1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Dayîk nikarin zarokên xwe yê sirgûnkirî bibînin
Dayîk nikarin zarokên xwe yê sirgûnkirî bibînin

Dayîk nikarin zarokên xwe yê sirgûnkirî bibînin

Dayikên ku zarokên wan sirgunê Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê hatine kirin, êşa nedîtina zarokên xwe dikşîn in.

A+A-

WAN - Di girtîgehan de ku hêj jî binpêkirina mafan berdewam dike, malbatên girtiyên ku meha derbasbûyî ji Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê sirgunê Girtîgehên Tîpa F ên hejmara 1 û 2 hatine kirin, bertek nîşanê zilma tê kirin dan. Kurê girtiyê nexweş Alî Benek ku 2 meh berê ji Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê sirgunê Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê hatiye kirin Enes Benek, diyar kir ku dermanên bavê wî yê nexweş nedaneyê û dixwazin bi vê eziyetiyê malbatan bêzar bikin. 

'Nameyan jî bi pere didin'

Keça Alî Benek, Leyla Benek diyar kir ku dema ew çûne hevdîtina xizmên xwe di lêgerîneke giran de derbas kirine û wan tazî kirine wekî muayene bikin qontrolê kirine. Benek, da zanîn ku bi taybetî dermanên girtiyên nexweş nadin wan û wiha got: “Bavê min nêzî 12 salin di Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê de bû. Bavê min piştî du hefteyan li min geriya û got 'li vir rewşa me pir nebaş e'. Livîn, kinc, pirtûk û dermanên wan nadin wan. Her tiştê didin wan bi pere ye. Min birin odeyeke , li wir hemû kincên min çi hebû derxistin û lêgerîn kirin." 

 

‘Kurê min bê sûc hate sirgunkirin’
 

Dayika girtiyê bi navê Cafer Koçak a 4 sal e girtî û ji Girtîgeha Mûşê sirgunê Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1 a Tekîrdagê hatiye kirin, Meryem Koçak jî, diyar kir ku rewşa wan a madî nebaş e û ji ber vê yekî jî ew nikare here hevdîtina kurê xwe. Koçak, da zanîn ku ya kurê wê bê bela sebep sirgun kirin û xwest kurê wê serbest bê berdan. 

‘Em ji rewşa wî bê agahdar in’

 

Dayika girtiyê din Kûmrû Gul jî, da zanîn ku ew nikarin herin hevdîtina kurê xwe. Gul, destnîşan kir ku ji ber sirgunkirinê ew zahmetiyên pir cidî dikşîn in û ev tişt gotin: “Kurekê min şehîd ket, yek jî girtî ye. Ev 5 sal in kurê min bê sûc girtî ye. 2 sal di Girtîgeha Tîpa F a Wanê de ma. Piştre hate sirgunkirin, sê sal di Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê de ma. Dîsa hate sirgunkirin şandin Girtîgeha Tekîrdagê. Hem ji ber dûre û hem jî destûr nadine me em nikarin biçin. Ji ber 3 sal di Girtîgeha Mûşê de ma me gelek zahmetiyan kişand. Niha jî şandine Tekîrdagê. Ev ji bo me gelek zahmetir bû. Hem ji kurê xwe dûr in, hem jî ji rewşa wî bê xeber in. Ev sirgunên tên kirin ne li girtiyan ji bo eziyetê bidin me malbatan dikin. Ez van sirgunan şermezar dikim." 

Bu haber toplam 600 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.