1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Daxwaza rakirina 'Biryara veşartina' Lêpirsîna Parisê hat redkirin
Daxwaza rakirina 'Biryara veşartina' Lêpirsîna Parisê hat redkirin

Daxwaza rakirina 'Biryara veşartina' Lêpirsîna Parisê hat redkirin

Di 9'ê Çileya 2013'an de li Paytextê Firansa Parîsê 3 jinên kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin.

A+A-

Piştî komkujiya jinan, der barê kuştina 3 jinan de Dozgera Komarê ya Enqereyê Lêpirsîn da destpêkirin û der barê dosya "Lêpirsîna Parîsê" de biryara veşartinê da. Malbatên 3 jinên kurd bi riya parêzeran serî li Dozgeriyê da û xwest "Biryara Veşartinê" ji ser dosyyan rabe. Lê dozgeriyê ev biryar red kir û ji bo 3 jinên siyasetmedar gotina "3 jinên endamên rêxistina terorê" bikar anî.

ENQERE - Di 9'ê Çileya 2013'an de li Paytextê Firansa Parîsê 3 jinên kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin. Der barê dosyaya lêpirsîna qetilkirina 3 jinen kurd de Parêzerên Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya BDP'e di 17'ê Çile de bi daxwaznameyekê serî li Dozgeriya Komarê ya Enqereyê dan û xwestin biryara veşartinê ji ser dozyaya lêpirsînê bê rakirin. Parêzeran xwest qeydên der barê Omer Guney de bê lêkolînkirin û lêkolîna ku Omer Guney di bin baneyê MİT'ê de dixebite ya na bê pirsîn. Li ser vê daxwaze Buroya Amadekariyê ya Dozgeriya Komarê ya Enqereye biryar da û daxwaza parêzeran red kir. Biryara bi navê Dozgerê Komarê Sadik Bayindir hat dayîn hemû daxwazên malbat û parêzeran red kir. 

Li gel ku erk û rayeya dozger biryarê bide tune jî balkêş e ku dozger der barê 3 jinên kurd de gotina "3 jinên endamên rêxistina terorê ya PKK/KCK'ê" bikar anîn. Di biryarê de hat gotin ku di 12'ê Sibata 20137an de peyirdarê xala TMK 10'an Hekimê Hêjmar 3 ê Enqereyê bi biryara hêjmar 2013/62'an der barê dosyayê de biryara "Veşartinê" hatiye dayîn. 

Di biryarê de daxwaza der barê Guney û endamtiya MİT'e de nehat bersivandin. 

parîs.jpg

Bu haber toplam 625 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.