1. YAZARLAR

  2. Gabar ÇİYAN

  3. "Destpêka Edebiyata Kurdî"
Gabar ÇİYAN

Gabar ÇİYAN

Köşe Yazarı
Yazarın Tüm Yazıları >

"Destpêka Edebiyata Kurdî"

A+A-

 

"Osmanî û Farisan bi lihevhatina Qesra Şêrîn welatê me di nav xwe de dabeş kirin. Bi peymana Lozanê, kirin çar beş. Kurdistan ji aliyê çar dewletan ve hat dagirkirin. Zilm û zordariya li dijî kurda, zexta li ser çand û ziman û li pêşiya hizirkirina bi kurdî texrîbatên mezin kir. Piştî perçekirinê, gelek Kurd hatin ajotin û li welatên cewaz belav bûn.

Li rojhilat û başûrê Kurdistanê erebî, li bakur û başurê biçûk bi latînî û komarên Sovyeta berê bi kirîlî hatin bikaranîn. Turkî û farisî zimanên perwerde bûn. Bi hatina îslamê re, erebî kete jiyana rojane, bandorek mezin li çand û zimanê Kurdî kir.
Di dema mîrîtiyên Kurda de, bi taybetî di medresan de Kurdî bû zimanê îzah û şehrkirinê. Navdarên wê demê, Feqiyê Teyran, Eliyê Herîrî, Melayê Cizîrî peyamek eşkere ji bo nivîsîn û axaftina bi Kurdî dan gelê xwe, berhemên xwe bi Kurdî nivîsîn. Kesên mîna Ehmedê Xanî qala kêmasiyên Kurda kir û bala civatê kişand ser pirsa netewî û xwedî derketina zimanê Kurdî.

Perçekirina kurda, nivîsîna bi sê alfabeyên cewaz, zilm û zexta li ser gelê Kurd û zimanê kurdî li pêşiya pêşketina edebiyatê kelemê herî mezin bû. Perçebûn û alfabeyên guhertî rê li pêşiya hev dîtin û hevkariya ronakbîrên Kurda li ser pirsên giring, edebiyata hevbeş û nêzik kirina diyalektan lihev digirt.

Divê rola dengbêjan û çîrokbêjan neyê jibîrkirin. Dengbêjan bi dengê xwe, rûpelên winda yên dîroka me ji duhî gihandin îro. Hejmarek mezin serpêhatî, bi zimanek edebî û bilind guhestin roja me. Edebiyata me ya devkî bi saya wan li ser nigan ma.

Gelek ferdên miletan bi sirgûn û derketina derveyî welêt dihilin û winda dibin. Lê ji bo kurda welatê xerîbiyê bûye cihê xwedî derketina li xwe, ziman û edebiyata xwe. Bi derketina rojnameya pêşî Kurdistan hejmarek nivîsên edebî belav bûn. Paşê bi Hawar, Roja Nû û Ronahî rêya Edebiyata Nûjen vebû. Gelek ronakbîrên hêja xwe li dora wan kom kirin û berhemên bi nirx ji me re hiştin. Mîr Celadet û Kamîran Bedirxan, Cegerxwîn, Nuredîn Zaza, Osman Sebrî, Ehmed Namî û gelek kesên din...

Li komarên Sovyeta berê Erebê Şemo, Casimê Celîl, Heciyê Cindî, Xelîl Miradov, Qanadê Kurdo û Wezîrê Nadir neslên pêşî ne ku xebatên hêja ji bo edebiyatê kirin. Li başûr û rojhilatê welêt kovara Gelawêj mîna Hawarê rolek mezin û erênî lîst. Gelek kesan xwe li dora wê da hev. Alladîn Secaddî, Şakir Fettah û Ibrahîm Ehmed rêvebiriya wê dikir. Wan, ji bilî xebata rêvebirina kovarê, berhemên giranbuha jî nivîsîn. Edebiyata bi Soranî di wan deman de bi Pîremêrd, Dildar, Faîq Bêkes, Zewer û Goran xurtir bû. Bi taybetî Goran tesîrek mezin li ronakbîrên piştî dewra xwe kir.

Niha li Kurdistanê û li derveyî welêt xebatên giranbuha yên edebî tên afirandin. Edebiyata Kurdî cihê xwe yê layiq di nav edebiyata cîhanê de digre. Nivîskarên xurt dighin. Têkiliya nav ronakbîran xurtir dibe. Berhemên wan li her çar aliyê welêt tên xwendin. Xwendevanên Kurdî çêdibin. Ji bo afirandina berhemên nûjen em li ser riya rast in û ez bawer im ronakbîrên Kurda dê bi berhemên xwe cihê edebiyata me li cîhanê bighêjînin devereke bilind..."

Ev analîz, ji pirtûka "Destpêka Edebiyata Kurdî" hatiye guhestin. Ev berhema giranbuha a rehmetiyê Mehmed Uzun e. Pirtûk çavkaniyek giring, kin û kur e,
ji bo kesên bixwazin li ser Edebiyata Kurdî bibin xwedî dîtin, nas bikin û bibin dost. Çapa yeke ji aliyê weşanxaneya "Beybûn"ê di 92 an hatibû belavkirin. 

 

 

 

 

Bu yazı toplam 998 defa okunmuştur.
Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.