1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Deriyê HDP ê ji hevkarî û kovalisyonê re vekirî ye an na?
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Deriyê HDP ê ji hevkarî û kovalisyonê re vekirî ye an na?

A+A-

Serkevtina HDP ê bi saya kurda, çand û baweriyên cewaz li welêt û komên ji mafê mirovan bêpar in, bû. HDP, piraniya dengên xwe ji wan girt. Beşek rayên nediyar jî, ji mirovên serbixwe hatin.

Mûxalifên AKP ê, ji encama hilbijartinê kêfxweş bûn û heta cihekê gihiştin armanca xwe. Lê ji bo dengdarên esasî ên HDP ê, rewş guhertî ye. Daxwazî û hêviyên wan hene.

Daxwazî û hêviyên çand, bawerî û komên zilmlêhatî, guhertî ne. Beşek ji pirsgirêkan, di çarçoveya hiqûqê, anîna rojev û niqaşên piralî, dikarin siviktir bibin, bi xwe re toleransê bihênin pê û rêya çaraseriyê vekin. Beşê din, bê reformên cidî û guhertina yaseya bingehîn, çareser nabin.

Lewra, lêkolîn û xebata ji bo binavkirina pirsgirêkan, nasîna wan, kurbûna li ser riyên çareseriyê giring e. Paşê qonax, ji mustewa lêkolînan derbasî niqaşê dibe.  Ji bo çareseriyê jî, avêtina gavên pêwîst tê.

HDP, di meclîsa turka de, bi serê xwe, nikare tevayê pirsgirêkan çareser bike, hêvî û daxwaziyên dengdarên xwe bi cî bîne. Hevkariya bi partiyên din re şert e.

Nexwe, vê kêliyê pirsên herî giring û li benda bersîvê ne, ev in: HDP amade ye bi partiyên din re hevkariyê bike û di kovalîsyonekê de cî bigre, an na? Armanc û daxwaziyên wan çi ne? 

Erê HDP hêzek legal e, lê ji gelek awiran ve naşibe CHP, MHP û AKP ê. Dengdarê wê hemwelatiyê Turkiyê ne, lê ew bi giştî di dereca duwê de hatine dîtin, mafên wan binpê bûye û ji destê rejîmên xirap, bi derd û kul in, zêde êşiya ne.

Lewra pir giring e ku HDP, pirsgirêka kurd, daxwazên eqeliyat û baweriyan cidî bigre, bi derengî nexîne û xwedî siyaset û programek emirdirêj be. Rê nede ku bibe malzemê propogandên bê sûd û ji provakeyan dûr bigre. Deriyê HDP ê, ji bilî partiyên extrem, ji diyalog, hevkarî û kovalisyona bi hêzên din re vekirî be.

HDP ê mîna partiyên din, wê li ser pêşniyazên ji partiyên din tên, bişewire û biryarê bide. Lê dil dixwaze ku, xwestinên HDP ê emirdirêj be; çand, bawerî û komên mexdûr hemêz bike û ji berjewendiyên netewî re bi sûd be.

 

Bu yazı toplam 676 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.