Chomsky: Heger kurd bixwazin ezê biçim

Chomsky: Heger kurd bixwazin ezê biçim
Fîlozofê navdar ê amerîkî Prof. Dr. Noam Chomsky ragihand, heger kurd wi vexwînin dê here Tirkiyê.

Hewlêr  – Prof. Dr. Noam Chomsky di hevpeyvîneke ligel rojnameya Ingiliz The Guardianê de diyar kir, ne Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, lê heger kurdên ku bi salane di bin êrişa Tirkiyê de bixwazin ewê serdana Tirkiyê bike.

 

Recep Tayyip Erdogan beriya niha ji bo akademîsyênên ku danezana bi ser navê “Em nabin hevparê vê sûcê”  îmze kiribûn gotibû: “Hûn ne rewşenbîr, hûn reşnivîs in. Hûn ne rojhilat û ne jî başûrê rojhilat dizanin, hûn cahil û nezanin, hûn tarî ne.”

 

Di nava akademisyenên ku îmze dane de bi dehan kesên li zanîngehên Ewropa û Amerîkayê kar dikin jî hene ku wekî Noam Chomsky û Slavoj Zizek.

 

Erdogan Chomsky vexwendibû Tirkiyeyê, lê Chomsky vexwendina Erdogan red kir wiha got:

 

“Heger ez biryara çûna Tirkiyeyê bidim ev dê ne bi vexwendina Erdogan be, ezê li ser vexwendina kurdan ku ev bi salane rastî êrişan tên û dijbereyên wêrek herim Tirkiyeyê.”(rudaw)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.