1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Daxwaza pêkanîna wezaretekê bo koçberan tê kirin
Daxwaza pêkanîna wezaretekê bo koçberan tê kirin

Daxwaza pêkanîna wezaretekê bo koçberan tê kirin

Hejmareke zêde ya koçberên ji netewe û pêkhateyên cuda li Herêma Kurdistanê dijîn û her yek ji wan ji ber xirabiya rewşa siyasî yan a aborî welatên xwe bicîh hiştine.

A+A-

HEWLÊR - Herêma Kurdistanê kariye di çend salên borî de xwe ji qeyran û arîşeyan biparêze û wek herêmeke aram li ser asta navçeyê bi navûdeng bide, di heman demê de bû palpişteke mirovî û aborî ya bihêz bo xelkên lêqewimhi yên welatên derdorê.

Ji dema ku krîza Sûriyê dest pê kiriye, zêdeyî 210 hezar ji hevwelatiyên Rojavayê Kurdistanê koçberî Herêma Kurdistanê bûne, ji wê hejmarê 105 hezar koçber li parêzgeha Duhokê, 76 hezar li parêzgeha Hewlêrê û 21 hezar li parêzgeha Silêmaniyê dimînin.

Ev amara nû ku berî çend rojan ji aliyê rêxistian UNICEF’ê ve hatiye belavkirin, tenê hejmara wan koçberan e ku ji sala 2011’an ve hatine Herêma Kurdistanê, lê berî wê jî hejmarek ji hevwelatiyên Rojavayê Kurdistanê ji ber pirsgirêkên siyasî û aborî berî xwe dane Herêma Kurdistanê.

Hevdem, hejmareke berçav a hevwelatiyên Rojhilatê Kurdisanê jî li Herêma Kurdistanê dijîn û di kamp û bajaran de bi cîh bûne, beşek ji van koçberan ji mêj de bi sedema arîşeyên siyasî li Herêma Kurdistanê bi cîh bûne û beşeke din ji wan di çend salên borî de bi sedema bêkarî û zextên Îranê berê xwe dane Herêma Kurdistanê.

Hefteya borî berpirsekî paye bilind ê Îranê aşkere kir ku 20 hezar karkerên welatê wî li Herêma Kurdistanê kar dikin. Rêveberê Giştî yê Hevkarî û Peydakirina Civakî ya Parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê Mistefa Bagban, di 9’emîn civîna taybet a encumena hevahengiya rêxistina fermangehên ser bi wezareta hevkariyê de tekze kir ku di pêşerojê de dê hejmara karkerên Îranê li Herêam Kurdistanê bigihe 50 hezar kesan.

Ji aliyek din ve hejmara Kurdên Bakûrê Kurdistanê yên berê xwe dane herêma Kurdistanê, çi ji ber sedemên siyasî yan ên aborî, gelekî ji hejmara penaberên Rojhilatê Kurdistanê zêdetirin. Ji xeynî van, piştî sala 2003’an hejmareke zêde ya karkerên biyanî berê xwe dane Herêma Kurdistanê, hejmara wan karkerên ku ji Bangledeş, Hindistan, Filipin û Nipal hatine Kurdistanê ji bo peydakirina nan bo malbatên xwe jî ne kême.

Her ji destpêka îsal de û ji ber rewşa ewlekariyê ya xirab ji parêzgeha Enbar û ji tirsa çekdarên radîkal, zêdeyî 13 hezar Erebên Sune berê xwe dane parêzgeha Hewlêrê. Hebûna vê hejmara mezin a penaber û karkeran li Herêma Kurdistanê heta astekî bandoreke aborî û civakî peyda kiriye, hinek car jî wê pirsyarê li cem hinek kesan peyda dike: Gelo qeyranên welatên derdorê ligel wan penaberan nayên Herêma Kurdistanê, û metirsiyê li ser asayişa netewî ya Herêmê çênake?

Pisporê ware asayişa navdewletî Dr. Necdet Akreyî ji BasNews re tekez kir ku eger siyaset û bernameyeke maqûl bo wê hejmara penaberan bê danîn, dê tu arîşeyek li ser asayişa Herêma Kurdistanê nebe. Akreyî ji du aliyan vê arîşeyê şîrove dike û dibêje: “Ya yekem girêdayê geşepêdan û veberhênana li Herêma Kurdistanê ye ku ev yek di hemû şirketên veberhênanê di hemû waran de diyar dibe, ku her aliyek baş dizane ku dandora vê ya nerênî li ser Herêma Kurdistanê heye. Ya duyem jî siyasî ye, ji ber Herêma Kurdistanê di nav navçeya qeyranên Rojhilata Navîn  de ye.”

Li gor nêrîna Akreyî ji ber ku plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hewandina penaberan de hebû û alîkariyên navdewletî hatibûn pêşkêş kirin, hikûmetê karî vê hejmara penaberan kontrol bike.

Akreyî derbarê koçberên Sûne yên Iraqê de jî tekez kir ku evna pirsgirêkeke demkî ye, girêdayê bûyerên Felûce û Rumadî ye û piştî çareserkirina arîşeyan dê careke din vegerin navçeyên xwe. Li gor Akreyî, tu metirsiya wan penaberên Sune li ser asayişa Herêma Kurdistanê nîne, ji ber ku hejmarek ji wan penaberan berî niha karê veberhênanê li Herêma Kurdistanê dikirin.

Dr. Necdet Akeryî ligel spasiya rola Wezareta Navxwe ya Kurdistanê di warê penaberan de, daxwaza pêkanîna Wezareta Penaberan li Herêma Kurdistanê dike, daku bi tevahî bikaribe rewşa penaberan kontrol bike.

Ji aliyê xwe ve Rêveberê Koç û Koçberan li Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, Şukir Yasîn piştgiriya xwe bo pêşniyara Akreyî anî ziman û daxwaz kir ku eger ev wezaret neyê pêkanîn jî, bila karûbarên penaberan radestî desteyeke bilind bê kirin. Yasîn got: ‘‘Hejmarek penaberên Herêma Kurdistanê bi xwe jî hene ku ji sala 1975’an û piştî ve yek bi yek ji şerên Iraqê koçberî derve bûne û niha beşek ji wan vegeriyane Herêma Kurdistan. Tenê ji Ewropayê 12 hezar kes vegeriyane Kurdistanê û pêdviya çawaniya rêxistina karûbarên wan bi mîkanîzmekê maqûl heye.’‘

Bu haber toplam 525 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.