Demirtaş li Washingtonê peyam da: Em bo Bakurê Kurdistanê otonomiyê dixwazin

Demirtaş li Washingtonê peyam da: Em bo Bakurê Kurdistanê otonomiyê dixwazin
Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş ragihand, ew jibo Bakurê Kurdistanê û deverên Kurdî li Tirkiyê Xweserî yan otonomiyê dixwazin.

 

 

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş di konfransa nûneratiya HDPê ya li Washingtonê de ragihand, nêrîna partiya wî û nêrîna şexsê wî di bareya modêla çareseriya pirsa Kurd li Tirkiyê û bidawîkirina şer û tundûtîjiyan nehatiye guhertin û zêdebarî şerê heyî li bajarên Kurdan, ew li ser fikra xwe ya berê mane.

 

Demirtaş got, ew ji “bo Bakurê Kurdistanê û deverên Kurdî yên li Tirkiyê modêla Xweserî yan otonomiyê” dixwazin.

 

Li ser pirsa zimanê Kurdî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê jî Selahattin Demirtaş got, li Tirkiyê tenê zimanek fermî ye û di makezagona Tirkiyê tenê zimanê Tirkî zimanê naskirî û fermî ye û hemû zimanên din ên li Tirkiyê wek zimanên biyanî tên naskirin.

 

Demîrtaş wiha berdewam kir: “Zimanê Kurdî tenê wek zimanekê bijartî di xwandingehan de dikare were xwandin. Her weke zimanekê biyanî weke îngilîzî. Zimanê 20 milyon Kurd ên ku li Tirkiyê dijîn weke zimanekê biyanî tê dîtin.”

 

Derbarê Rojavayê Kurdistanê û siyaseta Tirkiyê li hember wê parçeyê Kurdistanê de jî Hevserokê HDPê destnîşan kir: “Helwesta Tirkiyê bandorek rasterast li ser Rojava heye…Bandorek rasterast li ser proseya siyasî û pêvajoya aştiyê li Bakurê Kurdistanê heye.”

 

Demirtaş rexne li siyaseta Tirkiyê li hember Kurdan girt û got, ji destpêka komarê ve heya niha Tirkiyê ligel Kurdan pirsgirêk hebûye.

 

Demirtaş got: “Ji aliyê din ê sînor eger Kurdistan bikeve di destê Beşar Esed, Sedam Hisên yan aliyekê din de, Tirkiye aciz nabe û ti pirsgirêk nîne jê re, lê belê eger bikeve destê Kurdan, Tirkiye aciz dibe û pirsgirêkan derdixe.”

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.