1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Daweya KURDÎ-DER ê
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Daweya KURDÎ-DER ê

A+A-

Mafê axaftin û perwerdeya bi zimanê dayikê anku zikmakî, mafek însanî ji ên bingehîn e. Nabe cihê niqaşên, heq e, an ne heq e. Rewşa siyasî a îro li Turkiyê ne bi dilê mirov e û riyên çaraseriya pirsgirêka kurd xitimî ye. Şer didome. Ji herdu aliyan mirov tên kûştin. Însan pê diêşe. Lê ji hêla ziman ve rewş ne wiha ye, baştir e. Hejmarek Tv, radyo, rojname û kovar weşanên xwe bi kurdî dikin. Semîner û civîn bi kurdî dibin. Her sal, li ser mijarên cewaz kitêbên bi kurdî dikevin ber çapê û belav dibin. Daxwaziya gelek kesan ew e ku, dibistanên li herêma kurda, mîna turkî, kurdî bibe zimanê perwerdê.

Dema Turkiye gavek wiha bavêje, çi sudên wê heye?

Wextê mafê axaftin, weşan û perwerdeya bi zimanê kurdî, weke mafek bingehîn û pîroz di yaseya bingehîn a Turkiyê de cîh bigre dê çaraseriya pirsgirêka kurd hêsantir bibe. Neheqiyek mezin û bingehîn ku ji dema avakirina komara Turkiyê heta niha didome, çaraser dibe, ji rojevê dertê û nema dibe navgîn, an alav ji navendên siyasî re. Hemwelatiyên kurd dê kêfxweş dibin, şik û kîna wan a li hemberî dewletê şûna xwe bide baweriyê. Demokrasî pêş dikeve û rûmeta Turkiyê li derve û hundir zêdetir dibe.

Baweriya min, ji bo destxistina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî pêwîstî bi hev fêmkirinê heye. Ez qala hev fêmkirinek wiha dikim ku ji nivîskarên herdu aliyan dirêjî zimanzana, hiqûqnas, saziyên însanî û civakî dibe. Divê enerjiya mêjî, hîsên însanî, pîvanê hiqûqî û demokrasiyê bihêne pê. Li derve û hundir dengê vê daxwaziyê bilind bike. Diyar e ku, çareseriya pirsê ne hêsan e. Lê bi insiyatîfa însanî, hunerî û rewşenbîrî mûmkûn e.

Salê çend caran, ji bo raçavkirina mafê mirovan, hevdîtin û hevnasîna evîndarên ziman û edebiyatê û serdana nas û dostan, diçim welêt. Riya xwe bi komelên Kurdî Derê dixînim û beşdarî semînerên wan, derbarê mijarên cewaz, dîrok, çand û zimên dibim. Di nav rêvebir û xebatkarên wan de, siyasetvan hene. Lê mirovên bi siyasetê zêde mijûl nabin, têra xwe zana û pisporê mijarên xwe ne jî, pir in.

Navenda Giştî ya Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Zimanê Kurdî - Kurdî Der demek e, ji bo vekirina dibistanên kurdî kar û xebat dikir. Dibistan vekirin û perwerdê dest pê kir. Lê walî û rêvebirên fermî, bala wan kişandin ser hewildanên bê hiqûqî. Di encamê de, girtina dibistanan, xetera cezekirin û hepiskirina rêvebirên saziyên perwerdê, mîna Kurdî Der û Egitim Senê, hat rojevê. Lêpirsîn û rêya dadgehkirinê vebû.

Daweyek ji wan li Mêrdînê didomiya. Dadgeha Giran a Cezekirinê li Mêrdînê, di 21 nîsanê de, derbarê daweya Kurdî-Der a Nisêbînê de biryar da. Rêvebirên herdu saziyên ziman û perwerdê, Kurdî Der û Egitim Sen bêsuc hatin dîtin.
Demek e ji herêmê, nûçeyên nexweş û reş, ên kûştin û koçberiyê dihat. Rewşa li gelek bajaran mirov xemgîn dikir. Biryara dadgeha Mêrdînê bû cihê kêfxweşiyê. Ji bo pêşketina demokrasî, rêzgirtina mafê mirovan li Turkiyê û Kurdistanê û çaraseriya pirsgirêka kurd bi diyalog û metodên aştiyê, ji nû de hêvî da.

Weke ku hat qalkirin, mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî, mafek pîroz e. Mamoste û pisporê pirsê jî wiha. Divê bi qedr û qiymet bên pêşwazîkirin. Armanca wan perwerde ye. Dadgehkirin û cezekirina mamosteyên wiha lê hêja, şaş e, guneh û eybek mezin e. Lewra biryara dadgehê rast e. Biryarên wiha mirov kêfxweş dike û hêviyên mezintir dide mirov. Spas.

Hêviya me ew e ku, li herêmê, hişkî û şer cihê xwe bide hev fêmkirinê. Kelemên li pêşiya perwerdeya bi zimanê kurdî ji holê rabin. Perwerde di dibistanên fermî de bibe, di yaseya bingehîn de cîh bigre û dewlet, mîna turkî, piştgiriya perwerdeya bi zimanê kurdî jî bike. Biryara dadgehê, bibe mizginiya xêrê û rê ji gavên nûjen re veke. Pirsgirêka kurd, ne bi hişkî û şer, lê bi diyalogê û metodên aştiyane çaraser bibe.

Bu yazı toplam 905 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.