1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Davutoglu nimêja sibehê Diyarbekirê kir
Davutoglu nimêja sibehê Diyarbekirê kir

Davutoglu nimêja sibehê Diyarbekirê kir

Serokwezîr Ahmet Davutoglu duh êvarê çû Diyarbekirê û nimêja sibehê li Mizgefta Mezin kir.

A+A-

Davutoglu piştî nimêjê derbasî Pirtûkxaneya Berhemên Destnîvîsê bû û demekê jî bi saeta tavê ya li bexçeyê mizgeftê re mijûl bû.Serokwezîr Davutoglu piştre daxuyanî da rojnamegeran û got ew gava ku tê Diyarbekirê, Mizgefta Mezin ziyaret dike û wiha axivî: "Ji berê ve ez di bin bandora atmosfera Mizgefta Mezin de dimînim. Atmosfereka wê ya cuda heye."Davutoglu got ku Mizgefta Mezin ji aliyekê ve Qudsê ji aliyê din ve jî Şamê bibîra wî dixe û wiha axivî:

 "Serê sibê li vir ez dengê çûkan dibîhîzim. Ev deng min aram dike. Di ziyarêtên xwe yên berê de jî min nimêja sibehê an li vir an jî li Mizgefta Hezretî Silêman dikir."Davutoglu got ku Diyarbekir yek ji bajarên qedîm e û wiha dewam kir: "Ji bo vê yekê divê mirov di navbera şev û berbangê de hewa vê bajarê bikşîne hundirê xwe. Bi vê ziyaretê ez aram bûm."

Serokwezîr Davutoglu piştre bi welatiyên li ber mizgeftê bûn re sohbet kir. Ji welatiyan yekî got ku ew êdî aramî û aştiyê dixwazin. Davutoglu li ser vê gotinê got: "Vê ne ji min re ji yên ku hê jî tên herêmê qala çek dikin re bibêjin bila ew bibîhîzin."Davutoglu li ser vexwendina esnafekî li ber mizgeftê çû çayxaneya wî û li vir digel welatiyan çay vexwar. Wezîrê Xurek, Çandinî û Sewalkariyê Mehdî Eker, Wezîrê Pêşveçûnê Cevdet Yilmaz û İhsan Arslan  digel Davutoglu bûn.

Bu haber toplam 684 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.