• Diyarbakır10 °C
  • Batman8 °C
  • Mardin12 °C
  • Bingöl3 °C
  • Bitlis4 °C
  • Elazığ6 °C
  • Erzincan2 °C
  • Şanlıurfa12 °C
  • Erzurum0 °C
  • Ağrı-2 °C
  • Gaziantep11 °C
  • Hakkari2 °C
  • Muş-1 °C
  • Siirt11 °C
  • Van5 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Cemîl Bayik: Em dikarin rewşa xwe ya agirbestê di ber çavan re derbas bikin
12 Aralık 2013 Perşembe 09:08

Cemîl Bayik: Em dikarin rewşa xwe ya agirbestê di ber çavan re derbas bikin

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di hevpeyvîna xwe ya li gel kovara Foreign Policy de destnîşan kir ku eger hikûmeta AKP polîtîkayên xwe yên heyî dewam bike, ew dikarin rewşa xwe ya agirbestê di ber çavan re derbas bikin.

LONDON - Bayik ji nûçegihanê Foreign Policy (FP) Chase Wînter re peyivî û diyar kir ku di çareseriya pirsgirêka Kurd de ew ne alîgirên rêbazên şer, alîgirê rê û rêbazên demokratîk in. Bayik anî ziman ku eger hikûmet hevdîtinan veneguherîne nexşeyeke rê, agirbest dikare bi dawî bibe.

Bayik got, "gelo emê her tim heta hilbijartinan bisekinin" û da zanîn ku ne ji bo AKP hilbijartinan bi hêsanî qezenç bike; pêvajoya aştiyê û agirbest ji bo rê li ber muzakereyên fermî bê vekirin, hatine îlankirin. Bayik ragihand ku nabe pirsgirêka Kurd ji bo berjewendiyên taktîkî werin bikaranîn û destnîşan kir ku bi heman rengî nabe qurbanî hilbijartinan bê kirin.

Tirkiye bi destekdayîna çeteyên li Rojava re pêvajoya aştiyê têk dibe

Bayik di hevpeyvînê de anî ziman ku Tirkiye bi destekdayîna komên çete yên li Rojava re pêvajoya aştiyê têk dibe û hişyarî da ku El Qaîde û komên ser bi wê, Sûriye kirine navend stratejiyên xwe yên ji bo Rojhilata Navîn. Bayik diyar kir ku astengiya herî mezin a li pêşiya El Qaîdeyê Rojava ye û destnîşan kir ku polîtîkayên Tirkiyê yên li herêmê dê têk biçe.

Barzanî polîtîkayên Tirkiyê dişopîne

Bayik hevdîtina Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesût Barzanî ya li Amedê nirxand û anî ziman ku ew ne li dijî têkiliyên aborî, polîtîk û dîplomatîk ên navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê ne. Bayik da xuyakirin ku xala ew li dij derdikevin ew e ku ev têkilî li ser bingeha dijberiya PKK'ê pêk tê û got, "Barzanî polîtîkayên Tirkiyê dişopîne."

Dibe ku Tirkiye ji nû ve têkeve rewşeke şer

Bayik da xuyakirin ku dewleta Tirk, gelê Kurd weke gelekî xwedî mafên xwezayî qebûl nake û anî ziman ku ev rewş dikare Tirkiyê ji nû ve têxe atmosfera pevçûnan. Bayik da zanîn ku pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêkên herî mezin ên Rojhilata Navîn e û got, "Pirsgirêka Kurd sedema nearamî û pevçûnan e. Eger nearamî û pevçûn nayê xwestin, hingî divê ev pirsgirêk çareser bibe."

 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim