1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. 'Çeteyan li ber çavê me 4 kes qetil kirin'
'Çeteyan li ber çavê me 4 kes qetil kirin'

'Çeteyan li ber çavê me 4 kes qetil kirin'

Welatiyên ku ji bajaroka Cerablusê koçî Kobanê kirine diyar kirine ku çeteyên DAIŞ'ê welatiyênsivîl li ber çavên wan qetil kirine.

A+A-

KOBANÊ– Komên çete yên DAIŞ'ê piştî ku êrîşî bajaroka Cerablus kirin û kontrola bajarokê ji destê endamên opozisyonê derxistin, li herêmê komkujî pêk anîn, her wiha gelek malên welatiyan xirab kirin. Piraniya şêniyên bajarokê jî, ji ber êrîşên çeteyan koçî bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê kirin.

Welatiyên ku hatin Kobanê hovîtiya çeteyan vegotin. Yek ji koçberên ku nexwest nave xwe eşkere bike, da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê kesên bi navê Ebdo El-Semî, Elî El-Cadir, Murad Girgirz û Elî El-Fedûl li ber çavên wî bi kêran îşkence kirine û piştre kuştine. Welatiyê koçber destnîşan kir ku welatiyan ketina çeteyan a bajarokê qebûl nekirine, lewme hatine qetilkirin.

Jineke ji Cerablusê jî diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê ew revandine û piştî 6 rojan serbest berdane. Jina koçber destnîşan kir ku fermandarê DAIŞ'ê yê bi navê Ebû Bekir El-Misrî gefa kuştinê lê kiriye.

Jina koçber anî ziman ku ku çeteyan ji ber ku ew bi destgirtiyê xwe re di kolanê de dimeşiya girtine û piştî ku 35 hezar lireyê Suriyê ji malbata wê standine ew berdane.

(ANHA)

Bu haber toplam 637 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.