• Diyarbakır31 °C
  • Batman31 °C
  • Mardin33 °C
  • Bingöl29 °C
  • Bitlis25 °C
  • Elazığ30 °C
  • Erzincan29 °C
  • Şanlıurfa32 °C
  • Erzurum24 °C
  • Ağrı27 °C
  • Gaziantep29 °C
  • Hakkari26 °C
  • Muş28 °C
  • Siirt30 °C
  • Van22 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Civîna Meclîsa Çêkirina Qanûnan bi encamên girîng bi dawî kir
07 Ocak 2014 Salı 12:59

Civîna Meclîsa Çêkirina Qanûnan bi encamên girîng bi dawî kir

Meclîsa Çêkirina Qanûnan civîna xwe bi encamên girîng bi dawî kir, her wiha deriyê tevlîbûna Mclisê heta 14'ê çile vekirî ma.

AMÛDÊ– Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, ji bo nirxandin û erêkirina pêşnumayên “Rengê Rêveberiyê, “Hevpeymana Civakî” û “Qanûnên Hilbijartinê” ku ji aliyê Desteya Pêkanîna Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hatine amadekirin, li Amûdê civiya. Di civînê de “Rengê Rêveberiyê, “Hevpeymana Civakî” û “Qanûnên Hilbijartinê” hatin erê kirin. Piştre nîqaşên li ser rêziknameya hundirîn a Meclîsa rêveberiya xweseriya demokratîk a kantonan bû Meclîsa Çêkirina Qanûnan, her wiha Desteya Hilbijartinan bibe Desteya Bilind a Helbijartinan.

Di saetên ber êvarê de nîqaş û nirxandin li ser kar û xebatên Meclîsa Çêkirina Qanûnan û bendên ku xweseriya demokartîk li ser saz dibin hatin kirin. Piştî nîqaşên ku bend bi bebend girtin dest û ketin dengdayînê û biryar hatin standin.

Biryarên hatine standin wihane: Meclîs: Meclîsa Çêkirina Qanûnan a kantonên rêveberiyê ne. Desteya Bilina a Hilbijartinan: Ew Deste Bilind a Helbijartinane. Hilbijêr: Hemwelatiyên kantonên rêveberiya xweseriya demokartîk in( Cizîrê, Kobanê û Efrîn) û li wan jiyan dikin, sîcilên wan li kantonan heye, her wiha şertên dengdayînê têde payda bibin. Namzet: Her welatiyek ku nifûsa wî di yek ji kantonên rêveberiyê de be û namzetiya wî bi awayekî fermî ji aliyê Desteya Hilbijartinan ve bê erêkirin. Hilbijartin li her kantonekê dê li gorî hejmara kursiyên ku di qanûnê de hatiye destnîşankirin wê bêne danîn. Navenda Hilbijartinan: Cihê ku Desteya Hilbijartinan ji bo dengdayîna ku dê bi awayekî veşirtî bê kirin  amade dikin.

Giringtrîn armancên q:

1-Hilbijêr di destnîşankirina hilbijêrên xwe yên Meclîsa Çêkirina Qanûnan de cih bigre.

2-Di tevlîbûbna hilbijartinan de wekhevî bê hebe.

3-Mafê Hilbijrê û namzetan bêne misorgerkirin.

4- Azadî û duristiya hilbijartinan bê misogerkirin.

5-Di dema hilbijartinan de parastina qanûnî hebe.

 Deriyê tevlîbûnê heta 14'ê çile vekiriye

Di dawiya civînê de encamnameya civînê ji aliyê Endamê Desteya Rêver a Meclîsa Çêkirina Qanûnan Ciwan Mihemed hate xwendin û piştre dema civîna 2'emîn a Meclîsa Çêkirina Qanûnan ku dê bi tevlîbûna piraniya endaman bê lidarxistin hate pêşniyarkirin. Mihemed, diyar kir ku deriyê tevlîbûna sazî û rêxistinan a di nava Meclîsê de heta 14'ê çile de vekiriye, her wiha desteya amadekirina Birojeyê û Dîwana Meclîsa Çêkirina Qanûnan bi awayekî hevkar hate erkdarkiirin ku Meclîsa Rêveber a Demî destnîşan bikin.

Di nava 4 mehan dê hilbijartin bêne lidarxistin

Mihemed da xuyakirin ku dê karê Meclîsa Rêvber ew be ku komît, sazî û dezgehên Meclîsa Rêveberî, her wiha desteya hilbijartinan diyar bikin. Mihemd, da zanîn ku dê Meclîsa Rêveber di nava dema herî zêde 4 mehan dê bi awayekî demokratîk komîte, desteyan avabikin û bi awayekî demokratîk û di bin çavdêriya Desteya Çavdêriyê bên lidarxistin û Meclîsa Çêkirina Qanûnan a Daimî û Meclîsa Rêveber a Daimî bêne destnîşankirin.

Mihemed bi gotina:''Em hêvîdikin ku pirojeya Meclîsa Çêkirina Qanûnan bibe nimûna hemû Sûriya Demokratîk.''

magazon.jpg

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim