• Diyarbakır32 °C
  • Batman34 °C
  • Mardin35 °C
  • Bingöl30 °C
  • Bitlis26 °C
  • Elazığ30 °C
  • Erzincan30 °C
  • Şanlıurfa33 °C
  • Erzurum26 °C
  • Ağrı26 °C
  • Gaziantep31 °C
  • Hakkari22 °C
  • Muş28 °C
  • Siirt32 °C
  • Van23 °C
Karakter boyutu : 12 Punto 14 Punto 16 Punto 18 Punto
Deriyê Sînor ê Sêmalka tê vekirin
05 Ocak 2014 Pazar 17:17

Deriyê Sînor ê Sêmalka tê vekirin

Pirsa vekirina Deriyê Sînor ê Sêmalka yê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê, niha mijareke girîng e di rojevê de ye. Di demekê de ku berî çend rojan hatibû belavkirin Sêmalka dê îro vebe.

Navenda Nûçeyan

SÊMALKA - Ji ser deriyê sînor ê navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê da zanîn ku endamekî Asayişa PYD’ê yên li ser sinor gotine biryara vekirina Sêmalka ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve ji wan re hatiye, lê diyar nekir bê biryar di çi demê de yan jî ji çi alî ve hatiye dayîn.

Ji aliyek din ve Nûnerê Encumena Gel ya Rojavayê Kurdistanê (EGRK) di komîteya hevbeş a rêvebirina deriyê Sêmalka de Mistefa Ebdulezîz ji BasNewsê re got: “Deriyê sînor yê Sêmalka ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve vekiriye û tevaya endamên komîteya hevbeş ya ENKS û EGRK’ê ya taybet bi rêvebirina deriyê Sêmalka niha li ser karê xwe amade ne. Lê em niha li hêviya vekirina deriyê Sêmalka ji aliyê Herêma Kurdistanê ve ne.”

Herwiha Mihemed Sbêh ku Nûnerekî ENKS’ê ye di komîteya rêvebirina deriyê Sêmalka de bi vî awayî ji BasNewsê re axifî: “Sinor ji aliyê Rojavayê Kurdistanê ve niha vekiriye.“

Roja 24’ê Kanûna 2013’an li Hewlêrê rêkeftinek di navbera ENKS û EGRK’ê de bi serpereştiya Serokatiya Herêma Kurdistanê hat îmzekirin, yek ji xalên rêkeftinê vekirina deriyê Sêmalka bû ji bo alîkariyên mirovî, nexweş ûbazirganiyê.

 

Bu habere henüz yorum eklenmemiştir.
SEÇTİKLERİMİZ
Tüm Hakları Saklıdır © 2013 Tigris Haber | İzinsiz ve kaynak gösterilmeden yayınlanamaz.
Tel : +90 412 229 20 03-0538 334 53 75 | Haber Yazılımı: CM Bilişim