1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Çekdarên DAÎŞ’ê berê xwe didin navçeyên Kurdistanî
Çekdarên DAÎŞ’ê berê xwe didin navçeyên Kurdistanî

Çekdarên DAÎŞ’ê berê xwe didin navçeyên Kurdistanî

Hat ragehandin ku gelek çekdarên Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAÎŞ) hatine navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêmê.

A+A-

KERKÛK  - Di vê derbarê de pisporê warê ewlekariyê Hacî Kerkûkî ji Bultennews a Îranê re got: ‘’Hejmareke zêde ya terorîstan ku li çolistana Enbar xwe fêrî şer û êrîşên terorîstî kirine niha li Mûsil, başûrê Kerkûkê û Hemrîn tên dîtin.’‘

Hacî Kerkûkî wiha axifî: ‘’Çûna ciwanên başûr bo Sûriyê û hatina wan ev alozî çêkiriye, niha wan ciwanan Dewleta Îslamî ya Kurdistanê damezrandine.’‘

Kerkûkî îdîa kir ku di nehiştina terorîstan de tenê hikûmeta Îranê piştgiriya hikûmeta Bexdayê kiriye û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Baştirîn rê bo nehiştina terorîstan hevkarîkirina welatên navçeyê ye ligel Herêma Kurdistanê û İraqê daku bikaribin bi hev re rûbirûyê terorîstan bibin.’‘

 

Bu haber toplam 563 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.