Desteya Bilind li Silêmaniyê semîner pêk anîn

Desteya Bilind li Silêmaniyê semîner pêk anîn
Desteya Bilind a Rojavayê Kurdistanê li Silêmaniyê semîner pêk anîn.

SULEYMANIYE  - Desteya bilin a Rojavayê Kurdistanê ku ji Îlham Ehmed Rêveberiya desteya bilin, Xerîb Hiso Rêveberiya PYD'ê û Mihemed Musa Sikirtêrê Partiya Çep a kurd li Surye pêkdihat li Hotêl Balas a bajarê Silêmaniyê semînerek li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û civîna Cinêv 2 dan. Desteya bilind ku ji Îlham Ehmed rêveberiya Desteya Bilind, Xerîb Hiso rêveberiya PYD'ê û Mihemde Musa Sekretêrê Partiya Çep a kurd li Surye, ku li Başurê Kurdistanê li bajarê Silêmaniye bûn li Hotêl Balas semînerek li ser şoreşa Rojavayê kurdistanê dan.

Di semînerê de Endamê Perlemanî Kurdistan Salar Mehmud û gelek mêvanên din amede bûn. Îlham Ehemed axifî û got: "Rojhilatanavîn di nava veguherînên bingehîn de ye û helbet Surye jî di nava van guherînan de ciyê xwe digre. Lewma li Surye kîjan hêz bikanibe bi ser bikeve ew dikane li Rojhilatanavîn siyaseta xwe bide meşandi. Li Surye hindek xet hatine bêlikirin,xetên dewletên paşeverû ên ku di herê mê de bisalaye hertim hakîbûye ew ên herî zêde di nava berxwedanekê deye û nahêlin ku guhertin çêbibin. Xetekjî ji derve de li ser herêmê êrîşan destpêdike û dixwaze li hindir herê de bi xetek nû herêmê tenzîmbike ew jî bi rengê îslamiye û weke cebhakî derdikeve pêş."

Di heman demê de Mihemed Musa Sikirtêrê partiya Çep a kurd li Surye da diyarkirin ku "gelê kurd di dîrokê gelekî zulm û zordarî dîtiye, her wiha ger niha di qonaxa şoreşbuyînê deye ew ji ber ked û xuna ku daye ye. Gelê kurd bi ked û tekuşîna ku daye, ji ber wê ye ku em pêngavên şoreşbûynê jiyandikine, gelê kurd ev bi xuna ku rijandiye bûye hêvan û hêviya gelê kurd li herçar parçeyên kurdistanê". 

Xerîb Hiso Rêveberiya PYD'ê ku axifî bal kişand ser van xalan û got: "Em di qonaxeke gelekî girîn, hesas û nazikra derbasdibin, lîstikên ku li ser me tên meşandin ez dikanim bêjim ku li ser Rojhilatanavîn nayên lîskandin û di xwazin ku bi van lîstikan me bikin destikê kêrê di Rojhilatanavîn de û me tinebikin".

 

Kaynak:

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.