• Diyarbakır32 °C
  • Batman34 °C
  • Mardin35 °C
  • Bingöl30 °C
  • Bitlis26 °C
  • Elazığ30 °C
  • Erzincan30 °C
  • Şanlıurfa33 °C
  • Erzurum26 °C
  • Ağrı26 °C
  • Gaziantep31 °C
  • Hakkari22 °C
  • Muş28 °C
  • Siirt32 °C
  • Van23 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
DAIŞ'ê Endamê Komîteya Lihevanîn a Reqa bi îşkenceya qetilkir
09 Aralık 2013 Pazartesi 08:07

DAIŞ'ê Endamê Komîteya Lihevanîn a Reqa bi îşkenceya qetilkir

Endamê Komîteya Lihevanînê ya bajarê Reqa Ehmed Elî yê ku beriya 3 rojan hatibû revandin, ji aliyê çeteyên girêdayî Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) bi îşkenceyê hate qetilkirin.

KOBANÊ - Beriya 3 rojan dema çeteyên DAIŞ'ê êrîşî taxên Kurdan kirin, di encamê de gelek welatiyên Kurd hatin revandin. Ji van welatiyan, Endamê Komîteya Lihevanînê ya bajarê Reqa Ehmed Elîbinasnav "Ehmed Bexdik" bû. Çeteyan Ehmd Elî yê 60 salî birin cihekî nediyar. Hat zanîn di 7'ê kanûna 2013'an de, di bin îşkenceyê de jiyana xwe jidest da. Piştî ku jiyana xwe ji dest da, çeteyan cenazeyê wî radestî xizmên wî kirin û li goristana gundê Bexdik a girêdayî bajarê Girê Spî spartin axê.

Ehmed Elî ji malbateke welatparêz ji gundê Bexdik yê girêdayî bajarê Girê Spî ye. Li bajarê Reqayê rûdinişt. Bavê 11 xurt û keçan e.

Hêjayî gotinê ye, komên çete yên girêdayî DAIŞ/Cephet El Nusra li bajarê  Girê Spî (Til Ebyed) xwe bi cih kirine, di roja 21'ê Tîrmeha 2013'an de êrîşî taxên kurdan ên bajêr kirin û gelek welatiyên Kurd revandin. Piştî bi çend rojan êrîşî taxên kurdan ên bajarê Reqa yê jî kirin û ji vir jî gelek welatî revandin. Ji van welatiyên hatine revandin heta niha gelek dibin îşkenceyê deneû rewşa wan nediyar e.

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim