1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. Destdanîna artêşê li derveyî welêt çawa tê nirxandin
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

Destdanîna artêşê li derveyî welêt çawa tê nirxandin

A+A-

 

Komek mezin, ji rêvebirên artêşa Turkiyê, general û serleşkerên bilind, roja înê dest danîn ser hikûm. Pirên mezin li Istanbulê û saziya radyo û TV ê TRT xistin bin kontrolê. Beşek ji binahiyên fermî, meclîs, kuliyeta serokomar û polêsên taybetî, bûn hedefa wan.

Di demek e kin de, partiyên siyasî li Turkiyê û saziyên sivîl li dijî helwêsta artêşê dengên xwe bilind kirin. Bi banga Serokomar Erdogan re, xelk derketin kolanan, fermana artêşê binpê kirin û piştgiriya xwe nîşan dan.

Bi banga hikumetê re, serdozgêrên welêt û polîsên taybetî dest bi girtina general û efseran kirin. Destpêkê de wiha xuyanî dikir ku, artêşê giraniya xwe dabû Ankara û Istanbulê. Bi girtina wan re zelaltir bû ku, li gelek bajaran, bi sedan efser beşdar bûne.

Polîs operasyonên xwe ên girtinê didomînin. Kesên tên girtin ne tenê efser in. Endamên saziyên dewletê û en hiqûqî jî hatine girtin.

Hilbijartina azad û namzetên hilbijartî, deng û daxwaza xelkê temsîl dikin. Parlemento, bi riyên hiqûqî û prensîbên demokrasiyê kar û xebata xwe dike. Divê rêz û hurmet ji nûnerên xelkê û parlementoyê re hebe. Tu girêdêna helwêsta artêşê bi demokrasiyê re tune ye. Rêvebirî û helwêstek wiha ji pîvanên demokrasiyê dur e û nikare bê pejirandin.

Nûnerên hikumetê bi daxuyaniyên xwe, qala girêdana Fethullah Gulen dikin û rêkxistina wî sucdar nîşan didin. Destdanînê, bi xiyanetê binav dikin. Ji bo sucdaran, cezakirina bi îdamê niqaş dikin.

Pirs li derveyî Turkiyê jî dibe cihê niqaşên cewaz. Weke missal, radyoya Swêdê yekser, bi dîplomatê swêdî, konsolosê berê ê Istanbulê, rojhilatnas û nivîskar Ingmar Karlsson re axivî. Ji bilî Karlsson, pispor û siyasetvanên biyanî jî pirsê dinirxînin.

Serokwezîr û serokomarê Turkiyê li ser pirsa îdamkirina sucdaran, cihê biryarê, meclîsa Turkiyê nîşan dan. Wiha ye û rast e, cihê guhertina qanûnan parlemento ye. Lê guherînên wiha, li tu welatan ne hêsan e, wext û niqaşên piralî dixwaze. Di demek wiha de ku hikumeta Turkiyê derbarê mafê mirovan, azadiya çapemeniyê û pirsgirêka kurd dihate rexnekirin, derxistina yaseyek wiha dê rewşê aloztir bike. Lewre, saziyên mafê mirovan û navendên siyasî ne li benda wê ne ku li Turkiyê, cezayê îdamê paşde were.

Pisporên biyanî, dîtina hiqûmeta Turkiyê derbarê şikên ji koma Gulen, erê dikin. Lê qala nerazîbûnek giştî jî tê kirin. Li Turkiyê, piştî hilbijartina hezîranê, siyaseta bi tolerans ku hemu aliyên civatê hemêz dikir, hêdî hêdî cihê xwe da hişkiyê. Pirsgirêka doza kurd de, pêvajoya çareseriyê bi dawî hat û şerê du alî dest pê kir. Ji hêla mafê mirovan, azadiya çapemeniyê û sekularîzmê ve kêmasî hene. Rast e, hikumeta îro bi nîvê dengên rûniştvanên Turkiyê hatiye hilbijartin. Pir giring e ku hikumet li nîvê din jî guhdarî bike.

ENCAM: Bi baweriya min, gel û hêzên siyasî li Turkiyê bi hev re li dijî helwêsta artêşê rawestiyan û destdanîna wan, têk birin. Civat ji xeterek mezin rizgar kirin.

Hêvîdar im, ev bûyer, ji me tevan re bibe ders. Da ku, em bêhtir li êkudû guhdarî bikin. Bi tolerans bin. Siyaseta bi hişkî û bi şîdetê barkirî, bi cî bihêlin û diyalogê esas bigrin. Berbihev hatin û nêzîkbûnek ji dil û ciddî, ji hêla civakî û siyasî ve giring bibînin. Ne tenê hikumet, giring e turk, kurd, hêzên çep û rast jî jibo vê yekê xebatê bikin. Em qiymetê bidin rêzgirtina mafê mirovan û pêşketina demokrasiyê. Hêz û saziyên ewlekariyê di çarçoveya hiqûqî tev bigerin, polis, leşker, dozger û dadgeh ji pîvanên edaletê dur nekevin.

Bi welatê cînar re siyaseta dostaniyê xurtir bibe. Yekîtiya Europayê bê şert û merc endametiya Turkiyê bihêne rojevê.

 

Bu yazı toplam 7669 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.