Demîrtaş: Sekuler û nijadperestên tirk li hemberî kurdan bûne yek

Demîrtaş: Sekuler û nijadperestên tirk li hemberî kurdan bûne yek
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş got, li hemberî kurdan, piştî 100 salan dîsa derdikevin holê û aliyên sekuler û nijadperestên tirk li hemberî kurdan bûne yek.

 

Hewlêr  – Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş ji bo beşdarbûna 12. Konferansa Kurd a Navneteweyî ya li Parlamentoya Ewropa a li Bruksela paytexta Belçîka ya Bruksel amade bû. Komisyona Tirkiyê ya Sivîlan li Yekîtiya Ewropayê (EUTCC) 12emîn konferansa kurd li dar dixe û Demîrtaş jî îro di konferansê de gotarek pêşkêş kir.

Selahattin Demîrtaş di gotara xwe de wiha got: “Tirkiyê piştî 100 salan derdiketib holê, lê Tirkiyê çi kir? Aliyên sekuler, netewperwer û nijadperestên tirk lihevkirin. Çima? Çimkî kurd derketine holê. Kurd, gelê tirk wek gef nabîne. Gelê kurd ji bo ti netewa ne gef e.”

Demîrtaş herwiha amaje kir ku şûna Tirkiyê ji bo ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) beşdar Cenêv 3 nebe bibe asteng, bila bibe alîkar û wiha got: “Bila Tirkiyê li Cenêvê PYDê li keleka xwe dane rûniştandin. Herî zêde jî pêwistiya Tirkiyê bi vê yekê heye. Herwiha bi vê yekê rêya aştiya Rojhilata Navîn jî vedibe.”

Siyasetmedara kurd û parlamentera HDPê Leyla Zana beşdarî konferansî bû.

Leyla Zana, di axaftina xwe de behsa şer û aloziyên Bakurê Kurdistanê kir û got, ew bûyerên ku li Kurdistanê diqewimin, ne li gorî ti pîvanên hiqûqî, mirovî û exlaqî ne.

Zana bang li aliyên şer kir, şer bidin sekinandin û dest bi diyalogê bikin. Parlamentera HDPê her wiha daxwaz kir ku pêşiya rêberê PKKê Abdullah Ocalan bê vekirin da ku hevdîtinên bi wî re dîsta dest pê bikin û mafên gelê kurd jî di nav Destûra nû ya Tirkiyê de bên ziman.(rudaw)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.