1. HABERLER

  2. GUNCEL

  3. Dayîka du zarokan li ser sînor hate qetilkirin
Dayîka du zarokan li ser sînor hate qetilkirin

Dayîka du zarokan li ser sînor hate qetilkirin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê malbatekî Rojavayî ya dixwast sînor derbas bike ji aliyê leşkerên tirk ve hate gulebarankirin. Di encama gulebarana leşkeran de dayîka bi navê Saada Darwîch a 28 salî û du zarokên wê heyî jiyana xwe ji dest dan.

A+A-

ŞIRNEX -Malbatekî Rojavayî ya ji bajarê Dêrîkê ya Rojava dixwest derbasî aliyê Tirkiyeyê bibe li nêzî mezraya Şabaniye ya gundê Basîsîk ê navçeya Cîzîrê ya Şirnexê, seat di derdorên 20.30 û 21.00'an de ji aliyê leşkerên tirk ve hate gulebarankirin. Di encama gulebaranê de jina bi navê Saada Darwich a 28 salî ya ku bi 2 zarokên xwe yên 6-7 salî û bavê xwe Medhat Darwich ve dixwast sînor derbas bike jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Saada Dawrich birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.


Bavê Darwîch Madhat Darwîch, naveroka bûyera pêk hat wiha vegot: "Zavayê min ji ber êrîşên çeteyan ên li ser Rojava çend meh berê hate Tirkiyeyê. Keça min û 2 neviyên min jî ji bo biçin cem bavê xwe me xwest em ji sînorê Dêrîkê yê Rojava derbasî aliyê Tirkiyeyê bibin. Lê hêj sed metre ji bo sînorê Tirkiyeyê mayî leşkerên Qereqola Ugurkoyê em ferq kirin."

Medhat Darwîch, anî ziman ku piştî leşkeran ew ferq kirin wan destê xwe bilind kir û bang li leşkeran kirin û ji wan re gotin ew dixwazin derbasî aliyê Tirkiyeyê bibin lê ligel vê yekê ji wesayîtekî zirxî gule li ser wan hatin rêşandin. Medhat Darwîch, da zanîn ku di encama gulebaranê de keça wî ji zikê xwe birîndar bû û jiyana xwe ji dest da. Medhat Darwîch, bilêv kir ku cenazeyê keça wî heya seat 23.00'an li erdê ma û ligel vê yekê leşkeran destûr neda ku cenazeyê keça xwe bigire û sînor derbas bike û leşkeran di vê mijarê de gef li wan xwarin.

Darwîch, destnîşan kir ku ligel gef û hişyariyên leşkeran cenazeyê keça xwe di erdê re rakêşandin û heya ber wesayîta zirxî ya leşkeran anî. Darwîch, anî ziman ku piştî hate wir bi ambulansa hat cenazeyê keça xwe û 2 neviyên xwe re hatin nexweşxaneyê.

Du neviyên wî ji ber gulebaranê û dayîka xwe ya li ber çavê wan hate qetilkirin hêj di şoqê de bûn. Cenazeyê Saada Darwîch rakirin morgê û hêj ne dozger û ne jî polîs nehatine nexweşxaneyê. Hevşaredara Cizîrê Leyla İmret û rêveberên BDP'ê yên agahî girtin hatin nexweşxaneyê û derheqê bûyerê de agahî ji malbatê girtin.


 

Bu haber toplam 752 defa okunmuştur
Önceki ve Sonraki Haberler

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.