ÇGD''ê 'Rapora Medya' aşkera kir

ÇGD''ê 'Rapora Medya' aşkera kir
ENQERE - Şaxa Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) a Enqere "Rapora Medya" a derbarê serdema mehên nîsan û hezîranê de amade kir li Mulkiyelîler Bîrligiyê bi civînekî çapemeniyê aşkera kir.

ÇGD''ê 'Rapora Medya' aşkera kir

ENQERE - Şaxa Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) a Enqere "Rapora Medya" a derbarê serdema mehên nîsan û hezîranê de amade kir li Mulkiyelîler Bîrligiyê bi civînekî çapemeniyê aşkera kir. Li ser navê komeleyê Endamê ÇGD'ê Çinar Livane Ozer daxuyanî xwend û wiha got: "Weke di vê raporê de jî tê dîtin li Tirkiyeyê xebatên rojnamegeriyê û weşanê di serî de meqamên fermî û gelek rayedaran ve weke sûc tê dîtin." Ozer da zanîn ku derbarê kesên piştî kuştina Dozger Mehmet Selîm Kiraz nûçe çêkirin bi sûcdariya "propagandeya rêxistina terorê kirin" doza hatin vekirin û di heman şiklî Serokwezîr û Serokomar rojnameger bi sûcdariya "xizmeta rêxistina terorê dikin" sûcdar kirin.

'Tirkiye akredîstayona cenaz nas kir'
Ozer da zanîn ku dîroka Tirkiyeyê du mijarên yekemîn jiyîn: "Ji bo dîmenên Dozger Kîraz ên dîlgirtinê ji aliyê welatiyan ve neyên temeşekirin Yotube, Facebook û Twîtterê hatin qedexekirin. Mijara din jî yekemîn caran ji merasîma cenazeyek re hinek rojnameger nehilgirtin û ev yêk li Tirkiyeyê weke pêkanîna 'akredîtasyona cenaze' hat binçavkirin."

Ozer balkişand ser zext û sansura li hemberî Gerînendenê Weşanê yê Giştî yê Rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar û gefên Serokomar Erdogan bi bîrxistin.

Derbarê 26 rojnamegeran de lêpirsîn hatin vekirin

Ozer bilêv kir ku di vê serdemê de derbarê 26 rojnamegaran de lêpirsîn hatin vekirin û wiha got: "Derbarê 19 rojnamegeran de ceza hatin xwestin, derbarê 3 rojnamegeran de îdaname hatin amadekirin û dozan dest pê kir, derbarê 61 rojnamegeran de doz hatine vekirin û didomin, di 1'ê Gulanê de 15 rojnameger rastî şîdeta polîsan hatin û birîndar bûn û bi dehan rojnameger rastî heqaretên polîsan hatin."Ozer destnîşan kir ku di vê serdemê de 67 rojnameger ji kar hatin derxistin.(diha)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.