Ciwanan bi meşaleyan damezirandina PKK’ê pîroz kir

Ciwanan bi meşaleyan damezirandina PKK’ê pîroz kir
Meclisa Ciwanên BDP'ê yên Amedê, 35'emîn salvegera damezirandina PKK'ê, bi meşa meşaleyî pîroz kir.

AMED -Meclisa Ciwanên BDP'ê yên Amedê, 35'emîn salvegera damezirandina PKK'ê 27'ê Mijdarê û "Şoreşa Rojava" li taxa Korhatê ya Amedê bi meşa meşaleyî pîroz kir. Koma ciwanên ku li ber Meclisa Taxê ya Welatiyên Azad û Wekhev kombûn, heta Çariyana Rezan meşa meşaleyî pêk anîn. Li taxa Korhatê polisan berî meşê tedbîrên mezin girtin û tax dorpêç kirin. Lê li gel dorpêça polîsan kama ciwanan bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên PKK, KCK û HPG'ê meş pêk anîn. Ewil polîsan diyar kirin ku dê ji ber poster û alan destûr nedin. Lê li hemberî bertekên ciwanan u hewldana rêveberên BDP'ê alozî bi dawî bû. Dema di navbera polîs û BDP'îyan de niqaş derket polîsan xwest posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê di destê ciwanekî de kaş bike û poster di navbera destê polîs û ciwan de qetiya. Ciwanan helwesta polîsan bi siloganên "Bijî Serok Apo", "Ciwan fedayiên Apo en" û "Egît Komîtanê me, PKK partiya me", "Bijî berxwedana YPG" û "Dîsa dîsa serhildan serokéme Ocalan" qêrîyan. 


Li gel astengiya polîsan ciwan heta Çarriyana Rezan meşiyan. Li vir li ser navê Meclisa Ciwanên BDP'ê yê Amedê ciwanekî daxuyanî da. Ciwan 35'emîn salvegera Damezirandina PKK'ê pîroz kir û diyar kir ku bi têkoşînê ev partî hatiye avakirin û bi peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de pêvajoya "Manîfestoya Rizgariya Demokratîk û Jiyana Azad dest pê kiriye. Ciwan di daxuyaniyê de xwest kes bi AKP'ê nexape û bang li hemû ciwanan kir ku tev li kongreya Ciwanan a 30'ê mijdarê bibe. 

Meş piştî daxuyaniyê bi dawî bû. 

 

(DÎHA) 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.