îşkencê û li aliyê din jî rola zanîngehê lîstiye. Ji awira siyasî, çandî û edebî ve berê gelek ronakbîran daye guhertin. Li nirxên netewî sor kiriye. Helwêsta Ednan zelaltir dibe. Ew ê bi kurdî hizir bike û giraniyê bide mijûlbûna edebiyatê, nivîsîna helbestan.

1992 an, zexta ser Ednan zêdetir dibe. Derdikeve derveyî welêt, tê Swêdê. Li kampa penaberan nivîsîna helbestan didomîne. Hinek ji helbestên wî, vê carê jî dema barkirinê winda dibin. Pê dihêşe. Lê heskirina ziman û edebiyatê, bi taybetî helbestê, wî li nivîsînê sortir dike. Helbestên wî di mediayê de belav dibin. Di şev û civînan de dixwîne. Bi dengê xwe î xweş û helbestvaniya xwe tê nasîn, deng dide. Pirtûka dest we de, beşek ji wan helbestan hemêz dike.

Helbest, bi hebûna însên re peyde bûye. Dîroka xwe, bi qasî jidayikbûna însên dirêjî kurahiya dîrokê dibe. Mîna çandên din, ji gelê kurd re jî bûye neynika jiyanê. Di helbestan de şopên ji dîrok, çand, adet, baweriya me hene û ew bi ziman û hunerek bilind hatine hunandin. Lewra, cî û nirxê şahirên me û berhemên wan, bilind e. Divê em hes ji wan bikin û ji bo pêşketin û parastina edebiyata xwe, piştgiriya wan bikin.

Pirtûka Çavên Zeytûnî di nav weşanên J&J de berî niha li Amedê ji çape derket û kete destên xwendevanên xwe. Weke tê zanîn Weşanxaneya J&J bi xebatên xwe ên giranbuha ji bo ziman û edebiyata kurdî tê nasîn. Em, bi kordînatorê weşanxanê, Mamoste Azad Zal re axivîn û wî bersiva me li ser berhema Çavên Zeytûnî, her wiha kar û xebatên J&J ê da. Fermo em hevpeyvîna pê re hatiye kirin, bi we re parvedikin.

- Weşanxaneya J&Jê çi demê, li kuderê ava bû? Armanca we çi ye? Heta niha çend kitêbên we belav bûne û mijarên wan çi ne?

Azad ZAL: Weşanên J&Jyê di 22yê Avrêla 2011an de li Amedê ava bû. Di 113mîn salvegera destpêka rojnameya Kurdistan ya ku li Qahîrê der çû de J&J dest bi weşanê kir.

Ez dikarim ji bo sedem û armancên J&Jyê vê yekê bibêjim. Serdema ku em tê de dijîn wekî ‘Serdema Zanist û Teknolojî’yê tê binavkirin. Di qada teknîkî û zanistê de gelek pêşketin çêbûne û zanîn û zanyarî gihîştiye ber destê her kesên ku bixwazin bi dest bixin. Bi rêya internetê tora ragihandina zanînan ketiye hemû malan. Di derveyê îstîsnayan de cî û warên ku tora ragihandinê negihîştibê nemaye. Ev jî zanînê erzan dike û zanîn bi qasî serê pêçiyên destê mirov nêzî mirov bûye. Lê rastiyek jî heye; hemû tiştên ku di ser rêya tora ragihandinê re tên tev ne zelal in, tev ne rast in û tev ne pak û pêkan in. Ji ber ku zanînên tora ragihandinê ji hêla her kesî/ê ve dikare bê guhertin, bê zêdekirin û bê kêmkirin. Hemû kes dikarin bi riya tora ragihandinê “rastiya xwe” pêşkêşî her kesî/ê bikin. Helbet rastiya her kesî/ê heye. Ango ‘rastî guherbar e.’ Lê rastiya giştî jî heye ku ev jî ji aliyê zanyariyê ve tê diyarkirin û civak jî dipejirîne. Ji ber wê jî hê jî ‘rastiyeke derbasdar’ heye ku ew jî “rastiya nivîsê ya ku li ser kaxid hatiye nivîsîn” e. Bi awayeke giştî mirov dikare bibêje ku ‘rastî’ di nava ‘rastiyên xwe’yî de her diçe wenda dibe û ev jî gengeşiyekê dertîne holê. Nivîsa ser kaxid nivîsa sefandî û parzûnkirî ye. Ew ê nivîsê bi dirustî û bi rastî dikare rastiyan ji mirov re vebêje. Me jî li ser vê rastiyê berê xwe da “rastiyên parzûnkirî” û me got “zanînên herî baş û pak û biqîmet zanînên ser kaxid in.” Û me berê xwe da zanyariyê. Me got; “zanînên ku di nava rûpelên qirêjî yên dîrokê de veşarî mane, em wan ji nava tariya reşaşî derînin û pêşkêşî xwendevanan bikin.”

Wekî WEŞANÊN J&J; me heyîn û hebûna xwe li ser vê yekê diyar kir û me got; ‘Em ê ji jêderên rastiyên parzûnkirî bi rê bikevin û dakevin jêwerên qada jibîrvekirinê.’ Û me got; ‘ziman’ û me got ‘ferheng’ û me got ‘zargotin’ û me got ‘wêje’ û me got ‘lêkolîn’ û me got ‘çi tiştên k udi der barê hebûn û heyîna mirovî de hene, yên herêmî, yên netewî û yên gerdûnî tev ji kana gel in û divê ku em bikaribin derînin meydanê. Rastiyên zimanzaniyê, rastiyên ferhengzaniyê, rastiyên gel yên zargotinê, rastiyên wêjeyê, rastiyên lêkolînî yên zanistî tev rastiyên parzûnkirî ne û giş hatine tesdîqkirin. Peywira me jî ew e ku em van rastiyan pêşkêşî gel û cihana zanyariyê bikin. Li ser vê bingehê me pêşî “Ferhenga Sumerê Kurdî” (Amadekar: Suleyman YILDIRIM) çap kir. Ev armanca me jî dida der.

Me wekî J&J di destpêkê de, bi tenê berhemên wekî ferheng, zargotin û lêkolîn çapkirin. Şûn de me dest bi çapkirina roman, helbest, çîrok û hêçanan jî kir. Heta niha nêzî 200 berhem ji Weşanên J&Jyê derçûne. Her wisa, zimanê Weşanên J&Jyê yê sereke zimanê Kurdî ye, lê bi zimanên din jî em berhem diweşînin. Berhemên me yên ku bi zimanên din jî çap bûne û ew ê çap bibin hene. Em berhemên girtiyên azadiyê û tekoşerên serxwebûnê jî çap dikin. Berhemên ku ji zindanan tên ber destê me, piştî xebatên edîtoryal û redaksiyonê em ji nivîskar re dişînin û ew jî dîsa dinirxîne hîna em çap dikin… Helbet ev kar zor e û demê digire.

- J&J beşdarî fuaran û çalakiyên edebî dibe, li wir kitêbên we tên firotin. Rewşa bazara kitêbên kurdî çawa ye? Kêmasî çi ne û çawa çaraser dibin? Kîjan mijar bala xwendevanan dikşîne?

Azad ZAL: Ji sala 2011an ve em beşdarî fuar û çalakiyên edebî dibin. Heta 2013an em zêde xurt nebûn û berhemên me jî bisînor bûn. Bi tenê me ferheng, zargotin, lêkolînan çap dikir. Lê bi sala 2013an re, me bernameya xwe guhert û berfireh kir û me dest bi berhemên wêjeyî yên wekî roman, helbest, çîrok, hêçan jî kir. Piştî vê guherînê em beşdarî hemû fuaran bûn. Ji yên navnetewî yên Tirkiyê bigire, heta yên herêmî em beşdar bûn. Em beşdarî pêşangeha pirtûkan ya Soranê jî bûn, em beşdarî ya navnetewî ya Stenbolê jî bûn… Helbet armanca beşdariya fuaran a serî ew ku nivîskar û weşanger hev binasin û pêwendiyên navbera weşanxaneyan, a wan û pirtûkxaneyan, a nivîskaran çêbibe û pêş bikeve. Ya din jî berhemên ku hatine weşandin bên naskirin û bi awayekî erzan bigihîjin xwendevanan. Bi vî awayî em dikarin em digihîjin armanca xwe. Lê ji aliyê madî ve zorî heye.

Pazara pirtûkên Kurdî bi dilê me nebe jî, di van salên dawîn de pêşketinek baş heye. Hem weşanxane zêde bûne, hem nivîskar zêde bûne, hem jî berhem zêde têne çapkirin. Li gorî wê xwendevan jî zêde bûn. Lê hê jî profîla xwendevanên Kurdî zelal nebûye, tam derneketiye holê. Lê di van salên dawîn de, li fuaran em xwendevanên ku bi hedef li berhema digerin rast tênê. Ev jî me

kêfxweş dike. Êdî her pirtûkên ku bi Kurdî bin ji bo xwendinê têr nakin, divê bi kalîte bin jî. Êdî xwendevanên Kurdî li berhemên baş û bikalîte jî digerin.

Wekî berhem bêtir bal li ser romanê ye, şûn de çîrok, şûn de jî helbest û hêçan balê dikişîne. Wekî mijar, pirsgirêkên civakî, yên tekoşînê balê dikişînin. Ev jî ji ber ku li Kurdistanê hê jî tekoşîn û şer heye.

- Bi qasî dişopînim, di hilbijartina berhemên ji bo çapê, edîtoriya weşanxaneya J&J pir hesas e û giringiyê dide kalîtê. Bi taybetî di hilbijartina berhemên edebî de, dema hilbijartin û ji bo biryara çapkirina kitebekê, pîvanên we çi ne?

Azad ZAL: Standardên weşanê yên J&Jyê hene. Em bi du (2) awayan dixebitin. Yek jê bi rengê weşangeriya li gorî standardên navnetewî ye. Ya din jî wekî ajans dixebite. Berhemên ku bêne ber destê J&Jyê, di merhaleya pergalsaziya (edîtorî), zimansazî (redaksiyon), rûpelsazî (mizanpaj), bergsazî re derbas dibe. Ku pergalsazî (edîtorî)ya J&Jê bipejirîne, em aliyê teknîkî yên çap û belavkirinê amade dikin û berhemê diweşînin.

- Çima J&Jê pirtûka Çavên Zeytûnî ji bo çapkirinê hilbijart?

Azad ZAL: Çavên Zeytûnî ya nivîskarême yê hêja Ednan Dogan, li ser referansa nivîskar û edîtorê J&Jyê Muslum Aslan û helbestavanê me yê hêja Kadir Çelîk ji bo me wekî dosye hat. Dema ku me dosyeyê nirxand, me dît ku dosye gelek xurt e, û rêzdar Ednan Dogan jî salên dirêj daye helbestan, helbest bi xemleke xweş, bi kemilîneke baş xwe derxistine pêş. Me jî got desyeyeke wisa xurt û hêja, ku em çap bikin em ê jî xurttir bibin. Ji ber ku me dosyeyeke wisa xurt û hêja, ya li ser navê J&Jyê, pêşkêşî xwendevanên Kurdî kir em gelek rûmetdar bûn.

Ristên wekî “de rawest e ey hesreta ku sebir li min kiriye bar, de rawest e!” ya jî “de zû were ey aştiya ku di nava kemînê de esîr e!” ya jî “de bes e, ey feleka ku li min bûye bela!” ya jî “de rabe ey gelê ku bi sedan salan e esîr e, de rabe!” ev rist gelek xurt in û giyana helbesta tekoşerî û şeroşiyê diderbirîne. Bi rastî jî ristên Ednan Dogan xurt û baş û hevrîşmî ne. Mirov pê dihese, hîn dibe, pê hêz digire û pê re diherike. Ji ber wê me bi kêfxweşî vê dosyeyê weşand.

- Kitêba Ednan Dogan li Fuara Amedê derket pêşberî xwendevanan. Nêzîkbûn û nirxandina xwendevanên wî çawa bû? Belavkirin, eleqe û firotina wê çawa diçe? Hêviyên we di çapkirina vê kitêbê de bi cîh tên an na?

Azad ZAL: Çavên Zeytûnî berî fuara Amedê, li fuara Wanê derket pêşberî xwendevanan. Lê mala wan hezar car ava be helbestvanên me Ednan Dogan û Kadir Çelîk daxwaza me û ya xwendevanên J&Jyê neşkandin, ta ji Swêdê bi rê ketin hatin Ameda paytext. Digel pirtûkê bi xwendevan û helbesthezan raste rast pêwendî çêbûn. Ev jî ji bo me jî ji bo Amedê jî û ji bo helbesthezan jî surprîz bû.

Rastiyeke xwendevanên Kurdî heye, ew jî dema ku bi berhemê re helbestvan û nivîskar li hemberî xwe dibîne, hem kêfxweş dibe, hem jî rûmetdar dibe. Berhema ku ji destê nivîskar bê wergirtin tê xwendin û biqîmettir e. Me vê rastiyê ji bo Kekê Ednan û nivîskarên din jî dît. Wekî pirtûka helbestê, yek ji berhemên ku zêdetir bala xwendevanan li ser bû Çavên Zeytûnî bû. Li bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ciyê ku em bi wan re peymandar in, me danîn e wan deran. Li Amedê, li Stenbolê zêdetir diçe. Lê li ser internetê jî tê firotin. Ji xwe malpera me bi xwe heye; www.ajansjj.com, em li ser malperê jî sîparîşan digirin.

Ê me berê her tiştî, ku em berhemeke hêja û baş pêşkêşî xwendevanan bikin em pê memnûn dibin, ji aliyê dahatuya madî ve zêde hêviyên me yên kurtedemê tune ye. Lê bi demboriyê re ew ê qîmeta berhemê derê. Em di wê hişmendiyê de ne ku em divê ji bo berhemên biqîmet û hêja divê em bikaribin fedakariyan bikin da ku dahatuya edebiyata Kurdî pêş-vekirî be. Lê ez dikarim vê jî bibêjim ku berhem baş be, ku berhem xurt be, ku berhem hêja be xwe dide xwendin û diçe. Çavên Zeytûnî jî yek ji wan berheman e.

Spas ji bo we ku vê derfetê da me…

 

Bu yazı toplam 1266 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.