1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Dengbêja nasdar: Suzana Barmanî
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Dengbêja nasdar: Suzana Barmanî

A+A-

 

 

Serê sibê ye. Ji paca malê, derve, dengê çûkan tê. Çavên min li nerîna hêlîna wan û hişê min di nava hizrên kur de winda ne. Di demên wisa de, helbest û muzîk tên bi hawara min de. Dengê muzîkê ji eywanê belav dibe. Stiranên di sêlika (CD) nû ya Suzana Barmanî bala min dikşîne, hizirkirina kur cihê xwe dide kêfxweşiyê. Pêla bi hîsên evîndarî, dilketî, dilşikestî, hesret, kêfxweşî û hêviyên bi xwestina azadiyê barkirî û şêweyê stiranbêjiyê berê min dide cîhana dengbêjan.

Ji malê derdikevim, ber bi daristanê ve diçim. Lê bandora deng û şêweyê stiranbêjiya wê didome. Mal, rê û mirov xuyanî nakin. Di nava kurahiya daristanê de winda me. Bi evîna ”lawkê metînî” mijûl im. Dikevim ber pêla Meryemxanê, doktora dilên şikestî, bêmirad û evîndaran. Suzana Barmanî û evîna wê ya Amedê, Eyşe Şan ê, dilketin û evîna wê li hemberî Diyarbekirê tîne bîra min:

”Diyarbekir paytext e lê lê  / Merdinê di rex de
Te ne soz û ne bexte lê lê / Lê xanim lê xanimê…”

Dengbêjî, bi guhestin û ragihandina ”deng”an bi nirx û wate bûye. Deng: Anku peyv, dengûbas. Formulekirina serpêhatiyên giring, lehengî û evîniyê bi zimanekî bilind. Guhestin û ragihandina serpêhatiyan, bo gund û bajaran, neslê nû, bi rêya stiranan. Bi enstrument anjî tenê deng.
Dengbêjî, li gorî qonaxên dîrokî rola xwe lîstiye û xwe binû kiriye. Îro, ne tenê rûpelên winda yên dîrokî diparêze. Nûnertiya hunera duhî dike û bi şêweyek hemdemî dibe şahid û zimanê serpêhatiyên dema xwe.

Dengbêja nasdar Suzana Barmanî ji rojavayê welêt e. Xwendina bilind li ser muzîkê li hêla Balkanê teva kiriye û xebatên xwe yên hunerî li Swêdê, herêma Dalarnayê didomîne. Bi deng û hunera tembûrê, beşdarî festîvalên netewî û navnetewî dibe. Mamosteya Muzîkê ye.

Min navê Suzana Barmanî bihîstibû. Çend sal berê, nûçeyek li ser hunera wê bala min kişandibû. Di rojnameyek swêdî de, qala plankirina konsera wê li Suriyê û rojavayê Kurdistanê dihate kirin. Lê serokomarê Suriyê li dijî wê derketibû. Ji ”deng”ê wê ditirsiya.

Suzanan Barmanî têra xwe çalak e. Serê Tîrmehê, li Swêdê devera Rattvik ê beşdarî festîvala ”Muzîka gelerî li Bingsjo”yê dibe. Festîval, her sal Tîrmehê, di çarşema ewil de pêk tê. Bi sedan stiranbêj û hunermend ji Swêdê û welatên din beşdar dibin. Barmanî, bi stiranên xwe dê reng bide festîvalê.

Di 4-5 Tîrmehê de, forumek hunerî li Borlangeyê ji aliyê ”Peace&Love World Forum” ve li dijî hişkî û rasîzmê tê organîzekirin. Barmanî, bi deng û tembûra xwe beşdarî dibe û weke stêrka forumê tê nîşandan.

Dengbêjên kurda, di qonaxa nû de karên hêja û giranbuha dikin. Ew, bi deng û hunera xwe dibin cihê serbilindî û kêfxweşiya me.
 

Bu yazı toplam 1379 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.