1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Daxwaziya aştiyê ne suc û ne jî guneh e
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Daxwaziya aştiyê ne suc û ne jî guneh e

A+A-


 

Li gorî dengûbehsan, roja 19 ê tebaxê, di nav gerîlayên PKK û komek ji arteşa Turkiyê, li hêla Sêrtê şer derdikeve. Ji arteşa Turkiyê, leşkerek bi navê Recep Beycur jiyana xwe ji dest dide. Cendekê leşker teslîmî malbata wî dikin. Di dema kombûna xelkê ji bo taziyê de, pismamê wî Omer Bulur diaxive, nerazîbûna xwe dihêne zimên û Serokomarê Turkiyê Recep Tayyip Erdogan rexne dike. Bulur wiha dibêje:

"Bira, bi bira dide kûştin. Min birayê xwe ê xort şand (eskeriyê), niha cendekê wî teslîmî min dikin. Bila birêz Serokomar vê yekê zanîbê (ku ez di zanabûna bûyerê deme). Hetanî me, ew anî vî emrî, me çi kişand, qet hayê wî jê heye? Ma tirsa wî qet ji Xwedê tune ye, (cendekê) vî xortî li wir razandin?"

Axaftina wî di medyayê belav dibe û bala gelek kesan dikşîne. Piştî axaftinê, dozgerê Erziromê, di heqê wî de dawê vedike. Sucê wî wiha tê formulekirin:

"Endambûna rêkxistina terorê", "Cemidandina xelkê ji eskerî kirinê", "Heqaret û biçûkxistina mezinên dewletê"...

Bulur ne sucdar e

1- Sucdarkirina xizmên, leşkerên di şer de dimrin, bi "endambûna hêza terorî", eybek mezin e. Cihê vê di hiquqê û peymanên mafê mirovan de tune ye.

2- Dema mirov kesekî xwe di şer de winda bike, pir hêrsbûyî be, ne li ser hişê xwe be û ji hêla psîkolîk ve di bin zextê de be, peyvên hatine kirin, nikare weke heqaret, biçûkxistin bê hesêp. Dadgeha Mafê Mirovan a Europayê gelek caran ev yek aniye zimên. Divê ev, ji bo welatên pêşketî û Turkiyê ku aliyek ji peymanê ye, bibe nimûne.
Di vê çarçovê de, axaftina Bulur ne suc e.

3- Serokomar bi dengê xelkê hatiye hilbijartin. Li gorî avakirê komarê, "Desthilatdarî bê qeyd û bend a gel e". Beşek ji gel, êdî şer naxwaze. Şerê nav gerîla û leşkerên turk, weke "şerê birakûjiyê" dihejmêre. Xelk, ne bi şer, lê dixwazin "Pirsa Kurd" bi riya aştî û diyalogê çareser bibe. 

Bulur axaftina xwe, li gorî zanabûna xwe formule kiriye. Di bingeha xwe de, ji heqaret û biçûkxistinê dûr e. Mesaj e, ji bo rêvebirê dewletê, ku bi dengê xwe hilbijartiye. Xwestina aştiyê, ji maqamên serokomar û wezîran, li hemu welatan dibe.
Gazin û qîrîniya Bulur, rastiya welêt dihêne zimên. Daxwaziya berdewama pêvajoya aştî û çareseriyê, di peyamê de heye. Xwestina aştiyê ne suc e û ne jî guneh.

4- Malbata Recep Beycur bi dilê xwe, lawê xwe şandine eskeriyê. Niyeta wan û cemidandina xelkê ji eskeriyê hebûya, wê lawê neşandiba eskeriyê. Lewra, sedemên dawe vekirinê tev pûç in û bingeha xwe tune ne. Peydekirina sucên bêbingeh ên demên şer in.

Sucdarkirina endamên malbatên leşkeran, ji hêla dozgeran ve û vekirina daweyên li dijî wan, eybek mezin e. Divê di şûna wê de, li dîtinên wan bê guhdarîkirin.

Li nav û kurd û turka muxalefet û dengên li dijî şer bilindtir dibe. Hêza aştîxwazan mezintir bûye. Ev erênî ye. Pêwîst e, dewlet û PKK  li malbatên mexdurbûyî zêdetir guhdar bikin. Agirbest bê îlankirin, diyalog û çaraserî ji devera maye bidome...

 

Bu yazı toplam 808 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.