• Diyarbakır6 °C
  • Batman-1 °C
  • Mardin4 °C
  • Bingöl2 °C
  • Bitlis1 °C
  • Elazığ2 °C
  • Erzincan-6 °C
  • Şanlıurfa9 °C
  • Erzurum-15 °C
  • Ağrı-6 °C
  • Gaziantep10 °C
  • Hakkari1 °C
  • Muş-2 °C
  • Siirt4 °C
  • Van-3 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Çiyager piştî 30 salî ji bo "aştiyê" hilkişîn Çiyayê Cîloyê
27 Aralık 2013 Cuma 15:31

Çiyager piştî 30 salî ji bo "aştiyê" hilkişîn Çiyayê Cîloyê

Komeke girêdayî Kluba Çiyageriyê ya Klosê, piştî 30 salî, hilkişîn lûtkeya Ûlûdorikê ya Çiyayê Cîloyê ya bilindiya wê 4135 mêtre ye.

COLEMÊRG - Komeke girêdayî Kluba Çiyageriyê ya Klosê, piştî 30 salî, hilkişîn lûtkeya Ûlûdorikê ya Çiyayê Cîloyê ya bilindiya wê 4135 mêtre ye.

Navenda Kluba Çiyageriyê ya Klosê li Stenbolê ye. Komeke endamên Kluba Çiyageriyê ya Klosê ya ji 9 kesan pêk tê, bi slogana "raperîna aştî û hizûrê" hefteya borî hat navçeya Gevera Hekariyê.

Çiyager, berî hilkişînê hatin gundê Yeşîltaşa ku berê wekî navenda operasyon û şer dihat zanîn a 45 km dûrî navçeyê û şevekê bûn mêvanê gund û pişt re hilkîşîn serê çiyê.

Li herêmê germahiya hewayê 40 pile di bin sifirê de bû. Çiyager, di nav şert û mercên zor û zehmet de hilkişîn û piştî 3 rojan gihiştin lûtkeya bilind.

Çiyageran deftera lûtkeyê îmze kir, wêneyek ji bo bîranînê kişand û vegerîn. Ji çiyageran Sonmez Erkaya got: "Bi pêvajoya çareseriyê re, piştî 30 salî em bi slogana 'raperîna aştî û hizûrê' hilkişîn lûtkeya Çiyayê Cîloyê."

Ji çiyageran Nacî Ertûnç, bal kişan li ser girîngiya danasîna Hekarî û çiyayên Hekariyê û wiha dewam kir: "Me ji hêzên ewlehiyê destûr sitand û me dest bi hilkişînê kir. Roja sisiyan danê nîvroyê em gihiştin lûtkeyê. Herçiqas zivistan be jî hewa xweş bû û em bi hêsanî hilkişîn lûtkeyê."

Di nav komê de jineke çiyager jî heye

Jina çiyager Zafîr Sezer jî got ku hewa xweş bû û bi hêsanî hilkişîn lûtkeyê û wiha dewam kir: "Çiyager ji bo aştî û hizûrê hilkişîn lûtkeyê. Ez bextewar im ku min di nav komeke wiha de cih girt. Înşaelah hemû mirov vê hilkişînê wek hilkişîna hizûr û aştiyê îdraq bikin."

cilo.jpg

Kaynak: Haber Kaynağı
Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim