Dahata geştyarî 600 milyon dolar derbas kir

Dahata geştyarî 600 milyon dolar derbas kir
Desteya Geştûguzarê ya Kurdistanê ragehand ku di sala 2013’an de 2 milyon û 950 geştyar hatine Herêma Kurdistanê û dahata geştyarî jî gehiştiye zêdeyî 600 milyon dolar.

HEWLÊR - Di civîneke çapemeniyê de Berdevkê Desteya Geştûguzarê ya Herêma Kurdistanê Nadir Rostî, hejmara geştyarên ku di sala borî de hatine Kurdistanê eşkere kir û got: “Salane hejmara hatina geştyaran bo Herêma Kurdistnê ji sedî 30 zêde dibû, lê di sala borî de ev rêje bilind bû û gihîşte ji sedî 33’an.”

Nadir Rostî da zanîn ku ji sedî 66 ji wan geştyaran ji parêzgehên Iraqê, ji sedî 16 ji nav Herêma Kurdistanê û ji sedî 18 jî geştyaran ji biyanî bûn. Herwiha tenê ew kesên ku çûne hotel û motêlan hatine hejmartin lê kesên li derveyî van her du cihan diman ne di nav vê hejmarê de ne.’‘

Rostî da xwiya kirin ku di sala borî de 2 milyon û 950 geştyaran serdana Herêma Kurdistanê kirine, û li gor lêkolînan dahata geştyaran li Herêma Kurdistanê di sala 2013’an de gihiştiye zêdeyî 600 milyon dolar. Li gor masterplana geşûguzarê jî dê ev dahat di sala 2016’an de bigihe 1 milyar û 500 milyon dolar.’‘

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.