1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Cenevre wê karibe kîjan pirsgirêkan çareser bike
Cenevre wê karibe kîjan pirsgirêkan çareser bike

Cenevre wê karibe kîjan pirsgirêkan çareser bike

Li gorî agahiyên ku ANHA'yê ji çavkaniyên ku dê tevlî civîna Cinêv-2 girtine, di civîna Cenevre-2 de kurd nayên temsîlkirin û mijara kurdî neyê nîqaşkirin, lê ger ku hêzên opozîsyonê bi şandeyên cuda biçin, wê kurd jî karibin tevlî bibin.

A+A-

ROJAVA - Çavkaniyekî ku dê tevlî civîna Cenevre-2 bibe, derbarê mijarê de agahî dan ANHA'yê. Çavkanî destnîşan kir ku wezîrê karên derv yên Rûsya û yê Amarîkayê dê di 13'ê çile de bicivin û mijara tevlîbûn û ne tevlîbûna Îranê ya di civîna Cenevre-2 de nîqaş bikin, her wiha dê şêwaza tevlîbûna hêzên opozisyonê ya di civînê de jî gotûbêj bikin.

Çavkanî, ragihand ku heta niha biryar nehatiye standin ka opozisyona Sûriyê ya ne di bin banê koalîsyonê de çawa tevlî civînê bibe.

Çavkanî da zanîn ku civîn dê bi awayekî fermî di 22'ê çileyê de li bajarê Montro yê Sivîsreyê, bi tevlîbûna hêzên navnetewî , li ber hemû saziyên çapemeniyê, di 24'ê çile de jî wê li Cenevreyê bi tevlîbûna Nûnerê Neteweyên Yekbûyî El-Exder El-Îbrehîmî û hemû nûnerên opozisyona Sûriyê civînek bê lidarxistin. Çavkanî got ku ji ber ku rewşa Sûriyê aloz û tevlihev e dê civîna Cenevre-2 herî kêm 2 salan dewam bike.

Derbarê tevlîbûna kurdan a civînê de jî çavkanî  anî ziman ku tu gotina kurdan di civînê de nabe û mijara kurdan nayê nîqaşkirin, lê ger ku hêzên opozisyona Sûriyê, bi şandeyên cûda tevlî civînê bûn, wê demê dê kurd jî tevlî civînê bibin û Çavkanî got:''Eger ku opzisyon hemû bi navê koalîsyonê tevlî civînê bû, wê demê ne mumkun e ku kurd tevlî bibin.”

Li aliyê din hin çavkaniyên siyaseta kurd jî ji ANHA'yê diyar kirin ku eger kurd tevlî civînê ne bin, dê biryarên ji civînê derkevin herêmên xweseriya demokratîk eleqedar nekin û bi tu awayî pêk neyên, Çavkaniyên kurd her wiha destnîşan kirin ku çi civîn û kongreyên ku kurdan paşguh dikin  dê biser nekevin.

(ANHA)

Bu haber toplam 609 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.