Demîrtaş: Hikûmeta Kurdistanê hevalbend e çima Rojava nebe!

Demîrtaş: Hikûmeta Kurdistanê hevalbend e çima Rojava nebe!
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş got, Tirkiyê ji ber polîtikayên şaş êdî di siyaseta derve de nikare bibe aktorek, heger Herêma Kurdistanê hevalbende çima Rojavayê Kurdistanê nebe hevalbend?

 

Enqere  – Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demîrtaş di axaftina xwe ya li 2yemîn kongreya partiya xwe de ragihand, çênabe Tirkiyê li ser polîtîkayên mezhebî polîtîkayên karên derve bê avakirin û wiha got:

“Çawa dibe satuya kurdên ku te digotin bi hezar salana em bihev re dijîn heram tê dîtin, çawa dibe kurdên te digot em wek goşt û neyenok in dibin gef? Divê em rêzê ji tevahiya gelê Sûriyê di biryara diyarkirina çarenivîsa xwe de bigirin.”

Selahattin Demîrtaş diyar kir Tirkiyê ji ber polîtikayên xwê yên şaş êdî di siyaseta derve de nikare bibe aktorek û wiha domand:

“Ti bangên aştiyê yên Tirkiyê li Sûriyê cidî nayên dîtin. Madem ku Hikûmeta Federal a Kurdistana Iraqê tekane heval bende, Çima Kurdistana Sûriyê wek gef tê dîtin? Ma çênabe bibe hevalbendeke stratejîk?”

Demirtaş amaje kir ku HDPê tekane partiya Tirkiyê e û ne partiya Kurdane, lê partiya hemû gelên Tirkiyê ye.

Hevserokê Giştî yê HDPê anî ziman ti pêywêndiyên daxwaza modela rêvberiya xweserî bi xendeq û barîqatan de nîne û derbar vê yekê de jî ragihand: “Ji ber ku em xwereberiyê diparêzim me wek xayinên dewletê îlan dikin. Lê armanca me ew e ku em pêşî li parçebûna Tirkiyê û civaka wê bigirin.”

Herwiha Demîrtaş da zanîn parlamenterên partiyan dê di nav komisyona makezagonê de cih bigirin û ew yek jî ji bo Tirkiyê fersendeke baş e.(rudaw)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.