1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Cihê helbestê û "Payîza Pelweşan"
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Cihê helbestê û "Payîza Pelweşan"

A+A-

Gelek helbestvan û edebnasên biyanî, derbarê giringî û wateya helbetsê nivîsî ne. Pirsa "helbest çiye?" kirine cihê niqaşê, kurbûnê û lêkolînan. Analîzên wan, bi çavkanî û nimûnên rengîn bala me kişandiye. Her yek ji hêla xwe ve, bilindiya helbestê, cîh û giringiya wê ji bo ziman, çand, tore, bawerî û dîrokê aniye zimên. Bersivên wan, rê ji pêşketin û dewlemendiya edebiyatê re vekirî ye.

Gelo kirasê dirûtine, bi pîvan û tefsilandina xwe li edebiyata kurdî tê, an na? Analîzên wan bersiva, pirsa "helbesta kurdî çiye?", dide, an na?
Belê, ji gelek hêlan ve têr dike û dide. Lê divê mijar, berfirehtir bê girtin. Pêwîst e, "cîh, nirx û wateya helbesta kurdî" bi pênûsa edebnas û helbestvanên kurda û "bi kurdî" jî bersivên xwe ên xweser biafirîne.

Bê dewletbûna kurda, pirsgirêka herî mezin e. Her dewlet ji bo pêşketîna karên çandî û hunerî, alîkariyê dike. Edebnas û helbestvanên xelkê, bi berhemên xwe, him tên nasîn, rêz û hurmetê dibînin û him jî bi mafê weşanê dewlemend dibin û jiyana xwe xweş dikin. Li nik me berevajî ye. Pêşketina edebiyata Kurdî, bi qedera gelê kurd, azadiyê û fedekariya şexsî ve girêdayî ye. Edebnas û helbestvanên me, ji bo parastina ziman, edebiyatê kedek mezin didin. Nasdariya wan dikare bibe bela serê wan û bên girtin. Ji hatina mafê weşanê bêhtir, divê qala fedekariya şexsî ji bo nivîsîn, çapê û belavkirina berhemê bê kirin. Rewşa gelek helbestvan û nivîskaran ji hêla aborî ve zêde ne baş e. Lewre, wateya helbesta kurdî li benda lêkolînên piralî ye.

Gelo, ji bo kesên mîna min, evîndarên edebiyatê, helbest tê çi wateyê? Nirxandinên min, di çarçoveya ”rojnamegeriya çandî-edebî”, divê çawa bê pêşwazî kirin?

Cameran, şarezayên edebiyatê, pirs ronî kirine. Pîvanên wan giring in. Çarçova xebata rojnamegeriya çandî-edebî diyar e. Divê tesîra berhemê, teşwîk kirina ”nivîsîn û hizirkirina bi kurdî” jî neyê jibîrkirin. Û rexnegiriya dostanî bibe ”pira dilan”, di nav min û helbestvanan de.

 

Helbest, hevjîna min a dema tenêbûnê ye. Hekîmê Lokmanê dilê xembar û westan e, melhem dide êşa welatê xerîbiyê. Azadiya paca dilê min î bi deh kilîla xilkandî û zimanê minî di qeyd û bendan de ye. Dîroka hebûna min e. 

”Payîza Pelweşan” giringiya helbesta kurdî anî bîra min. Bi xwendina helbestan re, dil sînor nas nekir, mêjî di nava fanstasî û xeyalan de winda bû, çû. Stêrikan bixêrhatina min kir, zerî û hûriyan dêriyê mêvandariyê vekirin. Di xewa ser ewrên şîn û seyrana welatê rojê de, bi dengê naqos û zengilê ”Melekê Mewtê” şiyar kir. Ez ketî û serxweşê helbestê bûm. ”Payîza pelweşîn”ê, ez kirim êsîr, evîndar û kuştiyê bi destê helbestê.

Divê ez eşkere bêjim: Ez ji nivîskarê kitêbê, Kadir Çelik hinekî bi gazin im. Çapa ”Payîza Pelweşan”ê, hinekî bi derengî xist, ji zû ve li bende bûm. Min çend ji helbestên wê jiber kiribû. Li nik min bibûn wek stranên Mihemed Şêxo, ”ay lê gulê” û ”nayêm dil derman nakim”. Dişibin fîlmek e kevnare, reş û spî, xatiratên min ên dema zaroktî û ciwaniyê bi rih û can dikin. Eşqa zaroktiyê dihênin bîra min. Li hêlekê, nezanî û xeşîmiya min, li hêla din, naza nazenînê. Şop û siya hêviya min a ramûsana pêşî ji hinarkên sêvesorî ye, dide perdeya spî, tê nîşandan. Ji heyecana evîndariya ziman û edebiyatê ne xalî ye, ew fîlm. ”Payîza Pelweşan”ê, beşek ji jiyana min, eşqa zaroktiya min dihêne zimên:

”De were! Em peyvên eşq û evînê di nav hev de bineqişînin
De were! Em ji kubariya zimanê dilan helbesta xwe bihunînin
De were! Bila destên te, dermanê dil li ser brînên min bigerînin
Bila hatina te êşên min tev bitevizînin.”

Helbestvan Kadir Çelik, ji kurdên Anadoliya Navîn e, li Swêdê dijî. Hesreta welêt, yarê, nas, dostan û êşa welatê xerîbiyê bandor li helbestên wî kiriye. William Shakespeare di ”Romeo û Juliet”ê de, êşa sûrgûnê wek mirinê binav dike. Peyvên Kadir Çelik jî wiha. Ew windabûnê jî li vê êşê zêde dike:

”Em li ku derê winda bûn
Bi ber kîjan bayê reş ketin
Kîjan destê bêbext
Bi kîjan qelemên reş nivisand ew qeder li ser eniya me
Di nav rûpelên kîjan dîrokê de ji bîr bûn rabirdûyên me
Di nav diranên kîjan guran de man dilên me.”

Mîna gelek helbestvanan, Çelik jî dide pey şopa Ehmedê Xanî. Mem û Zînê dike kaniya evîndariyê. Bi zimanê xwe î xweş û dîmenên zindî, hilmek e nû dide edebiyata nûjen:

”Ger tu av bî te venaxwim/ Ji eşqa te dil bi dax im
Bê pergal û bê qonax im/ Êdî neçarê te me
Ger şer bikî li hember jînê/ Binalî tim ji bo evînê
Mîna Memê li pey Zînê/ Êdî ne şervanê te me...”

Berhema giranbuha ”Payîza Pelweşan” berî niha di nav weşanên ”J&J” li Amedê derket. Mamoste Azad Zal edîtortiya wê kiriye. Birêz Kadir Çelik bersiva pirsên me da. Em hevpeyvîna pê re, parvedikin.

- Di helbestên te de sê niqte bala min dikşînin. Evîn, Hesret û xurtiya zimên. Di nav wan niqetan de girêdanek xurt heye. Lê pir xwezayî ye. Evîn û hesret bi zimanek bilind dikeve ser kaxezê. Carna, hêvî, gazin û westana ji yarê ye, carna jî girêdana bi xweza û cihê  xwe ye. Nêrîna te li ser eşqê çiye?
Kadir Çelik:
Bê guman hestên wekî evîn bêrîkirin êş û dûrmayîn mijarên sereke ne ku hemî dem û zemana helbest meyandine, mêjandine û têr kirine. Bi taybet jî ku meriv endamê cîvakeke mîna cîvaka kurd be ku ji her alî dilê xwe de birîndar e wê demê ev hestên kur zêdetir derdikevin pêş û dibin mijarên sereke yên helbestê. Bi nav kirin û nirxandina evînê qet ne mijareke hêsan e. Çerçeweya eşqê wiha bi hêsanî nayête danîn û pêwîst e ne ewqas hêsan be jî. Bi ya min ya herî pêwîst ne ewe ku "meriv bibe evîndarê yekê/yekî; ya giranbuha ewe ku meriv li ba yekê/yekî bibe evîn bi xwe". Em dikarin bêjin ku dema te di dilekî de ji xwe re cîhekî afirandî be hîngê te bi destê evînê jî girtîye.

Evîn jiyîneke li derveyî pîvanên heyî ye ku bi ya min yek ji taybetmendiyên ku evînê dike evîn jî ev e. Raperîneke ku hemî dîwar û çeperên li der û dora xwe hildiweşîne.

- Tarîfa hesret, bêrîkirin û hêviya di dilê xwe de ji me re bike.
Kadir Çelik:
Di helbesta min de êş û berîkirin du mijarên bigêhîn in. Ez hîna zarok bûm ji dê û bav û malbata xwe veqetiyam. Ev bûyer heya îro jî weke birînekê bi min re ye û tu caran nakewe. Bi gotina din ez hîna di temenê zarokiya xwe de fêrî bêrîkirinê bûm û bi wê re girêdayî bi êşkêşiyê re rûberû hatim. Lewma jî ev rastî em herin ku derê wê li ser helwest, berhem û ramana me bandorekê bike. Ji hêla din ve em weke cîvak ji dîrokê heya bi îro birîndar in û hê jî di dilê me de birîn li ser birînê vedibin. Bajarên me tên wêran kirin. Ber bi çavên mirovahiyê em tên qetilkirin. Her ku li welat gorek tê kolan dilê me vedigere goristanên bê ser û ber. Her ku zarokek tê kuştin ji dilê me çemên xwînê diherikin. Her ku cîwanek tê kuştin di dilê me hemî hest û hîs li kêliyên xwekuştinê kom dibin. Ev rastî wê çawa bandorê neke li ser hunerê û bi taybetî jî li ser helbestê. Ger ku rastiya me kuştin û mirin û wêrankarî û koçberî be, wê çawa helbest reş girênede û şînê negerîne. Ger ku ev gela di bin barana xwînê de verize wê çawa helbest neêşe û negrî û nenale. Bê guman bêrîkirin şaxekî girîng e ji dara hezkirinê. Bi gotina din ji bo ku hesret/bêrîkirin hebe pêwîst e hezkirin hebe. Em bêriya kes û tiştên ku li ber dilê me hêja û xwêdî nirx in dikin. Bêrîkirin encama hezkirinê ye. Bêrîkirin hemî caran êşa di çepê sîngê me de ye.

Bêrîkirin hezkirina ji hezkiriyên xwe sêwî ma ye. Bêrîkirin bi bîranîn û hewandina ew kes tiştên ku ji te dûr in lê di heman demê de di her kêliyê de bi te re ne ye. Bêrîkirin hezkirina êşbar û dilsoj e.

- Tu ji kurdê Anadola navîn î, lê zimanê pir xurt e. Di edebiyata kurdî de, tu xwedî dîtin î. Rêz û hurmeta ji fikrê te re, mezin e. Tu vê yekê çawa dinirxînî?
Kadir Çelik: Ez kurdekî ji Anatolya Navîn im. Li gundekî kurdan li deşta Konya yê hatim dinê û heya zarokatiya xwe li wir jiyam. Wê demê jiyan li heremê ji serî heya bi binî kurdewar bû. Ziman tenê Kurdî bû. Bişaftina ziman û çande lawax bû û ji ber wê jî nasnama kurdî û stûnên konê çanda me gelek xwirt bûn. Dengbêjî, çîrokbêjî û zêmarbêjî pêşketî bû. Govend û dîlan û şîn û şahî jî kurdewar bûn. Zimanê jiyana rojane tenê kurdî bû. Bê guman em jî di vê serdemê de û bi rastiyê mezin bûn. Bavê min zanayekî dema xwe bû. Di mala me de her dem gotûbêj û vegotinên li ser mijarên cûrbecûr rûdidan. Bavê min xatibekî jêhatî bû. Vegotinên wî di serê min de mîna wêneyên zelal rûdiniştin û sînorên xeyalên min yên zarokî berfireh dikirin. Wekî hemî zarokên kurd min jî heya dest bi dibistanê kir ji kurdî pê ve bi tu zimanên din nedizanî. Ez di salên cîwaniya xwe de derketim derveyî welat. Li derveyî welat derfetên gelek baş hebûn ji bo ku ez li ser ziman û wêjeya kurdî hûr bibim. Min gelek zû biryar da bû ku bi lezgînî fêrî kurdî bibim. Ji demekê bi şunde him di warê xwendin û him jî di warê nivîsandinê de bi pêşketim û pê ve girêdayî gelek salan karê wergeriya di navbera Kurdî/Swêdî/Turkî de kir. Helbest di hemî qonaxên jiyanê de bi min re her hebû. Di her kêliya ku tengav dibim de helbest stargeheke ji bo min. Rengê jiyanê yê ku bîntengiya min radibirîne helbest e. Her cara dixwazim êşên xwe, birînên xwe an jî şabûnên xwe vebêjim xwe dispêrim helbestê. Xewn û xeyalên xwe di helbestê de bi rastdigerînim. Ji hêla din ve helbest şîngerandina min e li ber êşên welatê min. Ez bi helbestê axînên miletekî dinalînim. Bi helbestê radihêjim darbestê cîwanên çavbelek. Bi helbestê diqîrim ji nav dimenê dûmana li ser bajaran bilin dibe û dibêjim; Tu evîna min î welato, Tu birîna min î welato, Tu jan a li bin sîngê min î welato !!
 

 

 

   

 

Bu yazı toplam 871 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.